Duh 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş hate birîn û îro jî li şûna Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî qeyûm hate tayînkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan.
Çîgdem Kiliçgun Uçar, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Helwesta AKP’ê helwesta derbekar e. Îradeya gel hate xespkirin. Rêya derbeya li dijî gel jî, bi cezadayina Hevşaredar Sofya Alagaşê amade kirin. Talankeran, careke din demokrasî binpê kirin. Ev zîhniyeta xespkar û talanker sê caran li hemberî îradeya gelê Sêrtê têk çûn û dê dîsa têk biçin. Di dawiya dawî de ev zordestî dê ji vê xakê bê paqijkirin. Heta ku gelê Kurdistanê biser dikeve dê teslîmî xespkaran nebe û xwedî li îradeya xwe derkeve. Rejîma dîktayê dê dê nekare me ji israra me ya ji bo pêşerojeke azad û wekhev bigere. Em ê têkoşîna xwe ya hevpar a li dijî derdorên derbekaran berfirehtir bikin û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî ev tişt anî ziman: “Îktîdara AKP’ê, bi siyaseta xwe ya qeyûm re careke din bêtehemûliya xwe ya li hemberî gelê Kurd nîşan da. Xespa ku bi destê qeyûman tê kirin, ne tenê derbeyeke li dijî îradeya azad a gel e, di heman demê de nîşaneya têkçûna wan a siyasî ye. Îktîdara AKP’ê ku hewl dide bi dijminatiya Kurdan emrê xwe yê siyasî dirêj bike, bi siyaseta xwe ya hîle û kompasan êdî rewatiya xwe nema ye. Îktîdar, bi siyaseta qeyûm re her wiha nêzikatiya xwe ya li hemberî pirsgirêka Kurd jî careke din nîşan da. Siyaseta qeyûm û derbeyê heta niha tu xizmet ji nîqaşên çareseriyê nekiriye û dê neke jî.”