Pêncşem, 28 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 164’an a Komkujiya Roboskî de daxwaza edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muslim: Tecrûbeya me ya li Rojava bêhempa ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arinç: Daxwaza welatîbûna wekhev û mafê hêviyê divê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê rojnamevanên di salên 1990’î de hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon li serokên berê yên meclîsê guhdarî dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hewldana xerakirina gorên xwişk-birayên Onkol

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamoste Şemal li Kifriyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî ji bo aştiyê banga ‘hevkariyê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata jinên Êzidî de peyama Rêber Apo hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê Cûdî Zagros bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zerdeşt Mêrdîn: Hevalê Koçero Urfa ji bo me xetek e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Şengal wê bibe navenda ronakbîriyê ya Êzidiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hûn bi qedexeyê nikarin aştiyê tune bikin, em ê aştiyê ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo rawestandina cezayên îdamê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser fikrên Rêber Apo Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan peyama 1’ê Îlonê: Aştî ne daxwazek e, mafek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mûhammedî hate birîn, hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê wê dibistana muzîkê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Awazên Çiya bi ‘Dara Jiyanê’ Cejna Vejînê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ayten Dersim: Armanca me ya dawî azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye
Kurdistan

Ayten Dersim: Armanca me ya dawî azadiya Rêbertî û statuya Kurdistanê ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Armanca me ya dawî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û pêkanîna statuya Kurdistanê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim komploya navneteweyî, tecrîda 26 salan û rastiya Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand. Xalên sereke ji nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ne:

“Têkoşîna bi rûmet a 26 salan a li Îmraliyê ya Rêberê me û têkoşîna tevgera me, rêveçûna me diyar kir. Lehengiyên mezin, berxwedan û têkoşîna bi heybet a gelê me tecrîd derizand. Rêbertî beriya niha bi salan diyar kir ku komplo negihîştiye armanca xwe. Bêguman Rêberê me bi têkoşîna xwe ev yek diyar kir. Weke tevger jî em li dora têkoşîna Rêberê xwe civiyan. Me careke din nîşanî cîhanê dan ku komplo çiqasî êşkencekar e, tecrîd çiqasî li derveyî hiqûq û siyasetê ye. Bi asta heyî re weke Tevger em dibêjin me komplo derizandine. Ev têrê dike? Bêguman têrê nake. Ji ber ku armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêberê me û statuya Kurdistanê ye.

Rêbertî ne tenê da pey azadiyê, di heman demê de her tim ava kir. Vaye PKK ava kir, tevgera jinê ava kir, ji vê jî wêdetir xwe gihand gelên din… Rêbertî li Kurdistanê ji dayik bû lê di heman demê de ji Rojhilata navîn e. Rêberê me gihîşt mirovahiyê, gerdûnî bû. Felsefeya wî tenê bi cografyayekê nema. Rêbertî dema ku dîroka mirovahiyê lêkolîn kir, ev yek bi şênberî dît; mirovahî ji azadiyê bêpar hatiye hiştin. Tê îdîakirin ku dewlet azadî û demokrasiyê tîne, lê belê rastî bi vî rengî nîne; ew înkar e, dûrxistina fikrên cuda ye. Rêbertî têkoşîna alternatîfbûyînê meşand. Têkoşîna me ya azadiyê ya 50 salan her tim li pey vê yekê bû. Ji bo avakirina vê yekê têkoşiya.

