Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > QSD: Di nava 24 saetan de 12 dagirker hatin kuştin
Rojava

QSD: Di nava 24 saetan de 12 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên dawî de 12 çete hatin kuştin û 22 dagirker jî birîndar bûn ku 3 jê leşkerên Tirk e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Çile 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya berxwedana 30’ê Çileyê ya li dijî êrîşên hêzên dagirker eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Doh (Pêncşem) balafirên şer derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê bombebaran kirin. Di heman demê de bi obîsên giran jî herêm topbaran kir.

Li hemberî êrişên dagirker û çeteyan, hêzên me li başûrê Minbicê li kombûnên çeteyan xist. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Yekîneyên Şehîd Harûn li erebeyên çeteyan xist, di encamê de 3 erebeyên leşkerî yên bi tîpên Toyota, Jeep û Van derb xwarin. Yekîneyê 2 kombûnên çeteyan kirin hedef, li wir bi qasî hat tesbîtkirin, 4 çete hatin kuştin ku 2 jê Ozbek in û 12 çete birîndar bûn.

Li eniya Pira Qereqozaxê, hêzên me wek bersivdayîna komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê kiribû, çalakiyeke bibandor li dar xist. Di çalakiyê de baregeha dagirkerên Tirk a li Hoşeriyê hat bombebarankirin. Di encamê de 3 leşkerên Tirk birîndar bûn, wesayîteke BMB ya dagirkeran derb xwar, 3 çete birîndar bûn û 2 erebeyên din jî derb xwarin.

Şervanên me di çalakiya duyemîn de li Girê Qereqozaxê li bendeke çeteyan xist. Di wê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq, Melha û Bîr Hiso, balafirgeh û depoyên genim ên Sirînê yên li başûrê Kobanê bi dijwarî bombebaran kirin. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan û Melha, girên Sêvê û Qereqozaxê yên li başûrê Kobanê bi obîs û moşekan hatin topbarankirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li eniya Dêr Hafirê liv û tevgera dronên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nesekinî. Balafiran 4 caran êrişî nuqteyên hêzên me kir. Di encamê de 2 şervanên me bi sivikî birîndar bûn û sivîlek şehîd bû. Şervanên me bi 2 çalakiyan bersiva dagirkeran da. Çalakiya yekemîn li dijî kombûnên çeteyan hat lidarxistin, di encamê de 6 çete hatin kuştin. Di çalakiya duyemîn de jî 2 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn û 3 motorsîklet hatin rûxandin.

Bîlançoya doh: 2 jê çeteyên Ozbekî, bi giştî 12 çete hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û 22 çete birîndar bûn, derb li wesayîteke zirxî ya BMB û 5 erebeyên leşkerî yên çeteyan hatin xistin û 3 motorsîklet hatin rûxandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Panama: Kanala Panama ne ya mijara danûstandinan e
Nûçeya Pişt re Rewşenbîrên Sûriyeyî ji bo Kurdan banga çareseriya rêveberiya nenavendî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Berlînê amadekariyên ji bo meşa Kolnê qediyan

Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz got, "Ji bo meşa…

Ji aliyê Stêrk TV

16 baroyan bang kir ku kêmahiyên ‘qanûna çarçoveyê’ bên temamkirin

16 baroyan piştgirî dan qanûna ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ya li Meclîsa Tirkiyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo hersê jinên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurdistanê Sakîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan dest bi çalakiyên 25 mijdarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?