Yekşem, 31 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi girseyî serdana Hasan Ogut ê piştî 32 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jiyana du birayên ku darizandina wan dest pê kir di xetereyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin
Jin

Encamnameya Kongreya Jinan a li Qamişlo hat eşkerekirin

Encamnameya Kongreya Jinan a Qamşlo hat eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo qadên siyasî, civakî, hiqûqî, aborî û perwerdehî pêşniyar hatin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi pêşengiya Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka, di 3 û 4’ê Sibatê de bi sernavê “Beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya nû de pêdivî ye” kongreyek jinan li Qamişloyê hatibû lidarxistin. 

Encamnameya kongreyê bi vî rengî ye:

PÊŞNIYARÊN SIYASÎ Û QANÛNÎ

“- Bi armanca yekkirina xebatên rêxistinên têkildarî pirsgirêkên jinan û mîsogerkirina beşdariya jinan di qonaxa derbasbûnê de, her wiha bi armanca beşdariya jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên Sûriyeyê hate kirin.

– Divê temsîla jinan di komîteya nivîsandina destûrê û navendên biryardayînê (desthilatên rêveber, qanûnsaz û dadwerî) de mîna ye mêran be.

– Divê di destûra nû de bendên parastina mafên jinan, kirîmînalîzkirina tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê hebin.

– Divê planeke nîştimanî ya parastina mafên jinan, pêkanîna peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî aktîfkirina rola jinan di navakirina aştiyeke mayînde û jinûve avakirinê de, were amadekirin.

– Divê edalet ji bo jinên ku di demên şer de mexdûr bûne, hatine koçberkirin û tundiya zayendî li ser wan hatiye kirin pêk were.

– Em banga rawestandina hemû kiryar, nêzîkatî û daxuyaniyên li ser esasê cudekariya civakî dikin. Divê peyman, biryar û lihevkirinên navneteweyî yên taybet bi mafên jinan û rola wan di avakirina aştiyê de werin pêk anîn û dawî li tundiya li ser jinan were anîn.

– Li hundir û derveyî Sûriyeyê platformên çalakvanên jinên Sûriyeyî werin avakirin ku nûnertiya dengê jinên Sûriyeyî bikin, dozên wekheviya di navbera her du zayendan de ji meylên siyasî werin cudakirin.

– Divê bi rêya piştgiriya lêkolînên girêdayî pirsgirêkên jin û jinên ciwanan werin kirin û bi rêya platforêmên xwecih û navneteweyî yên jinan werin belavkirin.

– Di demên şer de jîngeh were parastin.

PÊŞNIYARÊN ABORÎ

– Piştgirîkirina projeyên gêşpêdanê yên domdar û hêsankirina karsaziya jinan.

– Zêdekirina gihandina jinan ji çavkaniyên aborî û balkişandina li ser pêşketina jinên gundan.

– Pêşxistina û alîkdardayîna kooperatîfên jinan.

– Bi armanca dabînkirina jîngeheke ewle û piştgiriya jinan di kar de, her wiha ji bo parastina jinan ji destdirêjî û îstismarkirinê, divê sendîkeyek ji bo jinên kedkar were avakirin.

– Pêşxistina hişmendiya jinan li ser mafê mîras, pêşxistina xweseriya dirav û milk û mafê jinê yê karkirinê.

PÊŞNIYARÊN CIVAKÎ

– Pêşxistina çanda wekheviya zayendî û dadmendiya civakî, bikaranîna medyayê ji bo belavkirina van nirxan.

– Piştgiriya saziyên lênêrînê û parastinê, dayîna piştgiriya derûnî, civakî û yasayî ji bo jin û jinên ku bûne qurbaniyên tundiyê.

– Urf û edetên neyînî yên civakî (zewaca zarokan, zewaca hilbijarî, zewaca berdêlî, bêparkirina jinan ji mîratê, astengkirina perwerdeya jinan), binpêkirinên mafên jinan in. Li hemberî van urf û edetan divê hişyarî were belavkirin.

– Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî jinan û peydakirina mekanîzmayên berdewamkirina xebata wan.

– Şikandina qalip û rolên civakî yên stereotip û aktîfkirina rola wan di geşkirina civakî ya domdar de.

– Bihêzkirina rêvebiriya civakî ya jinan û piştgirîkirina xebatên wan ên ji bo avakirina aşitiyê û xurtkirina hevgirtina civakî.

PÊŞNIYARÊN PERWERDEHÎ Û REWŞENBÎRÎ

-Divê perwerdeya bingehîn ji bo her du zayendan mecbûrî û bêpere be. Divê perwerdehiya di astên bilind de li gorî îmkanên jinan/keçan bêpere be

-Divê meteryalên perwerdeyê werin pêşxistin. Divê qalibên klasîkî yên şaş ên der barê jinan de werin rakirin û perwerde ji îdeolojiya siyasî bê cudakirin.

– Piştgirîkirina perwerdeya jinan bi rêya platformên elektronîkî, kampanyayên fêrkirina li ser xwendin û nivîsandinê. Dabînkirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle.

-Divê ji bo bexşeyên zanistî, wezîfedarkirin û lêkolînên akademîk di navbera zayendan de derfet werin peydakirin.

– Telafîkirina windahiyên xwendinê yên zarokên keç ku di salên borî de ji ber koçberî û encamên şer dev ji xwendinê berdaye. Peydakirina mekanîzmayên naskirina bawernameyên xwendinê yên jinên ciwan.

Em jinên di vê kongreyê de hazir bûne, em teqez dikin ku em ê têkoşîna ji bo mîsogerkirina beşdariya jinên Sûriyeyî di tevahî qadan de bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku ne pêkan e Sûriyeya siberojê bêyî beşdariya rasteqîn a jinan di tevahî qadên jiyanê, siyasî, civakî û aborî de ava bibe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye!
Nûçeya Pişt re Zarokê 8 salî yê di komkujiya Sirînê de birîndar bibû, şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Ne qeyûm wê vîna jinan bi ser bikeve

Meclisa Jinan a DEM Partiyê êrîşa polîsan a li dijî parlamentera Şirnexê Newroz Ûysal şermezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Soydan Akay giran dibe

Soydan Akay ku zêdeyî 30 sal in girtî ye, ji ber êşkenceyê metirsî li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî Bahçelî pêvajo ber bi dawiyê ve diçe

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di axaftina li koma partiya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Efxanistanê tundiya li ser jinan tê veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?