Çalakvana Mafê Mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî li ser rûpela xwe ya medya dijîtal a telegramê li ser pejirandina pêkanîna cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve, peyamek belav kir.
Şîrîn Ebadî diyar kir ku hilweşandina muxalefetê rêya sereke ya desthilatdariya Îranê ya ji bo xwe li ser lingan bigire bû û got: “Bi rêya yasayê tirs û xofê çêkiriye û çalakvan û azadîxwazan dike armanc. Pejirandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî nîşan dide ku etkane rêya desthilatê ku pê bawere ji bo rêgirîkirin û tepisandina serhildan û xwepêşandanên dema pêş yên li seranserê Îranê, lezkirina cezayên darvekirinê ye.”
Di dewamê de Şîrîn Ebadî diyar kir ku divê her kes li dijî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî, yekrêz û piştevan bin.