Pêncşem, 9 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirinên mafan didome, divê tecrîd were rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Operasyonên beriya civîna bilind a NATO’yê: 29 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Hardt a ji bo Rêber Apo: Divê em enternasyonalîzmê jinûve ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Interpolê operasyona ‘sextekariyê’: 5 hezar û 800 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş bi kefalet hat berdan: Êşkenceya fîzîk û derûnî lê hatiye kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nexweşiyên girtiyên diçin doktor teşhîsa ‘psîkolojîk’ tê kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Îranê êşkenceya hucreyê û astengiya hevdîtinan a li hemberî girtiyên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Zîlan Tek piştî 7 salan konê sersaxiyê hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 6 mehan de 9 jin hatin darvekirin, bi dehan jin jî hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di çarçoveya banga dîrokî de civînên gel destpê kirin
Rojane

Di çarçoveya banga dîrokî de civînên gel destpê kirin

DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de li gelek bajaran civînên gel lidar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo de ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin, li gelek bajaran bi gel re civîn lidar xist.

RIHA

DBP û DEM Partiyê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya li Rihayê bi gel re civîn lidar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Genç, Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, hevşaredarên DEM Partiyî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî civînê bûn. Li eywana civînê wêneyê Rêber Apo û endamên şandeyê yê li Îmraliyê hatiye kişandin hat daliqandin.  

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenter Omer Ocalan axivî û wiha got: “Em dikevin sedsaleke nû. Banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin dê dîroka Rojhilata Navîn biguherîne. Barê me giran dibe. Divê her kes xwe li gorî vê amade bike.”

WÊRANŞAR

DEM Partiyê, li navçeya Wêranşar a Rihayê jî bi gel re civîn lidar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endama Koordînasyona Jinan a Navendî ya DEM Partiyê Gulbahar Gunduz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û gelek kes tevlî civînê bûn.

Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû axivî û got, “Banga Abdullah Ocalan li cîhanê deng vedaye. Piştî banga birêz Ocalan, nîqaş dest pê kirin. Ji bo banga birêz Ocalan were fêmkirin em ê 24 saetan berpirsyartiya dikeve ser milê me pêk bînin.”

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî li eywana konferansan a li avahiya DEM Partiyê bi gel re civîn hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevlî bûn.

MÊRSÎN  

Civîna gel a li Mêrsînê jî li navçeya Akdenîzê li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Gelek welatî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevli bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan di civînê de got: “Em di serdemeke dîrokî de ne. Bi saya têkoşîn û berxwedanê deriyên Îmraliyê vebûn û dengê birêz Ocalan gihişt civakê. Di 27’ê Sibatê de ne tenê Kurdistan û Tirkiye, çavê hemû cîhanê li banga birêz Ocalan bû. Tevgera birêz Ocalan, PKK’ê jî tavilê bersiva bangê da. Niha jî kar dimîne ser milê me, siyaseta demokratîk û gelan. Em jî divê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Lewma jî em li zêdetirî 100 navendan bi gel re dicivin. Em ê xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û bi hev re mezin bikin.”

EDENE

DEM Partiyê xwest li Navenda Çandê ya Salman – Pakê ya Edeneyê bi gel re civînê li dar bixe. Lê dema welatî hatin eywanê, polîsan li ser wan lêgerîn kir û dîmen kişand. Welatiyan jî bertek nîşan dan û ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiya Edeneyê ve meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Zext nikarin me têk bibin” û “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, an bi hev re yan jî tu kes ji me” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr li vir bertek nîşanî sepana polîsan da û got ku dê civînê li avahiya DEM Partiyê lidar bixin.

Civîn, li avahiya DEM Partiyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin.  

AMED

Li navçeya Farqîn a Amedê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li Pirtûkxaneya Denîz Poyraz a li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navçeyê û gelek welatî tev li bûn. Civîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî têkildarî hevdîtinên li Îmraliyê nîqaş hatin kirin.

SÊRT

Civîna li Sêrtê jî li Eywana Konferansan a Denîz Poyrazê ya li avahiya DEM Partiyê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokê MED TUHAD FED’ê Kerem Canpolat, aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevlî bûn.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Eşref Tekîn di civînê de girîngiya banga Rêber Apo rave kir û anî ziman ku ew xwedî li bangê derdikevin û dê bicih bînin. Tekîn, banga xwedîderketina li bangê li xelkê Sêrtê kir.

ÊLIH

Civîna gel a li Êlihê jî li eywana konferansan a Petrol-Îşê hat lidarxistin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, atkîvîsta TJA’yê Emel Çîftçî, nivîskar Firat Can, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî tev li civînê bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk axivî û got: “Hêzên modernîteya kapîtalîst hewl didin netewe dewletê reforme bikin û dîzayneke nû ava bikin.” Tekîk, bi banga Rêber Apo re girîngiya paradîgmaya “neteweya demokratîk” vegot.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
Nûçeya Pişt re HPG: Artêşa Tirk a dagirker sûcê şer dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Firat û Reqayê bi hezaran hebên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Firat û Reqayê rêzeoperasyon li dar xistin. Di operasyonan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ûkraynayê di êrîşa Rûsyayê de 51 kes mirin

Li bajarê Poltava yê Ûkraynayê, di êrîşa fuzeyî ya Rûsyayê de ku li dijî enstîtuyeke…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

QSD’ê nasnameya şervanê xwe yê di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê rapora Sûriyeyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lubnan di aliyê rakirina cezayê darvekirinê de gavek krîtîk avêt

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

OHD: Li girtîgehên Marmarayê binpêkirinên mafan didome, divê tecrîd were rakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?