ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2025 an de êrîşên xwe yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dijwartir kiriye. Ji aliyek ve êrîşên hewayî warên sivîlan, gund û derdora wan dike hedef, li aliyê din gelên li gundan dijîn neçar dimînin ku koç bikin. Ji ber êrîşên dijwar, gundî nikarin biçin nava rez û bexçeyên xwe û ev yek dibe sedem ku debara xwe jî winda bikin.
Ji aliyek ve PDK’ê ragihand ku heta fermanek din ketin û derketina gundan qedexe ye û ji aliyê din jî, ji bo sivîlên li gundan warê xwe biterikînin bi obus û balafirên şer tên topbarankirin.
Li gorî şêniyên herêmê sedema van zehmetiyan hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk e. Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê di nava gelê li herêmê de rê li ber nerazîbûnên cidî vedike.