În, 30 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ banga navneteweyî ya li Konseya Ewropayê: Divê biryara şênber bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlmez: Mafê Hêviyê mafekî hiqûqî ye, ne qencî ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Ji bo gelê Êzidî tişta herî girîng xweparastin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû
Çand û Hûner

Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê derbarê şehadeta Bavê Teyar de daxuyanî da û diyar kir ku Bavê Teyar di dilê gel de cihê xwe girtiye û ew welatparêz, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK, di şexsê Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) de hemû şehîdên berxwedanê yên Tişrîn û Qereqozaxê bi hurmet û minetdarî bi bîr anîn û got, “Berxwedan, fedakarî û biryardariya ku vî rêhevalê me yê mezin û biqîmet nîşan dayî, dê tu carî neyê jibîrkirin.”

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê, li ser şehîdbûna hunermend Bavê Teyar a di encama êrîşa dewleta Tirk de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya komîteyê wiha ye: “Di berxwedana 50 salan a Şoreşa Azadiya Kurdistanê de gelek berxwedanên bêhempa hatine pêşkêşkirin.   Pêla qehremaniya dawî ya vê berxwedana ku her kêliya wê qehremaniyek e, li Tişrîn û Qereqozaxê dîrokeke nû dinivîse.

‘QETLÎAMÊN KU WÊ NEYÊN JIBÎRKIRIN, DIDOMIN’

Dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst wekî niha bi hezaran carî li hember vê berxwedana mezin a gelan, bêyî ku cudahiya jin, zarok, ciwan û kalan bike, komkujiyên ku di civak û dîroka Kurdistanê de tu carî nayên jibîrkirin, didomîne.

Sivîlan bombebaran dike, rojnamevan, rewşenbîr û hunermendan bi zanebûn dike hedef û qetil dike. Bi êrîşên dawîn sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê yek din jî zêde kir. Ev êrîşên qirker jî li hawirdoreke ku hewla hevdîtina Rêber Apo tê dayîn û her roj behsa ‘aşitî û xwişk-biratiyê’ tê kirin, pêk tên.

JIYANA XWE BEXŞÎ GELÊ XWE KIR

Herî dawî, di êrîşên li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Bendava Tişrînê nobed digirtin, em bûn şahidê şehadeta gelek sivîlan û gelek birîndaran. Me bi xemgîniyeke mezin zanî ku di nava şehîdên dawî de hunermendê gelê me yê hêja Cûma Xelîl Îbrahîm ku di nava gel de wek Bavê Teyar tê naskirin jî heye. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Ne tenê li Rojava û Sûriyeyê, ji aliyê hemû gelê Kurdistanê ve bi hunera xwe hate naskirin û hezkirin. Bi xebatên xwe yên hunerî di dil û mejiyê gel de cih girt. Ji ber vê yekê di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de hemû jiyana xwe da xebatên çandî û hunerî û ji bo vê yekê xebatên bê hempa pêk anîn. Bi sekn û helwesta xwe ya dawî jî nîşan da ku ew welatparêzekî rasteqîn e, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin e ku li eniyên herî pêş ên berxwedanê cih digire.

BIRYARDARIYA WÎ DÊ TU CARÎ NEYÊ JIBÎRKIRIN

Hevrêyê me yê hêja hunermend Cûma Xelîl Îbrahîm, hevrêyê bi dehan şehîdên çand û hunerê, şopdarê hunermendên mezin ên Şoreşa Azadiya Kurdistanê Hozan Sefkan û Hozan Mizgînan û bi taybet şopdarê Hêvî Şanoger û Yekta Herekolan e. Şervanên Azadiya Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê dê vê berxwedana mezin û biqîmet a rêhevalê me yê hêja yê hunermend ji bîr neke. Bi vê boneyê em di şexsê rêheval Cûma Xelîl Îbrahîm de hemû şehîdên Tişrîn û Qereqozaxê bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û em soz didin ku em ê li ser rêça wan berdewam bin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.

BICIHANÎNA ERK Û BERPIRISYARIYÊ

Di serî de gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn dikin ku li dijî komkujiyan ji her demê zêdetir dengê xwe bilind bikin, dakevin qadan û berxwedanê mezin bikin.

Bila dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanî û ji wan re bibêjin ku divê li dijî van êrîşên faşîzane û qetlîamam derkevin, ji ber ku tenê bi daxuyaniyan gelê Kurd nayê parastin û divê zêdetir berxwedan were raberkirin. Ji hemûyê giringtir em bang li hemû kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr, akademîsyen û hunermend û hemû saziyên di vî warî de dikin ku li dijî van êrîşan nerazîbûneke xurt nîşan bidin û bi berpirsiyariya berxwedanê rabin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kevana Zêrîn hunermend Bavê Teyar bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Biryarnameyên destpêkê yên Trump
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

4’ê Nîsanê li tunelên berxwedanê hate pîrozkirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4'ê Nîsanê li tunelên berxwedanê bi gerandina govendê û stranan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

Hate ragihandin ku gardiyanan bi hinceta ku mercên li koxûşa jinan şermezar kiriye êşkence li…

Ji aliyê Stêrk TV

Giliyê birîna daran a li Gabar û Bestayê hate kirin

Baroyên Sêrt û Şirnexê ji bo rawestandina birîna daran a li herêmên Gabar û Bestayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?