Di saetên êvara îro de, artêşa Tirk a dagirker gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.
Di encama topbaranê de di nav de 2 zarok 3 kes birîndar bûn û navên wan wiha ne; Erîc Xalid El Hisên (20), Asya Hemed El Hisên (12) û pitikê bi navê Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (6 mehî) birîndar bûn.
Pitikê bi navê Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (6 mehî) ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.