14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li Yekitiya Mulkiyeyiyan a Enqereyê hatin gel hev û bi dirûşma “Em 10’ê Çileyê bi piştevaniyê pêşwazî dikin” metneke hevpar xwendin.
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Turgut Dedeoglû û Serokê Giştî yê ÇGD’ê Kivanç El jî di nav de nûnerên gelek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tev li bûn. Li ser navê DFG’ê jî rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol tev li bû.
Metna hevpar ji hêla Kivanç El ve hate xwendin. El, da zanîn ku li Tirkiyeyê yek ji pîşeyên sereke ya “kedxwarî” herî zêde tê de tê veşartin jî çapemenî ye. El, bal kişand ser hukma Destûra Bingehîn a “Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin” û qala girtin, sansûr, qedexe û astengkirinên li ser rojname û weşanan kir. El, got ku di rewşeke wiha de mijara herî girîng, piştevaniya rojnamegeran e.
El, herî dawî jî daxwazên xwe yên têkildarî mercên xebatê yên rojnamegeran rêz kir. Çendek daxwaz wiha ne: “Divê şert û mercên me yên xebatê bên misogerkirin û zexta bêkariyê bê bidawîkirin, divê mafê me yê mafê fesihê bikeve meriyetê û ji bo îstîfayê tazmînata qidemê bê misogerkirin, divê dema xebatê ya heftane 40 saet be, ji bo heqê mesaiyên me yên zêde faîz bê kirin, xebitandina rojnamegerên jin bê teşwîqkirin û derxistina wan a kar a di dema ducanî û hwd. bê sekinandin.
Piştre jî Dedeoglû axivî û got ku dê ji bo piştevaniyê ji rojnamegerên girtî re nameyan bişînin.
Rêxistinên çapemeniyê yên metn îmze kirin ev in: “DFG, Konseya Çapemeniyê, ÇGD, Komeleya Nûçegihanên Dîplomasiyê, Dîsk Basin-Îş, Komeleya Nûçegihanên Aboriyê, Cemiyeta Rojnamegeran, Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat, Haber-Sen, Cemiyeta Rojnamegeran a Îzmîrê, Komeleya Nûçegihanên Parlamentoyê û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê.”