Ev rastiya Rêbertî ye. Fêhmkirina rastiya Rêbertî tê wateya hînbûna dîroka gelên cîhanê, dîroka jin û gelê Kurd. Zanîn têrê nake. Heqîqet nîşaneya yekparebûna heqîqeta Rêbertî ye. Rêbertî hebûneyekî zindî ye, bi cih sînordar nîne, ji sînoran derbas bûye. Em bala xwe didin ser pêvajoya Îmraliyê ya 26 salan; serketina li hemberî vê yekê karekî hêsan nîne. Rêbertî dibêje, ‘Hûn dikarin min bi rengê fîzîkî dîl bigirin, lê belê hûn nikarin fikir, ruh, felsefe û îdeolojiya min dîl bigirin’. Bi rastî jî ev yek pêk anî. Rêbertî di nava êşkenceya 26 salan de sîstem parçe kir. Fikir û felsefeya xwe ya azad gihand tevahiya mirovahiyê. Eger tu bi rengekî azad difikire, berê te li armanca te ye, weke gelekî dibêje ez heme, hingî kes nikare te rabigire. Ev kesayetiya azad e. Ji ber vê yekê Rêbertî ji aliyê fikrî, ruhî û felsefî ve azad e.

GELÊ AZAD Ê RÊBERTÎ

Rêbertî di parêznameyên xwe de dibêje, ‘Ez tiştekî xeyalî nabêjim. Utopîk nînim. Tiştên neşênber nabêjim. Formuleke şênber û dikare bê pêkanîn pêşniyar dikim. Navê vê jî sîstema konfederal a demokratîk e’. Her gel dikare bi reng, nasname, ziman û hebûna xwe di nava sîstema konfederal de hebe û bibe hevpar. Ji ber vê yekê jin hemû xwe di nava vê de dibînin. Hevrê, dost û gelên enternasyonal dibêjin, ‘Em di azadiya Rêbertî de azadiya xwe dibînin. Di nava sîstema konfederal a demokratîk a Rêbertî de em xwe dibînin. Ev sîstem dikare nasnameya me nîşan bide. Di nava wê de înkar nîne. Rengê xwe di nav de ye’.

XWEBÛNA JINÊ

Weke Tevgera Jinê ya Kurd em tevgereke Rêbertî ne. Rêbertî pêşengî, felsefe û îdeolojiya xwe ava kir. Bi avabûna PKK’ê re bi pêşengiya hevala Sara gihîşt vê serdemê. Ji Tevgera Jinê re got, ‘Hûn bi îrade, fikir û hebûna xwe, xwe biafirînin’. Eger ya ku destpêkê hate kolekirin jin be, ya ku destpêkê divê azad bibe jî jin e ku divê rêxistiniya xwe ava bike. Ji bo jin bigihêje cewhera xwe Rêberê me 50 salan têkoşîneke berfireh meşand û dimeşîne. Parêznameyên xwe di çarçoveya jinê de ne. Îdeolojiya xwe ya rizgariya jinê îdeolojiya zayend nîne; îdeolojiyeke civakî û çandî ye. Ne tenê ya jinê ye. Ji bo me pîvanên îdeolojîk hene. Teoriya qutbûnê heye, yanî qutbûna ji mejiyê serweriya mêr, avakirina fikrê azad ê jinê ye.

XWEGIHANDINA HEV A BI RENGEKÎ AZAD

Di xwegihandina hev a jin û mêr ên azad de azadî diafire. Bindest û serdest nîne. Kole û efendî nîne. Ev hemû argumanên îdeolojiya dewletê ne û li civakan hatine ferzkirin. Ya ku divê em jê rizgar bibin ev e. Ji ber vê yekê weke Tevgera Jinê xwegihandina bi rengekî azad a liRêbertî, nîqaşkirina azad yek ji armancên me yên sereke ye. Divê em xwe di nava fikir, felsefe û îdeolojiya Rêbertî de hîn kûr bikin, bibin xwedî wate. Rêbertî dibêje, ‘Her ku te fêhm kir tu yê bibe xwedî wate; her ku bû xwedî wate tu yê vê civakî bike’. Em di vê astê de ne.

