Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Sîncanê dîlgirtî ye, piştî serdana Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya Leyla Guven bi vî rengî ye:
“Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bi salan e li muxatab digere, her carê anî ziman ku derfeteke gelekî biçûk jî hebe ew dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike.
Birêz Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve weke muzakerevanê sereke hatiye destnîşankirin, lewma divê were zanîn ku di serî de jin, gelê me wê xwedî li her cûre pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan derkeve.
Birêz Abdullah Ocalan ev 26 sal in di nava şert û mercên tecrîda mutleq û îzolasyonê ya li Îmraliyê de ji bo wekhevî, azadî û aştiya gelan berxwedaneke destanî dike. Ji bo vê jî çav û guhê bi milyonan mirovî îro li perspektîfê çareseriyê ne ku Birêz Ocalan wê pêşkêş bike.
Li gel şerê ji 50 salan ê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, pêşniyar û perspektîfên peymana civakî ya nû û jiyana azad a Birêz Ocalan di serî de şoreşa jinê ji bo azadî û demokratîkbûna gelê Kurd gelek destketî afirand.
Dema ku mirov taybetmendiya pir çandî, pir nasnameyî ya Rojhilata Navîn tînin ber çavên xwe, dibînin ku perspektîfa çareseriyê ya Birêz Ocalan wê tevkariyeke mezin li aştiya Rojhilata Navîn bike.
Em weke girtiyên jin ên polîtîk, ji bo karibin bersivê bidin hewldana azadîparêz, aştiyane û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em ê di nava pratîkeke cidî de bin. Dixwazim diyar bikim ku bêyî şik û gumanan em amade ne tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.
Gelê Kurd dixwaze ev pirsgirêk bêyî ji sedsaleke nû re bê hiştin, bê çareserkirin. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir pêwîstiya me îro bi yekîtî û hevgirtinê heye. Gelê me ku bi fikrê Birêz Abdullah Ocalan ronî bûye, bi her ferdekî xwe wê bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkeve ku ji dil ji vê yekê bawer dikim.
Bi hêviya ku di demeke ne zêde dûr de bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re li sûrên Amedê govenda aştiyê bigerîne, gelê me bi hurmet silav dikim.”