Tevî ku di ser destpêkirina sala xwendinê re nêzî 2 meh derbas bûne jî, lê rewşa xwendekar û mamosteyên ku berê li dibistanên Rêveberiya Xweser dixwend, hîn diyar nebûye.
Îro bi dehan xwendekarên Efrîn û Helebê yên ku li dibistanên Rêveberiya Xweser dixwend, li dijî paşguhkirina wan, li bajarê Efrînê çalakî li dar xist.
Xwendekaran di dema çalakiyê de daxuyanî da û daxwaza çareserkirina rewşa xwe kir.
Daxuyaniya Komeleya Xwendekarên Efrîn û Helebê wiha ye:
“Em îro xwendekarên Efrîn û Helebê rastî dûrxistineke sîstematîk tên, ev dûrxistin bandora wê li hemû alî û beşên jiyana me ye rojane heye, ji kêmasiyên ziman heta cihnegirtina me di dibistanan de. Her car soz tên dayîn û hewldanên çareseriyê tên gotin lê li ser erdê tiştekî pratîk nîn e û ev gefek e mezin e li ser sala me ya perwerdeyê.
Îro em ne xwe û ne jî mamosteyên xwe yên Helebê û Efrînê di entegrasyona saziyên civakî û perwerdeyê de nabînin. Tevî ku mamosteyên me yên herî kedkar û xwedî hêz bûn di tevahiya rewşên şer û dorpêçê de tu carî dest ji mafê perwerdekirina xwendekaran bernedaye, em bi awayekî lezgîn daxwaza entegrekirina mamosteyên Efrîn û Helebê dikin.
Êdî bes e ji hewldanan re! Em tiştekî berbiçav dixwazin.
Her wiha ji bo xwendekarên bawernameyan refa nehan û refa dozdehan hatibû gotin ku ji bo wan qonaxeke veguhêz bi programa Rêveberiya Xweser heye lê mixabin heta niha hezar xwendekarên her du qonaxên bawernameyê li derveyî dibistanan mane û li benda qonaxa veguhêz in.
Ev 2 meh ji maf û demên wan ê perwerdeyê derbaz dibe lê heya niha tu bersivdayîn ji hêla wezaret û şaxên wê ve nîn e.
Bes e ji van kiryarên dirêj re! Em daxwaza bidawîkirina vê rewşê di navbera 2 hefteyan de dikin û ger mafê me di perwerde û entegrasyonê de tekez nebe em dest ji mafê xwe bernadin û her roj em ê li kolanan bin.”

