Berdevka Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan a Lubnanî Sewsen Şoman û Zanyara Siyasetê ya Misrê Fernaz Atiye li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk tê û tecrîda li ser dewam dike ji ANF’ê re axivîn.
Sewsen Şoman, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijareke girîng e û got, “Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ji ber ji berxwedan û ramanên Rêber Apo ditirsin, vê tecrîdê pêk tînin. Sedema girankirina tecrîdê hêza Rêber Apo ya berxwedanê û veguherînê ye.”
BI AWAYEKÎ TEVGIR HATIYE FORMULE KIRIN
Sewsen Şoman, da xuyakirin ku peyama Rêber Apo a ji 7 xalan pêk tê, paradîgmayeke ku hevgirtina navbera gelan xurt bike dide pêş û got, “7 xalên hatine pêşniyarkirin, di çareseriya kaos û krîzên heyî de roleke bingehîn dilîzin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên şênber pêşkêş dike. Xalên hatine pêşniyarkirin bi rengekî ku hemû gelan di nava xwe de vedihewîne, hatine formulekirin. Ev yek ji bo civakên di nava kaos, krîz û zilmê de ne, hêviyê çêdike. Eger mîna nexşerêyekê were destgirtin, wê bi kêr berjewendiya gel be. Pêvajoyeke çareseriyê ku her kes cihê xwe di nav de bigire dikare bê avakirin.”
DIVÊ HEVDÎTIN BI BERDEWAMÎ PÊK BÊN
Sewsen Şoman got, “Rêber Apo rêberekî ku hîmên têkoşîna yekbûyî ya gelan û paradîgmaya tevlêker danî ye. Tecrîda ku li dijî hiqûqa gerdûnî û hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye, dike ku diyalogeke saxlem li hawireke ewle çênebe. Mafê hemû kesan e ku şert û mercên jiyanê yên Rêber Apo bizanibin. Li gorî vê yekê, divê ewil hewira xebatê bê başkirin. Divê tenduristî û ewlehiya wî bê berçavgirtin. Ev yek parçeyekî esasî yê vê pêvajoyê ye. Divê hevdîtin bi berdewamî pêk bên. Ne tenê heyet, divê hevdîtinên malbat û parêzeran jî neyên astengkirin.”
DIVÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ MÎNAK BÊ GIRTIN
Sewsen Şûman, destnîşan kir ku Rêber Apo projeya neteweya demokratîk weke çareserî û alternatîfeke li dijî polîtîkayên qirkirinê pêş xistiye û got, “Ev proje ji bo başkirina kaosa li Rojhilata Navîn hêviye. Bi mînakên şênber re bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em dibin şahid ku bi vê projeye re gel bi hev re jiyaneke demokratîk û azad dijîn. Tê dîtin ku Rêber Apo di peyamên xwe yên dawî de careke din girîngiya vê projeyê destnîşan kiriye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicihanîna projeya neteweya demokratîk, çareseriyeke ku feydê li her kesî bike, pêşkêş dike.”
DIVÊ ŞOVENÎZM BIDAWÎ BIBE
Fernaz Atiye, jî da xuyakirin ku ji bo çareseriya krîza heyî sîstemeke federal divê û got ku peyama Rêberê Gelê Kurd, ji bo berjewendiya tevahiya gelan e. Fernaz Atiye, anî ziman ku Rêber Apo têgihiştineke xurt a demokrasî û wekheviyê diparêze û got: “Di nava hawireke ku şovenîzm lê serdeste de, ne pêkan e ku ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyeke mayînde bê dîtin û têgihiştina wekhevî û demokrasiyê di navbera gelan de bê avakirin. Heta ku nêzîkatiyên şoven ji holê neyên rakirin, nepêkan e ku ev pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber vê yekê, şerta pêşî ya pêkanîna edalet û aştiyê, mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
ŞEFAFÎ Û BEŞDARÎ
Fernaz Atiye, behsa girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kir û got ku divê nêrînên Rêber Apo bên zanîn, şefafî û beşdarbûn esas bê girtin. Fernaz Atiye got, “Hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi Rêber Ocalan re û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, çalakiyeke ku divê tavilê pêk were. Tecrîda tê ferzkirin ne tenê rewşeke li derveyî hiqûqê ye, di heman demê de nêzîkatiyeke siyasî ye. Eger azad bibe wê planên gelek hêzên komploger vala derkevin û ev yek wê rê li ber veguherîneke berfireh veke. Pêşniyarên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine, ji bo pêşî li parçebûna Rojhilata Navîn û hawira kaos û krîzê were girtin roleke sereke dilîze. Lê belê tê fêhmkirin ku tecrîd wê bi hêsanî ji holê ranebe; Tirkiye bi vê polîtîkaya tecrîdê re hewl dide gelê Kurd di bin zextê de bihêle.”