Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Devîren: Ji bo aştiya mayinde û civaka demokratîk divê qada xwecihî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sakçî: Ji bo aştiyê divê rewşenbîr bi berpirsyariyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 2’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo vegera koçberên Êzidî banga pêkanîna şert û mercan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > MXDŞ: Biryara Efûya Giştî xiyaneta li xwîna qurbaniyan e
Kurdistan

MXDŞ: Biryara Efûya Giştî xiyaneta li xwîna qurbaniyan e

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ber biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê rabû ku metirsî heye DAÎŞ'iyên girtî bêne berdan û destnîşan kir ku ev biryar xiyaneta li xwîna qurbaniyên fermanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê (MXDŞ) têkildarî biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê û fikarên xwe anî ziman ku bi vê biryarê re çeteyên DAÎŞ’ê yên ku destê wan di fermanê de hene dikarin bêne berdan.

Daxuyaniya çapemeniyê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Hevserokê MXDŞ’ê Nayif Şemo ve hate dayin.

Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Di havîna 2014’an de, em û civaka me rastî qirkirinek bi plan ya çeteyên DAÎŞ’ê yên sûcdar hatin. Di encamê de, bi hezaran jin û mêr hatin qetilkirin û zêdetirî ji 6000 jin û keç hatin êsîr kirin, li bazaran hatin firotin. Kal, pîr û zarok jî bi armanca tunekirina pêkhateya Êzidî ji ser rûyê erdê hatin qetilkirin.

Parlamenta Iraqê heta îro ji bo naskirina jenosîda Êzidiyan bêdeng maye û neketiye nava hewldanê. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê, biryara efûya giştî ya ku di 22’yê vê mehê de ji aliyê Parlamenta Iraqê ve hate pejirandin, bi tundî şermezar dikin û red dikin.

Pêkanîna vê biryarê bûye sedema vekirina birîna civaka Êzidî, ku hîn jî pêwîstiya wê bi edaletê heye. Diviya Parlamenta Iraqê ji bo lêgerîna jin û mêrên dîl hatine girtin, zelalkirina çarenûsa bi hezaran Êzidîya winda û vekirina bi dehan gorên komî ketiba nava tevgerê û biryar daba. Li şûna ku em bi lêgerîna windayan, azadkirina kesên revandî, qerebûkirina kesên ziyandar û jinûveavakirina herêmên me, Parlamenta Iraqê ji bo kesên ku raste rast di êrîşa qirkirinê ya li ser gelê me di cih girtine, biryara azadiyê dide.

Destûrdana bêcezakirina kesên sûcdar ku ev hovîtî kirine, xiyaneteke li xwîna qurbaniyan û binpêkirina prinsîbên edalet û mafên mirovan e. Ev biryar ne tenê binpêkirina mafên qurbaniyan e, bi awayekî eşkere piştgiriyeke nerasterast e ji bo baskên siyasî yên li Parlamenta Iraqê yên ku hewl didin wêneyê tawankaran paqij bikin û çanda bêcezakirinê bi pêş bixin. Ev yek hevahengiya di tawanên li dijî Êzidiyan de nîşan dide.

Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku demildest vê biryarê betal bike, bi cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan pabend be û nehêle ku sûcdar azadiya xwe bi dest bixin. Em bang li civaka navdewletî jî dikin ku di vê doza dadperwer de li kêleka me raweste û fişarê li Hikûmeta Iraqê bike ku tawankar bên cezakirin.

Em ê ji daxwaza xwe ya edalet û hesabpirsînê venegerin û rê nedin êşên gelê me ji bîra dîrokê bên paqijkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgeha Îranê derbarê Emced Emînî biryara binçavkirinê da
Nûçeya Pişt re Hamas, 4 dîlgirtiyên din ên Îsraîlî radest kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Hevrê Bêrîtan bi helwesta xwe xiyanetê têk bir’

Gaziya şer Sorxwîn Çîçek Têkoşîn anî ziman ku fermandar Bêrîtan bi zanebûn û helwesta xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, li Rojhilatê Kurdistanê di sala 2024’an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl plana operasyona leşkerî ya ji bo Xezeyê erê kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz plana artêşê ya ji bo bidestxistina bajarê Xezeyê erê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?