JIYANA BI RENGÊ RÊBERTÎ

Rêbertî nêzîkatiyên şaş ên li hemberî xwe timî rexne kir û hîn jî rexne dike. Got, ‘Hûn wezîfe û berpirsyariyên xwe ji min re dihêlin. Ez jî mirov im’. Rêbertî weke şexs jî heye. Rêbertî di heman demê de hebûneke civakî ye.. Rêbertî damezrîner û rêberê PKK’ê ye. Rêberê Tevgera Jinê ye. Gerdûn analîz kiıriye û ev yek gihandiye civakê. Lewma divê mirov tevlî Rêbertî bibin. Tevlîbûn jî bi fêhmkirina Rêbertî û bicihanîna wî dibe. Bicihanîn jî jiyana bi rengê Rêbertî ye. Herî dawî bi qasî ku di çapemeniyê de hate weşandin, em jî dişopînin; Rêbertî got, ‘Ez li ku dibim bila bibim, cih rewşa min diyar nake, ez cih diyar dikim û ez weke sosyalîstekî dijîm’.

RÊBERTÎ TIMÎ REXNE LI ME DIKIR

Em berê xwe didin a hêsan. Dibêjin, Rêbertî zane. Bêguman Rêbertî zane û dike, lê belê divê em jî zanibin, bikin û di rêya rast de bimeşin. Nabe ku em bibêjin bila Rêbertî rêya me veke ku em bimeşin, diyar bike ku em bikin. Ev yek tê wê wateyê ku berpirsyariya xwe ji Rêbertî re bihêle. Rêbertî berê di vê mijarê de rexne li me dikir. Ji ber vê yekê beriya 15’ê Sibatê divê em rastiya Rêbertî fêhm bikin, felsefeya Rêbertî baş fêhm bikin.

EM DIKARIN VÊ DEWLETÊ BÊ BANDOR BIKIN

Paradîgmaya Rêbertî, sîstema demokratîk, xeta azadiya jinê û civaka ekolojîk îfade dike. Divê ev yek ji aliyê fikrî, pênase û zanistî ve bêne fêhmkirin û bicihanîn. Divê em komplogerên 15’ê Sibatê, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ya 26 salan hilweşînin, jiyana azad biafirînin, îradeya azad pêk bînin û ber bi armanca civaka azad ve bimeşin. Bi vî rengî em dikarin vê dewletê bê bandor bikin. Heta ku gelekî li vê erdnîgariyê azad nebe, nepêkane ku gelên din azad bibin. Dema ku cîranekî te birçî be, gelo tu dikare tê be? Taybetmendiyeke mirovî ye. Azadî jî taybetmendiyeke mirovî ye. Ev yek ji holê hate rakirin. Li hemberî komplogerên 15’ê Sibatê divê em paradîgmaya xwe bi vî rengî bi pêş ve bibin. Têkbirina van komplogeran xwegihandina civakê hemû ye. Tinekirina komplogeran avakirina sîstema demokratîk li her derê ye. Weke jinekê meşandina têkoşîna sîstema xwe ya demokratîk, îrade û nasnameya xwe ya azad e. Dibe ku em negihîştine serketinê, lê belê em tevgerek in ku li ser rêya serketinê dimeşin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk were, heta ku statuay Kurd ava bibe ev têkoşîna me, wê bi ast, rê û rêbazên cuda dewam bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nezahat Dogan: Ji bo bersivê ji pirsa ‘çi diqewime’ peyda bike, me xwest biçin Îmraliyê
Nûçeya Pişt re Aba: Tirkiye bi rengekî hiqûqî nêzî ‘mafê hêviyê’ nabe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YE’yê qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qebûl kir

Dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê ji ber ku li ser pênaseyek hevpar li hev nekirin, yekem…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amarayê banga ji bo 4’ê Nîsanê

Platforma Saziyên Demokratîk li gundê Amara cihê jidayikbûna Rêber Apo daxuyaniyek da çapemeniyê û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Kes nikare îradeya gelê Kurd teslîm bigire’

Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş got, "Her kesên ku îrade, nasname û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Hewldana xerakirina gorên xwişk-birayên Onkol

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mamoste Şemal li Kifriyê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bafil Talabanî ji bo aştiyê banga ‘hevkariyê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di komxebata jinên Êzidî de peyama Rêber Apo hate nîşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?