Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Santiago Zabala: Hewldanên Ocalan divê vala neçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serra Bucak: Li Licê şewat bi qismî hatiye kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Banga Rêber Apo ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e’
Rojava

‘Banga Rêber Apo ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e’

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ya çareseriyê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo aşitiya cîhanê û avakirina civaka demokratîk nexşerêyeke girîng e. Hiso got ku ji bo berdewamkirina pêvajoyê divê dîwarên Îmraliyê hilweşin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso têkildarî pêvajoya ku bi înîsiyatîfa Rêber Apo dest pê kir û bi banga “Aşitî û Civaka Demokratîk” derbasî qonaxeke nû bûye, axivî.  Hiso diyar kir ku ji bo ku pêvajoya berbehs berdewam bike, divê dîwarên Îmraliyê werin hilweşandin.

 

Xerîb Hiso da zanîn ku Rêber Apo pêngava aşitî, demokrasî û xwişk-biratiyê avêtiye û wiha axivî: “Rêber Apo înîsiyatîf xistiye destê xwe. Banga dîrokî kir. Bangeke wisa bû ku li seranserê cîhanê hate bihîstin. Bi vê bangê pêşiyê li destpêkirina pêvajoyeke nû, çareseriyê û bidawîbûna şerî vedike. Girêdayî wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî û aşitiyê nîşan dide ku divê xwişk-biratî çawa be. Cewher û wateya bangê gelekî girîng e. Ev bang dê bandoreke mezin ava bike. Pêvajoyên berê li pêşiya çareseriyê û pêkhatina aşitiyê  asteng bûn.”

‘DIVÊ BANGA DÎROKÎ RAST WERE FÊMKIRIN’

 Xerîb Hiso diyar kir ku Tirkiye li ber xitimînê ye û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn ev 50 sal in şer berdewam dike. Têkoşîn û berxwedana ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û polîtîkayên li pêşiya aşitiyê dibin asteng, xwe gihandiye astên herî jor. Rêber Apo di banga xwe de bi awayekî zelal bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û tinekirinê û sedemên avabûna PKK’ê diyar kirin. Encamên polîtkayeke ku li ser tinekirina gelekî xwe pêş xistiye û tinekirina zemîna aşitî û demokrasiyê anîn ziman. Ji ber vê yekê divê ev banga dîrokî rast were fêmkirin û piştevaniya wê were kirin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk divê her kes berê xwe bide aşitiyê. Banga Rêber Apo, banga aşitî û avakirina civaka demokratîk e. Banga pêkvejiyana gelan ya bi awayekî wekhev û demokratîk e. Banga ewlehiyeke domdar e. Banga bidawîkirina nakokî, krîz û şeran e. Banga avakirina jiyana wekhev ya xwe dispêre xwişk-biratiyê ye.”

‘DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ DÊ BANDORÊ LI SÛRIYEYÊ JÎ BIKE’

Xerîb Hiso anî ziman ku li gel banga Rêber Apo aramiya ku dê di encama lihevkirina aliyan û rûdana geşedanên nû dê derkeve holê, dê bandorê li perçeyên din ên Kurdistanê jî bike û wiha dom kir: “Ger dewleta Tirk girêdayî banga Rêber Apo pêngavên hewce biavêje dê geşedanên siyasî û civakî yên nû rû bidin û pêngavên demokratîkbûyînê werin avêtin. Ger ev pirsgirêk were çareserkirin, li Tirkiyeyê demokrasî, wekhevî, edalet û aşitî were dabînkirin dê pirsgirêkên li Sûriye û Iraqê jî çareser bibin. Ji ber wê yekê em di pêvajoyeke girîng de ne. Aşitî û demokrasiya ku dê pê diyalogê were dabînkirin, dê ji bo feydeya hemû cîhanê be. Hewcehiya Tirkiyeyê jî bi vê yekê heye. Tirkiye bi vê zîhniyeta xwe ya heyî û polîtîkayên xwe yên şerî di nava krîzeke mezin de ye. Daxuyaniyên şexsên Tirkiyeyê yên beriya niha jî erênî bûn.

