Sêşem, 7 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besiye Ozer piştî 30 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Îkram Mihyaz ê hate qetilkirin, kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 5 mehan de 303 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Midûra Karên Nivîsê ya Azadiya Welat hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê li Sineyê Tara Hewramî bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî li Wanê bi jinên astengdar re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora meha Hezîranê ya MKG’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin: Rojava rûmeta me ye
Rojane

Dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin: Rojava rûmeta me ye

Li gelek bajaran êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên weke Edene, Enqere û Sêrtê hatin protestokirin. 

EDENE

Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  li Parka Înonuyê daxuyaniyek da û çalakiya nobetê li dar xist.  Li gel partiyên siyasî û nûnerên civakê Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt jî beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de pankartên ‘‘Rojava’’ û ‘‘Em êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar dikin’’ hatin vekirin û dirûşmeyên ‘‘Bijî Berxwedana Rojava’’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr axivî û Aydemîr li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Ger desthilatdarî di mijara aşitî û pêvajoyê de jidil be divê beriya her tîştî êrîşan bide sekinandin û rêzê li sazî û destkeftiyên gelê Kurd bigire. Em ê têk neçin û li ber xwe bidin.’’

Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt jî diyar kir ku Tirkiye li aliyekî li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne û li aliyekî jî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Kûnt destnîşan kir ku ji bo aşitiya civakî divê dersthilatdarî dev ji polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirinê berde û bang li desthilatdariyê kir ku guh bide dengê Rêber Apo yê aşitiyê.  Dîlan Kûnt Ayan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd wê tu caran dev ji têkoşîna azadiyê bernede û dê tim li ber xwe bide.’’

Piştî axaftinan çalakî bi nobeda rûniştinê bi dawî bû.

SÊRT 

Saziyên civakî û partiyên siyasî yên li Sêrtê li ser Cadeya Guresê  bi daxuyaniyekê êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Bijî Berxwedana Zindana’’, ‘’Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin’’ û ‘’Em ê Bi Têkoşînê Bi Ser Bikevin’’ hatin berzkirin û pankarta ‘’Eê li dijî şer aşitiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin’’ hate vekirin. 

Di çalakiyê de Rêvebera ÎHD’ê ya Şaxa Sêrtê Zozan Akdogan Nas axivî û li hemberî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe nîşan da. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ji aliyên çeteyên ku dewleta Tirk wan xwedî dike, gelê Kurd tê qetilkirin. Li Tişrînê rojnamevan, hunermend, siyasetmedar, zarok û jin tên qetilkirin. Em welatiyên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û kiryaran şermezar dikin. Kesên ku êrîşî Tişrînê dikin, li Bakur welatiyan binçav dikin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Em baş dizanin ku ev tek tên kîjan wateyê. Lê belê têkoşîna vî gelî dê pêşiya wan bigire. Em ê di ronahiya Rojava de aşitiya birûmet pêk bînin.’’

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ bi dawî bû.

ENQERE

Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Enqereyê jî li êşiya Birdariya Madenvanan çalakiya nobedê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên ‘’Rojava rûmeta me ye’’ û ‘’Bila êrîşên li ser Sûriyeyê werin sekinandin’’ hatin vekirin. Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Fatîn Kanat axivî û got: ‘’Ji aliyekî ve xebatên têkildarî aşitiyê têb birêvebirin û ji aliyekî ve jî êrîş pêk tên. Ev yek rê li ber tevliheviyan vedike.’’

Kanat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aşitiyê û got: ‘’Neheqî û bêedaletî gelekî rû didin. Tekane tişta ku rê li ber jinavçûn û dejenerebûna civakê bigire, aşitî ye. Nabe ku hûn li vir bi gelê Kurd re qala aşitiyê bikin û li dijî Rojava jî êrîşan pêk bînin.’’

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zarîn Kobanê: Azadkirina Kobanê ji bo gelan deriyê ronahiyê vekir
Nûçeya Pişt re Parêzer Firat Epozdemîr hat girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê bi mezinkirina Çapemeniya Azad em tola şehîdan hilînin’

Rojnemevan Biryar Efrîn li ser hedefgirtina rojnemevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn axivî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Di civîna GEF’ê de nîqaşa li ser fînansmana kesk

Civata Giştî ya 8'emîn a Fona Hawirdorê ya Global ku li bajarê Semerkant ê Ozbekistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rûsyayê piştî 450 salan volkenek dîsa çalak bû

Volkana Kracheninnikov a li Nîvgirava Kamtchatkayê, ku li Rojhilata dûr a Rûsyayê ye, piştî 450…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Krîza avhewayê ne tenê pirsgirêka welatên xizan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dewlet helwesta xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mûrat Karayilan: Divê dewlet gavên cihê baweriyê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?