Li gorî nûçeya Rojnews’ê, balafirên şer ên Tirk li Ranyayê wesayîteke sivîlan hedef girt.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûn û welatiyek jî birîndar bûye.
Di saetên nîvro de jî balafirên şer ên Tirk, li bajarokê Dinarte yê girêdayî navçeya Akrê ya bajarê Duhokê êrîşeke hewayî pêk anîbû û du kesên bi hev dû re zewicî, şehîd kirin.