În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    29’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kampanya navneteweyî banga ji bo ‘mafê hêviyê’: Bikevin nava tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 126’an de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê nehêlin ku hêviya aştiyê bê têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Oktay Kelebek re yê di greva birçîbûnê de ye şekir nayê dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Tekez wê vîna jin û gelan bi yekîtiyê bi ser bikeve
Jin

Tekez wê vîna jin û gelan bi yekîtiyê bi ser bikeve

Tekez divê were zanîn ku serdema yekîtiya gelan hatiye. Ew yekîtiya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo qala wê kiriye wê jiyanî bibe û pergalên desthilatdar dê têk biçin. Serketin wê bibe ya jinan û civaka mirovahiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Weke bi zelalî tê dîtin li pişt bicihkirina El Colanî mixabin dîsa hêzên global ên sermayedar hene û ew jî di nav xwe de Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dihewîne. Ew dewlet û hêzên debdebe yên firsendperest jî hêzên pergala sermayedar a Ewropayê ne. Weke çawa di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de pergala padîşah û keyên Rojhilata Navîn tev hilweşandin û dewletên netewe ava kirin, niha jî di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, ketine nav hewldana wan dewletokan yek bi yek hilweşînin û li şûna wan jî modeleke nû bi cih bikin. Piştre jî bikin bela serê gelan. Jixwe ji durûvê modela wan a nû jî xuya dike wê tevgerên tundrew bînin ser desthilatê û li ser gelan serwer bikin. Weke çawa piştî ew qas şer û kuştinan hêzên NATO’yê ji Efganistanê vekişiyan û meydan ji tevgera tundrew a Talîban re hiştin niha jî bi heman rengî piştî hilweşîna pergala tundrew a Esed hema ji nişka ve El Colanî danîn şûna wî û hewl didin qedera gelên Sûriyeyê reş û tarî kirin.

Her çi qasî çûna Esed baş be ew qasî jî hatina El Colanî ya ser desthilatê xeternak û metirsîdar e ku heman tundî wê li Sûriyeyê were meşandin. Dema pergala Baas a tundrew hilweşiya tevahî gelên Sûriyeyê ketin nav kelecan û kêfxweşiyek mezin, lê mixabin ew kêfxweşî di qirika wan de ma û dibe ku li desthilatdarên berê poşman jî bibin. Ew hêzên tundrew, ji xwe ez ê ji wan re nebêjim, ‘hêzên tundrew ên Îslamî’, ji ber ew ne Îslam in û ti tiştekî wan bi Îslamê re nîne. Îslama Hazretî Muhammed a heqîqî gelekî cuda bû. Tevgerên tundrew ên îro navê Îslamê bi kar tînin, bi rastî neheqiyek pir mezin li pêxemberê Îslamê H.z Muhammed jî dikin. Bi heqê Xweda mirov çawa dikare ji Erdogan re bibêje Îslamî? Her wiha ji yên dibin sedema kuştina jin û zarokan re mirov çawa bibêje Îslamî? Tekez ti têkiliya wan tundrewan bi Îslamê re tineye. Ji ber wê tenê ez dikarim ji wan re bibêjim qatilên dirinde û tundrew.

DIVÊ TENÊ BI DAXUYANIYAN SÎNORDAR NEMÎNIN

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de biryar hatiye girtin dewletokên neteweyî ji holê rakin û weke diyar dibe di serî de Tevgera Filistînî Hemas û Hizbullaha Lubnanî kirin hedef û dixwazin bi temamî ji holê rakin. Li pey wan jî pergala BAAS a li Sûriyeyê hilweşandin û niha jî Îrana meleyan di hedefê de ye. Di heman demê de metirsî li ser Iraqê jî hene. Bi kêmanî pergalên dewleta netewe, civaka ji heman nîjadî digirt nav xwe, lê pergalên tundrew ji bilî çeteyan ti hebûnekê nahewîne. Ji ber vê pergalên tundrew kirina desthilatdar a li ser gelan gelekî xeternak û dirinde ye. Bi rastî careke din hatina Trump a ser desthilata Amerîkayê mirovan gelekî dide fikirandin. Di nêrîna min de divê gelên Amerîkî û tevahî gelên Ewropayî ji vê desthilatê bitirsin û pêşî lê bigirin. Naxwe wê mirovahî û di serî de jî gelên Ewropayî di pêşerojê de rastî poşmaniyeke mezin bên. Hewce ye zanibin ku tiştên tên serê me hemû ji destê siyaseta pergala kapîtalîst û sermayedar a Ewropayê ye.

Gelek hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, dost û hevalên me yên Ewropayî hene, lê bi rastî ez hewldana wan kêm dibînim û tenê bi dil û zimanê xwe, bi gelên weke me bindest re ne. Ev jî tekez têrker nîne. Pêwîst e hewldanên wan ên pratîkî hebin. Ya din jî divê pergala dewletên Ewropayê ya temsîla hêza navendî dike, bixin bin zextên qanûnî. Her wiha bi xwe jî hewl bidin ku çalakiyên xwe global bikin.

