Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro ber êvarê êrîşî Bendava Tişrînê û nobedarên li bendavê kirin û komkujî pêk anî.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiyê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşa dijî sivîlan binpêkirina qanûna mirovî ya navneteweyî û sûcekî şer e.
Her wiha hat diyarkirin ku îro 2 caran karwana sivîlan hat hedefgirtin. Cara yekemîn dema karwana wesayîtên sivîlan ji kantona Firatê derketibû rê rastî êrîşê hat û li bendavê bi xwe jî êrîşî nobedaran hat kirin.
Rêveberiya Xweser di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku bi berpirsiyartiya xwe rabe û ji bo bidawîkirina êrîşên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina sivîlan tedbîrên lezgîn bigire.