Li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji despêka Şoreşê heta niha êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê didomin û dewleta Tirk hemû hewildanên xwe ji bo dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê die. Di vê dema de dawî de di encama van plan û hewildanên ku dewleta Tirk dixwaze li ser Herêmê pêk bîne, Rêveberîya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gel û sazîyên xwe re banga Seferberîyê kir. Ji her derê, gel û sazîyên heyî xwedî li vê bangê derketin û rojane ji hemû herêm û tqxan, gel bi ruhê seferberiyê tevlîbûna xwe nîşan da. TEV-ÇAND jî yek ji van sazîyan bû ku bi banga seferberî re bû parçeyek ji vê seferberiyê.
Hevseroka TEV-ÇAND’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed ji ANF’ê re li ser rola TEV-ÇAND’ê di rewşa heyî de û taybet rola wê ya di rewşa seferberiyê de axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir, “Ji ber rewşa dawî ku di herêmê de rûdaye, bangawazîya seferberîyê hate kirin. Em jî wek TEV-ÇAND’ê bûn beşek ji vê seferberîyê û xebateke berfireh meşand.
Di despêkê de me dît ku ji Herêma Şehbayê koçberî derket holê. Loma di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî xebatên me di vê derbarê de hatin kirin. Wekî TEV-ÇAND, ji bo ku em alîkariya gelê xwe yê koçber bikin, me bi hemû hevalan re di Komîteya Amadekar de cih girt. Ji ber ku herêma me niha di rewşeke hesas re derbas dibe û dagirkerî ji despêka Şoreşê û heta niha bi berdewamî êrîşên xwe ser herêma me de didomîne.”
Sumeye di nav axaftina xwe de dîyar kir ku berhemên ku di van demê dawî de derketine ji bo sekinandina hewildanên fitneya di nav pêkhateyan de bû û wiha domand, ”Di vê dawîyê de me dît ku çawa hewildana avakirina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derket pêş, me wek TEV-ÇAND’ê ji bo pêşîlêgirtina van fitneyan, her wiha ji bo piştgirîya QSD’ê, li Bajarê Reqqayê ji alîyê Hunergeha Welat ve du stranên ku bi rihê gelê Şoreşgerî hatibûn hûnandin, çêkirin û yek ji wan jî bi zimanê Erebî bû. Her wiha li kêleka vê yekê ji alîyê hemû Komên me yên hunerî ve klîbên cûr be cûr hatin derxistin. Xebatên ku di vê seferberîyê de hatine çêkirin, 10 stran ji hemû kom û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, li kêleka wê gelek spotên hunerî ku di nav xwe de hemû pêkhateyên herêmê dihewînin jî hatin çêkirin. Gelek hunermêndên ku bi xwe berê xwe dan TEV-ÇAND’ê xwestin bi rêya Hunera xwe pitgirîya xwe ji QSD’Ê re dîyar bikin. Ji ber ku ew jî ketin wê ferqê ku QSD ji bo hemû gelan e. Di nav xebatên me de gelek xebatên ji bo zarokan jî hene; bi taybet zarokên ku di êş û zehmetîyan re derbas bûne, ji bo ku em bikarin moralê bidin wan, me şahî ji bo wan li dar xistin.
Sumeye di dewama axaftina xwe dîyar kir ku endamên TEV-ÇAND’ê di nav eniyên xweparastinê de jî cih girtin û wiha pê de çû, “Li kêleka van xebatên Hunerî, Endamên TEV-ÇAND’ê di gelek xebatên dîtir de cih girtin, semîner li dar xistin, di nav tabûrên xweparastinê de cih girtin. Ev xebatên ku hatin pêşxistin di asta herêmekê tenê de neman û li ser asta hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hatin. Jixwe Bajarê Kobanê ji roja despêkê ve ye di rewşa seferberî de ye; ji kesên temen biçûk û heta ên temen mezin ên ku karibûn çêkê hildin ji taxa xwe de dest bi parastinê kirin. Em wekî TEV-ÇAND’ê da ku xebata me ango rola me di vê rewşê de li gorî pêwîstiya heyî be û da ku fermanên ku li ser gelê me yên Ezîdî hatine kirin careke din li ser gelê Kurd dubare nebin, em tevlî vê banga seferberiyê bûn. Her wiha ev xebata ku hatîye kirin di asta Bakur û Rojhilatê Sûrî de nema, bangawazîyên me ji bo hunermendên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat jî hatine kirin ku ew jî di vê rewşê de bibin xwedî rol. Niha jî niha gelek xebatên hevbeş tên çêkirin”
Di dawiya axaftina xwe de Hevseroka TEV-ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeye Mihemed li ser rola jinê û pêşengtiya jinan di banga seferberiyê de axivî û got, “Di vê banga seferberiyê de em dibînin ku dîsa jin tê de pêşngtîyê dike. Dayikên me temenê 70 salî û jor em dibînin ku çawa çekê hildidin û dibêjin em ê xwedî li hêz û gelê xwe derkevin. Moralek mezin dide her kesî.”