Aktîvîst Sara Abbas anî ziman ku HTŞ û hevparên wê niha zilmeke mezin li Elewiyan dikin û got, “Kiryarên terorê yên girseyî yên li dijî Elewiyan, ji bo wê yekê têne kirin ku ji cih û warê xwe bibin.” Sara Abbas destnîşan kir ku eger destwerdan li vê rewşê neyê kirin wê hîn giran bibe.
Cîhadîstên ku li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîmê bûn desthilatdar, di asta komkujiyê de êrîşî Elewiyan dikin. Aktîvîsta Elewî Sara Abbas ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku rewşa li Sûriyeyê gelekî nediyar e.
MÎNA RÊBAZA POLÎTÎKAYÊ YA REJÎMA BERÊ YE
Sara Abbas diyar kir ku rizgariya ji rewşa di bin bandora mîrateya navendîperestiya tund, nelirêtî, dîktatorî û mafya ji 61 salan bi şevekê nabe û got, “Lê belê ya herî xetere ew e ku komên Îslamîst ên bi rengekî nepen bûn desthilatdar, weke ku li Idlibê kirin projeyên xwe yên ji bo avakirina dewleteke şerîatê bi lez danîn holê. Meqamên girîng hemû ji aliyê şêx û kesên şerîatê û biyanî ve hatin desteserkirin. Hewl didin demê bi kar bînin û di serî de cîhana Rojava li ser hemû aliyên hundirîn û derve manewrayan dikin. Ev yek polîtîkaya rejîma berê ya bi dehan salan e. Lewma di dema pêş de li welêt divê guhertinên girîng bêne kirin.”
ZILMEKE MEZIN LI ELEWIYAN TÊ KIRIN
Sara Abbas ragihand ku Elewî û hin derdorên naskirî ji ber têkiliya xwe ya bi rejîma berê ya Sûriyeyê re xwe di rewşeke krîtîk de dibînin û got, “Piraniya Elewiyan beriya bi salan têkiliya xwe bi rejîmê re qut kiribûn, bi sebir li benda bidawîbûna vê rewşê sekinî bûn, bi hezaran girtiyên xwe yên siyasî hebûn, lê belê li gel vê yekê jî HTŞ zilmeke mezin li Elewiyan dike. Her wiha divê liv û tevgera li gorî rejîma berê weke sûc neyê dîtin. Darizandina mirovan ji ber fikrê xwe yê azad nayê qebûlkirin. Heyet Tehrîr el Şam ku xwedî rêxistiniyeke hiyarerşîk e, pirsgirêkeke cidî ye ku gelek ji komên wê ji kontrolê derketine û li hin herêman Elewiyan dikujin. Mînak li Hûmsê çend roj berê du xwendekarên zanîngehê hatin revandin. Piştre jî mirî hatin dîtin û dîmenên êşkenceyê jî hatin weşandin.”
DIXWAZIN ELEWIYAN JI CIH Û WARÊ WAN BIKIN
Sara Abbas got, “Ji bo Elewî ji cih û warê xwe bibin kiryarên terorê yên girseyî têne kirin” û destnîşan kir ku eger dest li van êrîşan neyê werdan rewş dikare hîn giran bibe.
ÎRADEYA JINAN TÊ DESTESERKIRIN
Sara Abbas ragihand ku meyla Îslamî ya otorîteya nû azadiya jinan di asteke mezin de asteng dike û got, “Mînak piraniya xizmên min ên ku berê serê xwe nendiniuxmandin, bi taybetî li Şam, Hûms û Hamayê neçar man serê xwe binixumînin. Pêşî li jiyana azad a jinan tê girtin û îradeya wan tê desteserkirin. Jinên Elewî xwedî ruhekî azad e. Jinên Elewî di astmosfera heyî ya astengkirina azadiya siyasî de jî karên xwe bi xurtî dewam dikin. Gelek hewldan hene, civîn hatin lidarxistin. Ji bo ewlekirina mafên xwe, hewldanên me yên bi vî rengî wê dewam bikin. Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê re rola dikeve ser milê jinên Elewî hîn mezin bû. Em xwedî wê hêz û fedakariyê ne ku karibin hemû mezheban hembêz bikin û di nava piştevaniyê de bin. Jinên Elewî amade ne ku ji dema bihurî bêhtir bi roleke çalak rabin.”
RÊXISTINIYA JINÊ ŞERT E
Sara Abbas destnîşan kir ku diyalogên jinên Sûriyeyê divê hîn bi xurtî û rêxistinî bin û got, “Jinên Sûriyeyî li ku dibin bila bibin divê ji bo mafên xwe têbikoşin. Ev yek divê ne têkoşîna şexsan be, divê jin hemû di nava têkoşînê de bibin yek. Ji bo ewlekirina mafên jinan şert e ku bi rêxistinî tevbigerin.”
JI BO SÛRIYEYA NÛ MODELA RÊVEBERIYA XWESER
Sara Abbas destnîşan kir ku ji bo tevahiya Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modela herî guncaw e û got, “Ji bo mafên gelan û mafên jinan bêne ewlekirin, modela Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeya nû modela herî guncaw e. Dûrî rejîmeke Îslamî ye ku HTŞ û komên wê hewl didin ferz bikin. Bêguman tecrûbe û modela Rêveberiya Xweser ji bo avakirina Sûriyeya nû ya ku mafên Sûriyeyiyan hemûyan diparêze û îdeolojiyekê li ser wan ferz nake, çavkaniya sûdwergirtinê ye.”