Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên şer bombe li derdora Bendava Tişrînê barand.
Tişrîn ji destpêka meha Kanûnê û vir ve ji aliyê dewleta Tirk ve di bin bombardûmaneke giran de ye. Di êrîşan de gelek caran sivîl hatin hedefgirtin û sûcên şer ên giran hatin kirin. Roja 18’ê Çileyê di êrîşan de 4 sivîl hatin qetilkirin.
Li gel êrîşên îro yên li derdora Bendava Tişrînê dewleta Tirk bombe li navendeke avê ya li nêzî gundê El Hişa yê li rojhilatê Eyn Îsayê berand. Agahiyên berfireh bi dest neketin.