Sêşem, 21 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abya Yala Civaknasiya Azadiyê ya Rêber Apo rastî eleqeyek mezin tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Rêber Ocalan e, ne DEM Partî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Yaşar re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di şewta Pîremegrûnê de ciwanek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê bi girseyî serdana şîna şehîd Têkoşîn Cûdî û Rêzan Serdem hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Dayikên Aştiyê: Rêber Apo divê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darazê Îranê cezayê 38 qemçiyan li Ateş Şakeremî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em bêrêziya li hemberî Rêber Apo qebûl nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji xwendekarên zanîngehê ji bo Rojîn Kabaîş meşa edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
Rojane

Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim’.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Li dijî qirkirinan em serî radikin, ber bi azadiyê ve dimeşin” mitînga fînalê tê lidarxistin. Mitîng, bi axaftinan didome. Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan derket ser dikê û axivî.

 

Pervîn Buldan, di serî de 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha domand: “Em li vir careke din zîhniyeta ku bi sala ye hewl dide têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan têk bibe û keda wan nabîne, şermezar dikin. Min peyama birêz Abdullah Ocalan ji bo xelkê Wanê ku îradeya wan hate xespkirin anî. Ev 8’ê Adar e cuda ye. Nirxandinên birêz Ocalan ên têkildarî jinan û banga wî mohra xwe li vê 8’ê Adarê da. Di 27’ê Sibatê de bangekî dîrokî hate kirin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ di heman demê de ji bo jinan û ciwanan bû. Divê em tevek xwedî lê derkevin ku xeyalên me mezin dike. Di vê bangê de bendewariya herî mezin ji jinan e. Ji ber ku ji bo jinan zayînek e. Lewma em ê pir xurt xwedî li vê bangê derkevin. Em ê bibin yek û xwedî li pêvajoyê derkevin.”

Bi domdarî Pervîn Buldan anî ziman ku bi sala ye êş û bedelên giran hatine dayin û wiha pê de çû: “Her yek ji me hezkiriyên xwe, zarokên xwe winda kirin. Em êdî naxwazin zarok û hezkiriyên me bikevin bin axê. Lewma bila kesek nekeve pey sabotekirina vê pêvajoyê. Bila kesek xeletiyan neke, xelet nefikire û biryarên xelet nede. Me ji bo pêşî li siyaseta demokratîk vekin bi salan li ber xwe da. Rêya siyaseta demokratîk, bi xespkirina îradeya bajarekî nayê vekirin. Bi girtina pora jinan û kaşkirina wan a li nava kolanên Wanê venabe. Her kes mecbûr e vê hesasiyetê nîşan bide. Bendewariyên me hene û divê li gorî van bendewariyan jî gav bên avêtin. Divê demek beriya demekî qanûn bên derxistin, çarçoveyek jê re bê çêkirin, reform bên kirin û bi komeqanûnan re pêvajo bê misogerkirin. Hesasiyeteke bi vî rengî heye. Ji bo banga aştî û civaka demokratîk pêk bê, avêtina van gavan gelek girîng e.”

Di berdewamê de Pervîn Buldanê anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Dayikên Aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, ji bo dayikên me yên aştiyê û gelê Wanê peyameke taybet şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo îradeya ku her 14 şaredarî bi dest xistî  digirim.’ Wan, bajarekî birîndar e. Hevşaredarên me ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Gelê Wanê bertekeke mezin nîşan da. Hevalên me yên di zindanan de gotin ku ew bi pêvajoyê re ne. Di her serdanan de kesên em pê re hevdîtinê dikin qala hesasiyetên pêvajoyê dikin û wate nadin tayînkirina qeyûman. Em di wê baweriyê de ne ku dê her tişt baştir bibe. Em careke din dibêjin ku divê hevşaredarên me dîsa li peywira xwe vegerin. Bi paşvevegerandina li peywirê ya hemû hevşaredarên me dê ji bo pêvajoyê jî sûdewer be. Azadbûna hevalên me Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Bekir Kaya û hevalên din ên hêja dê ji bo pêvajoyê sûdewer be. Divê hesasiyet û bendewariyên gelê Kurd esas bên girtin.

Gelê Kurd dibêje; ‘Bila îradeya me neyê xespkirin. Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bila nasnameya me were naskirin.’ Lewma jî divê di mijara hesasiyeta vê pêvajoyê de her du alî jî baldar bin. Kurd, Tirk û her kes divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku em bikarin aştiyê bînin. Em di pêvajoyeke wisa de ne ku ne Tirk ne Kurd divê tu kes canê xwe ji dest nede. Em Kurd û Tirk mecbûr in mil bidin milên hev. Em mecbûr in li rex birêz Ocalan cih bigirin û piştgiriyê bidin. Em mecbûr in vê pêvajoyê derbasî qonaxa aştiyê bikin. Hêviya me ya ji gelê Wanê jî ev e. Bila di serê ti kesê de guman çênebin. Divê her kes bizane ku birêz Ocalan xeletiyan nake û divê her kes birêz Ocalan baş nas bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Devlet Bahçelî daxuyaniyeke nû
Nûçeya Pişt re Di çarçoveya banga dîrokî de civînên gel destpê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jibîrkirina gotina destanan

Salvegera rizgarkirina Koban(iy)ê di ser me re bihurî û bivênevê min ji xwe pirsî: ew…

Ji aliyê Luqman GULDIVÊ

Qurbaniyên Komkujiya 5’ê Hezîranê bi meşa meşaleyî hatin bibîranîn

Qurbaniyên di sala 2015’an de di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo ‘serdana lezgîn’ a li Îmraliyê serî li CPT dan

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serî CPT da û bal kişand ser prosedura li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Tehranê malbatê girtiyan çalakiya protestoyî lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji Hevserokan daxuyaniya ‘Demîrtaş’: Divê bi lez bê berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?