Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nuñez daxuyanî da radyoya RTL’ê û diyar kir ku bikaranîna bombeyên deng ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di çalakiyên xwendekarên lîseyê de hatiye rawestandin.
Laurent Nuñez anî ziman ku biryar piştî wê bûyerê hate dayin ku li bajarê Lensê xwendekarekî lîseyê yê 15 salî ji ber teqînê destê wî jê bû. Wezîr diyar kir ku heta encamên lêpirsîna li ser bûyerê eşkere bibe wê cebilxaneyên bi vî rengî di çarçoveya tevgera lîseyê de neyên bikaranîn.
18 LÊPIRSÎNÊN IGPN
Wezîrê Karên Hundir ragihand ku hejmara lêpirsînên di çarçoveya Mufetîşiya Giştî ya Polîsên Neteweyî (IGPN) de gihîştiye 18’an.
Hate ragihandin ku destpêka xwepêşandanên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 200 xwendekarên lîseyê birîndar bûne.
ROJA SÊŞEMÊ 450 HEZAR KES DAKETIN QADAN
Li gorî Wezareta Karên Hundir roja Sêşemê li seranserê Fransayê herî kêm 256 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn. Ji van 56 hezar kes li Parîsê meşiyan. Li gorî amadekaran jî li seranaserê welêt 450 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn.
Roja Sêşemê 488 kes hatin binçavkirin, 43 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn. Wezareta Karên Hundir a Fransayê diyar kir ku ji 28’ê Îlonê û vir ve 6 hezar û 547 kes hatin binçavkirin.
Wezareta Perwerdeyê jî diyar kir ku heman rojê li seranserê welêt li 891 saziyên perwerdeyê ders bi temamî yan jî hinek ji wan hate rawestandin.
Xwepêşandanên şermezarkirinê bi daxwaza veqetandina çavkaniyên hîn zêdetir ji bo saziyên perwerdeyê ji aliyê xwendekarên lîseyê ve hate destpêkirin. Ji ber destwerdanên hêzên ewlekariyê yên rojên dawî û birîndarbûna xwendekaran veguheriye nîqaşeke berfireh.

