Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûtem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji 20’ê Tîrmeha 2023’an ve hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 558’an de bi koma 110’an didome.
Merasîma dewirgirtina çalakiyê li navenda Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM), bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 109’an Fadîle Tok axivî. Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di dalakiyê de ne û got: “Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin, şert û mercê Rêber Apo yên ji bo azadiyê mîsoger nebe û heta pêvajoya ku Rêber Apo destpêkirî mîsoger nebe em dest ji çalakiyên xwe bernadin.
Wek gelê Mexmûrê em ê li gel gelê Rojava, berxwedêrên Tişrîn û gelê Başûr yê berxwedêr bin. Ji bo vê jî em dibêjin pêwîste herî zêde gelê Başûr rabin ser xwe, ji ber ku her roj gel tên qetilkirin û em şahadetan didin. Ma wê heta kengê gelê Başûr li rûmeta xwe xwedî derbikeve? Em dibînin Mala Barzan kiryarên xwe bi kur û biraziyê xwe ve li Enqere li bi celadên gelê xwe re dirûnin û projeyan didane. Ev hevdîtinên ku li Bexda û li Tirkiyê hatine kirin hemû jî biryarên qetilkirina Kurda û têkbirina tevgera gelê Kurde. Em vêya baş dizanin wê ew bi ser nekevin, wê serkeftin ya Rêber Apo û gelê berxwedêr be.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Apo jiyan nabe” dewrî koma 110’an hat kirin.