MAK’ê têkildarî çalakiyên xwe daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Milîsên me 6’ê Sibatê di saet 11.00’an de li Qada Apê Mûsa ya li navçeya Licê ya Amedê teknîka dagirkeran hedef girtin.’’
MAK’ê got: ‘’Fotokapan û sensorên dengî yên ku dagirkeran li qadên gerîlayan bi cih kiribûn, ji aliyê milîsên me ve hatin tespîtkirin û hatin îmhakirin. Di encama çalakiyê de 2 fotokapan, 2 sensorên dengî û 2 jî panelên enerjiyê hatin îmhakirin. Em bi vê çalakiya xwe fermandarê HPG’ê Eylul Amed (Mûrat Uçer) bi bîr tînin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav dikin.’’
MAK’ê têkidarî çalakiya xwe ya li Wanê jî ev yek anîn ziman: ‘’Milîsên me 2’yê Sibatê li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi bombeyên destçêkirî li dijî bazirganên tiryakê çalakiyek li xist. Milîsên me bi bombeyên destçêkirî bazirganên tiryakê hedef girtin.’’
Her wiha di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo jî hate şermezarkirin û ev yek hate gotin: ‘’Em bang li hemû gel û milîsên xwe dikin ku bi ruhê gerîlayên azadiyê û berxwedana li Bendava Tişrînê têkoşînê mezin bikin û li hemberî hêzên komploger û dagirker şerê rûmetê mezintir bikin.’’