Bi rastî gelê Kurd û gelê Ereb, tevî hemû gelên Sûriyeyê bi rojan e di nav çalakiyan de ne. Bi qehremanî têkoşîneke destanwarî dimeşînin. Lê hîn jî ti hewldanên pratîkî ji raya giştî û hêzên mafên mirovan çênebûye, tenê bi daxuyaniyan sînordar dimînin. Her çi qasî daxuyanî girîng bin jî, pratîzekirin pêwîst e. Divê were zanîn ku xeteriya wan hêzên tundrew li ser tevahî cîhanê jî heye û bêyî dereng bibe hewce ye raya Giştî ya navneteweyî bi lezgînî helwesta xwe ya pratîkî û qanûnî deyne holê, zextan, li ser Yekîtiya Ewropayê bikin da ku pêşî li dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bigirin. Divê mirovahiya îro li ser bendava Tişrînê tê qetilkirin rizgar bikin. Ji ber xeteriyek mezin li ser mirovahiya ku temsîla xwe di gelên Sûriyeyê de û bi taybet jî di gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike heye.

JIN BI YEKÎTIYÊ DIKARIN BI SER BIKEVIN

Gelê Kurd ê li Sûriyeyê bi salan li dijî dijminê mirovahiyê yên DAÎŞ’ê li ber xwe dan û şer kirin. Vî gelî 11 hezar şehîd û 20 hezar birîndar dan û hîna jî didin. Ez li vir pirs dikim û dibêjim gelo vî gelê berxwedêr û têkoşer ma heq nekiriye were parastin û mirov xwedî lê derkeve? Ma ne bi salan e çeteyên DAÎŞ’ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digirin da ku zerarê nedin cîhanê û mirovatiyê. Eger hêzên YPG-YPJ û QSD yên ji şervanên qehreman û şerker pêk tên mirovahî neparastibana gelo wê rewş çawa bûya?

Tekez divê were zanîn ku li Sûriyeyê û di şexsê Sûriyeyê de tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê di nav xeteriyê de ne û divê bi lezgînî werin rizgarkirin. Tişta Rêber Apo xwestiye di parêznameyên xwe de bide fêmkirin ew e ku mirovahî ji destê pergala sermayedar a cîhanî ketiye nava kaoseke pir kûr û tê xeniqandin. Tenê bi yekîtiya gelan û hêzên demokratîk dikare were rizgarkirin. Niha jî ew roj hatiye ku li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo yekîtiya gelan were çêkirin û mirovahî ji wê pergala riziyayî ya 5 hezar salan rizgar bibe, xwe bi xwe biryara xwe bide. Tekez divê were zanîn ku serdema yekîtiya gelan hatiye. Ew yekîtiya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo qala wê kiriye wê jiyanî bibe û pergalên desthilatdar dê têk biçin. Serketin wê bibe ya jinan û civaka mirovahiyê.

Bi qasî gelan jin jî îro li Sûriyeyê di nav pencên qirkirina çandî de ne. Pêwîst e tevahî jinên cîhanê yên azadîxwaz xwedî li jinên Sûriyeyê derkevin. Ew jinên 14 salan pêşengtî ji şoreşê re kirin û bi qehremanî dijberî hêzên herî tundrew ên cîhanê li ber xwe dan û şer kirin û îro jî careke din bi heman hêzan re rû bi rû tên. Rojane gef li wan tê xwarin ku wê careke din weke serdema DAÎŞ’ê di nav paçên reş de werin çewisandin û kolekirin. Ji bo wê ez bang li tevahî jin û civakên azadîxwaz dikim û dibêjim werin em tev bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo li şûna hêzên tundrew û dirinde, mirovahiya azad û demokrat bi ser keve. Tekez wê vîna jin û gelan bi yekîtiyê bi ser keve.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Parêzer Sarsilmaz sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê kirin
Nûçeya Pişt re Hêvî Mûstefa: Eger helwesta Kurdan nebe yek dê Lozanek din bi serê wan were
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên Elewiyan çûn serdana şaredariya Dersimê

Nûnerên rêxistinên Elewiyan ên li dijî derbeya qeyûm çûn Dersimê, peyamên piştevanî û berxwedanê dan.

Ji aliyê Stêrk TV

Birîndara Tişrînê: Me bi stran û dîlanên xwe bersiv da dijmin

Fatma Xelîl ku yek ji birîndarên di êrîşa li ser bendavê de bû, diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Akrê 2 kes qetil kirin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li bajarokekî Başûrê Kurdistanê bombe kir û 2…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

YE’yê bi pergala nû ya sînoran re rê neda ketina zêdetirî 27 hezar kesan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?