Pêncşem, 24 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jiyaneke ji cihêrengiyan dikare bibe zemîna aştiya civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > 8’ê Adarê li Awûstûryayê bi coş hate pîrozkirin
Jin

8’ê Adarê li Awûstûryayê bi coş hate pîrozkirin

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê  li bajarên Awûstûryayê bi coş hat pîrozkirin û banga aştiyê ya Rêber Apo hat silavkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Awûstûrya Viyana, bajarên Graz, Vorarlberg û Lînzê bi coş hat pîrozkirin. Çalakî bi pêşengiya Meclisa Jinê ya Avesta bi dirûşma “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” hatin lidarxistin.

VIYANA

 

Jinên li Neûbagasse yê Viyanayê li hev civiyan û heta Westbahnhofê meşiyan. Girse beriya meşê govend gerand û bi tilîlî û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Welatiyên derdorê jî tevlî vê coşê bûn û dirûşma Elmanî ya “Frauen, Leben, Freiheit” piştgirî dan çalakiyê.

Beriya meşê li ser navê Meclisa Jinê ya Avestayê Nurcan Guleryuz axivî û diyar kir ku 8’ê Adarê ne tenê roja bîranînê ye, sembola berxwedana li dijî pergala baviksalarî, kapîtalîzm û zîhniyeta netewe-dewletê ye.

Nurcan Guleryuz diyar kir ku jin di avakirina civakeke demokratîk û ekolojîk de rola pêşeng dilîzin û têkoşîna femînîst a li cîhanê her diçe mezin dibe û got: “Bihar sembola jiyan, azadî û hêviyê ye. Wê bi berxwedana jinan şîn bibe.”

Nurcan Guleryuz bal kişand ser şoreşa jinan a li Rojava û got, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya cîhanê jinan teşwîq kir û cesaret da wan ku xwe bi rêxistin bikin. Guleryuz bal kişand ser peyama Rêber Apo ya di 27’ê Sibata 2025’an da û diyar kir ku hêviya aştiyê ji bo Kurdan û gelên Rojhilata Navîn çêbûye. Guleryuz bang li her kesî kir ku ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşîna xwe berfireh bikin.

Piştî axaftinê girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên Sara, Rojbîn û Ronahî yên di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Her wiha pankartên ku wêneyên Rêber Apo li ser bûn jî di meşê de hat hilgirtin. Meş bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Hat diyarkirin ku çalakiyên 8’ê Adarê wê sibe li Ternîtzê berdewam bike.

GOTZIG

 

Çalakiya 8’ê Adarê ji aliyê Komeleya Çandê ya Sara ve li Gotzis a eyaleta Vorarlbergê hate lidarxistin. Gelek jin bi cil û bergên Kurdî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyon hate pêşandan û li ser jiyana Sakîne Cansiz axaftin hatin kirin. Çalakî bi konsera muzîkê û pêşkêşkirina xwarinên herêmî berdewam kir. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

GRAZ

 

Ji Şaredar Grazê Elke Kahrê re desteyeke  gulan a ku gotina Rêber Apo ya ‘’Jin baxçeyê veşartî yê azadiyê ne’’ li ser heyî haye da yîn.  Piştre li gel jinên Kurd suhbeteke kurt hate kirin.

Her wiha li gel hemû rêxistinên jinan ên li Grazê jî meşek hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî meşê bûn û meşê li Sudtirolerplatzê dest pê kir û Hauptplatzê bi dawî bû.  Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

 LINZ 

 

Li bajarê Linz ê Avûstûryayê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi hezaran jin kom bûn. Çalakî bi banga Frauen Forum, Meclîsa Jinan a Linzê, Platforma Jinan a Roza û Bloka Şoreşger a Antîfaşîst hate lidarxistin û jinên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Kubayî, Arjantînî û Îranî jî di nav de ji 67 neteweyên cuda bi tevahî 4 hezar 500 kes beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî li mezintirîn parka bajêr, lu Volksgardenê hate lidarxistin û têkildarî girîngî wateya 8’ê Adarê axaftin hatin kirin. Jina Kubayî Kim Razyan li ser navê Bloka Şoreşger axivî û banga Rêber Apo silav kir û bal kişand ser girîngiya piştgiriya jinan û ev yek anîn ziman: ‘’Şerên li Rojhilata Navîn her ku diçin kûrtir dibin û bedêlên herî giran dîsa ji aliyê jinan ve tên dayîn.  Bi Taybetî jî li dijî gelê Kurd operasyonên leşkerî û zext zêde dibin û mafparêz û femînîst hedef tên girtin. 

Lê belê jin ne tenê mexdûrên şerî ne; di heman demê de pêşengên aşitî, azadî û wekheviyê ne. Modela civaka demokratîk a li Rojava, li hemberî pergalên milîtarîst û abaviksalar  alternatîfeke bihêz e. ‘’ 

Ingirit Auner jî li ser navê Platforma Jinan a Roza axivî û bal kişand ser zehmetiyên civakî û aborî yên jinan û ev yek anîn ziman: ‘’ Bi taybetî jî li herêmên şer lê heyî, jin û zarok bedêlên herî giran didin. Zextên li ser jinên Kurd jî bi hedefgirtina têkoşîna azadiya jinan, veguheriye polîtîkayeke şerî ya sîstematîk. Lê belê jin li ber xwe didin. Ji bo cîhaneke wekhev, azad û adil dem dema mezinkirina têkoşînê ye.’’

Axaftinên Razyan û Auer rastîeleqeyeke mezin hatin.  Çalakıyê bi axaftinên têkildarî giringiya têkoşîna jinan û peyamên piştevaniyê berdewam kir.  

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sûriyeyê bi hezaran kes bi tirsa komkujiyê ber bi Lubnanê re reviyan
Nûçeya Pişt re ‘Rêxistinbûn û xweparastina me hêza me ya herî mezin e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê her kes li ber pergala êşkenceyê ya Îmraliyê rabe’

Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya got, “Divê li dijî pergala êşkencê ya li Îmraliyê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fetî Yildiz: Li ser mafê hêviyê me li hev kir, wê di raporê de cih bigire

Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclisê û got, "Me li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundê Xirbet Xalid ê gundewarê Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên obusê gundê Xirbet Xalid ê gundewarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

CDK-F: Ji bo xwedîderketina li mîrateya Riza Altûn û hemû şehîdan em li hev dicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokê SUDEF’ê Turker: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, amade ne ku bi berpirsyariya xwe rabin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Riza Altûn wê 25’ê Îlonê li Parîsê bê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?