Ji ber salvegera 20`emîn a damezrandina Kongra Star jinên Kantona Firatê li qada Jina Azad daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliya Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star li tevahî jinên şoreşger û jinên cîhanê hate pîroz kirin. Her wiha hate gotin ku, “di şexsê Leyla, Zehra, Hebûna, Arin, Sozdaran de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.”
Berferehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Em 20`emîn salvegera Kongra Star li tevahî jinên şoreşger pîroz dikin. Damezrandina Kongra Star tê wateya damezrandina dad û avakirina civaka exlaqî-polîtîk. Jin xwe birêxistin kir û li tevahî cîhanê deng veda. Û vê yekê jî li Kobanê xwe piştrast kir. Ji bo carekê din em berxwedana jinê bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bikaribin bilind bikin, divê hîn zêdetir em têbikoşin.
Bi polîtikayên qirêj rojane jin ji komkujiyan tê derbas kirin. Li hemberî vê jin di her qadê de xwe birêxistin kiriye. Di şexsê jin de mirovahî tê hedefgirtin, lê wê careke jin mohra xwe li tevahî cîhanê bide. Dema em coş û morala jinên şoreşger yên wekî YJA Starê dibînin, dizanin ku helwesta jinê li hemberî zilamsalarî û dagirkeriyê bilind e û bi dengekî bilind li ber xwe dide. Di bin sîwana Kongra Star de jin xwe birêxsitin dike. Jin tu carî xwe ji ber siyaseta mêr bêdeng nekirine. Berovajî jinê bi rastiya xwe re li hemberî her cure tundî serî hildaye.
Îro di avakirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de dixwazin dîsa mafên jinê binpê bikin û tune bihesîbînin. Ji ber vê pêwîste hemû jin xwe di bin siwana Kongra Star de bibînin û ji her demê bêhtir li ber xwe bidin. Çawa niha li bendava Tişrînê YPJ`ê li ber xwe dide û çawa ku li Kobanê DAÎŞ têk çû, hişmendiya mêr ê serdest jî neçarî têkçûnê ye. Divê em li hemberî her ucre tundiyê bi serbikevin. Bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistanê deng da, pêwîste em ji her demê zêdetir bi wê ruhê di asta herî bilind de têkevin tevgerê û asta têkoşîna xwe bigihînin lutkeya serkeftinê.”