Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hamîlî Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dîl tê girtin ji ber astengkirina mafê wî ya hevdîtina bi telefonê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn jî derbarê serlêdana takekesî yê Yildirim de, biryar da.
Dadgeriya Înfazê ya Îmraliyê di 7’ê Îlona 2020’an de ji bo Hamîlî Yildirim 6 mehan mafê hevdîtina bi telefonê qedexe kiribû. Hinceta qedexeyê, hat îdîakirin ku Yildirim bi Rêber Apo re dikare têkiliyên rêxistinbûnê dayne. Dadgeriya Înfazê di 8’ê Îlona 2020’an de ji Yildirim re ragihand. Li ser vê yekê Yildirim di 9’ê Kanûna 2020’an de serî li Dadgeriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê da û xwestibû mafê xwe yê axaftina bi telefonê bê bikar bîne. Dadgeriyê jî bi hinceta ku serlêdan di dema xwe de nehatiye kirin, daxwaza wî red kir. Li dijî biryara dadgeriyê Yildirim îtîraz kir.
1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê jî di 21’ê Kanûna 2020’ê de biryar da û îdia kir ku “biryar li gorî usûlê ye” û bi vê îdiayê daxwaza Yildirim red kir. Yildirim, di 21’ê Çileya 2021’ê de bi sedema “Mafê agahîgirtinê hatiye binpêkirin, di şert û mercên şewbê de bisînorkirina mafê telefonê bêpîvan e” serî li AYM’ê da.
AYM’ê, bi hinceta ku rêyên serlêdanê li gorî usûlan nehatine kirin, ji bo serlêdanê biryara “Nayê qebûlkirin” da.
Hamîlî Yildirim heta îro bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Di nava 8 salan de tenê 2 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.