Bi hezaran şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê ji bo veşartina cenazeyê şervanê QSD`ê Zinar Amûdê (Civan Îbrahîm) ku di 27’ê Çileyê de li bajarê Şedadê şehîd bûbû, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de nasnameyên şervanên QSD`ê Reşo Amûdê (Bedran Derwîş) ku di 7’ê Çileyê de şehîd bûbû û Ceno (Xidir Mûrad) ku di 8’ê Çileyê de li eniyên bendava Tişrînê şehîd bûbûn, hate
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Cewahir Osman axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Cewahir her wiha got: “Zarokên me li eniyên bendava Tişrînê li ber xwe didin û ji hemû cîhanê re îsbat kiriye ku berxwedana bendava Tişrînê dîrok û siberoja me ye.”
Cewahir wiha dewam kir: “Em ji bo şehîdan soza şopandina rêya wan û têkbirina hemû planên dijminan, didin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Zelal Amûdê jî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên me dagir bike, lê berxwedana me hemû planên wê pûç kirin, ji ber ku em xwediyê xakê ne.”
Şervanê QSD`ê Milîtan Amûdê jî axivî û wiha got: “Hevalên me ji mirinê netirsiyan û xwedî ruhekî fedaî bûn, em bi şehadeta wan ji parastina xaka welat serbilind in û soza şopandina rêya wan didin heta ku serkeftin pêk bînin.”
Piştî ku belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Zinar Amûdê bi tilîliyan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.