YÊN BIHÊZ DIKARIN PARASTINA AŞITIYÊ BIKIN

Ger di wê fikrê de ne ku ev pêvajo bi serkeftî pêş bikeve, wê demê divê guhdariya banga Rêber Apo bikin û helwesteke hevpar nîşan bidin. Xwişk-biratiya gelên Kurd û Tirk hatiye nûkirin. Divê banga Rêber Apo li Meclîsê jî were xwendin, piştevaniya wê were kirin û lê xwedî derkevin û li Meclîsê jî bang li dewleta Tirk werin kirin. Pêvajo ne pêvajoya nîqaşkirina aliyên bihêz û reşkirinê ye. Divê her kes bizanibe ku ji bo bidawîbûna şerî divê dewleta Tirk pêngavên hewce biavêje û girêdayî vê yekê erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Yên bihêz parastina aşitiyê dikin. Hêz, aligirbûna aşitiyê ye. Hêza rastîn, dabînkirina aşitiya navxweyî ye. Ger pêvajoya aşitî, diyalog û lihevkirinê pêş bikeve, di qanûna bingehîn de guhertin werin kirin û maf û hiqûq werin naskirin dê hêz û îradeya civakê derkeve holê û dê sosyolojiya civakê esas were girtin.”

‘JI BO ARAMIYA SEDSALÊ NEXŞERÊYEK E’

Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ne tenê ji bo feydeya Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji bo feydeya hemû cîhanê ye û got: “Bang ne tenê ji bo feydeya Bakurê Kurdistan, gelê Kurd û Tirkiyeyê ye, di heman demê de ji bo feydeya hemû cihanê ye. Ji ber ku cîhan dê dubare bibîne ku hêza Rêber Apo ya çareseriyê çiqasî xurt e. Dê her kes bibîne bê ka Rêber Apo çawa li nêzî pirsgirêkan dibe, wan çawa dinirxîne û çareser dike û dê bîbe mînak. Rêber Apo pêşiyê li şer û krîzan digire û tiştên ku di vê bangê de anîne ziman, nexşerê ye. Ev bang ji bo aramiya sedsalê nexşerêyek e.”

‘PÊNGAVA DEMOKRASIYÊ DÊ DAWIYA ŞERÎ BÎNE’

Xerîb Hiso got ku divê şert û mercên Rêber Apo werin guherîn û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: “Piştî vê bangê divê Rêber Apo bi awayekî serbest li gel her kesî bikeve diyalogê, bang li gelê xwe bike, peyam û xwestekên xwe ragihe û kesên ku dixwaze wan bîbîne, bibîne. Ji ber vê yekê divê Rêber Apo mafê xwe yê hêviyê bi kar bîne, tecrîd bi dawî bibe û bi awayekî fîzîkî azad bibe. Ger pêvajo bi vî rengî pêş bikeve di serî de Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê li Kurdistanê pêngavên baş werin avêtin. Her wiha ber bi aşitî û demokrasiyê ve jî pêngav werin avêtin dê hewceyî bi şerî jî nemîne û deriyên aşitiyê vebin.”

GEL LI BANGÊ XWEDÎ DERKETIN

Xerîb Hiso, hewlên Rêber Apo yên berê yên têkildarî aşitiyê bi bîr xist û wiha got: “Rêber Apo bi salan ji bo pêkhatina aşitiyê têkoşiya, pêngavên girîng avêtin û PKK jî li gorî pêngavên Rêber Apo tev geriya. Li gorî agirbestên beriya niha yên ji aliyê Rêber Apo ve hatin îlankirin, tev geriya û piştgiriya aşitiyê kir. PKK tim girêdayî bang û hewlên Rêber Apo ye. Lê belê pêvajoyên bêbersiv bûne sedem ku şer berdewam bikin. Banga Rêber Apo ji mirovahî û gelên Kurd û Tirk re xizmetê dike. Gelan bi awayekî erênî pêşwaziya vê bangê kir. Nexwe gel alîgirên aşitiyê ne û dixwazin aşitî pêk were. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk pêngavên pir cidî biavêje ku aşitî pêk were û civaka demokratîk were avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyên şer: Banga Rêbertî dermanê hemû pirsgirêkan e
Nûçeya Pişt re Elîaçik: Banga Ocalan tê wateya pêngaveke îdeolojîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serokê ICRC’ê: Li Siwêdayê rewşa mirovî pir xirab e

Serokê Şandeya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC) Stefan Sakalian ê serdana Siwêdayê kir, diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Osmaniyeyê 5 kes hatin binçavkirin

Li Osmaniyeyê 5 kes ji ber di dawetê de li ber muzîka Kurdî govend gerandine,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ramazan Vûral ê ku piştî 31 salan hate berdan bi awayek coş hate pêşwazî kirin

Girtiyê nexweş Ramazan Vûral ê ku ji girtîgêha Boluyê hate berdan, piştî 31 salan li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Helebê êrîşa xwekujî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Hemîsê êrîş

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Foza Yûsif: Nûreddîn Sofî ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?