Yekşem, 26 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îran neçar ma ku cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd rake

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya AKP’ê ya têkildarî ‘vekişînê’: Çarçoveya pozîtîf wê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Şakar: Divê guherînên yasayî ji aliyê Komîsyona Venedîkê ve werin şopandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîsa Çalan: Divê êş bibe sedema hembêzkirina aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo 86 milyon kesan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ciwanên Kurd hedef nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bêrîtan Hêvî di 33’yemîn salavegera şehadeta xwe de li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi sed hezaran kes li konsera Koma Amed civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol li Qamîşloyê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Hewraz Mihemed: Ez xelata xwe diyarî gerîla û girtiyan dikim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eulalia Reguant: Civaka navneteweyî divê ji bo Rojava bikeve nava liv û tevgerê
Rojane

Eulalia Reguant: Civaka navneteweyî divê ji bo Rojava bikeve nava liv û tevgerê

Parlamentera Katalan Reguant bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên li ser Rojava bikeve nava liv û tevgerê û got, "Dewleta Tirk bi salan e êrîşî sivîlan dike. Nabe ku em bêdeng bimînin. Modela Rojava ku hêviya paşerojê ye, divê bê parastin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Sûriyeyê piştî ku rejîma Esad di 8’ê Kanûnê de hilweşiya, hevsengiya siyasî û leşkerî ya li welêt derbasî qonaxeke nû bû. Li gel ku şer û rageşî bi temamî bi dawî nebû jî civaka navneteweyî bi lez têkilî bi Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re danî ku desthilatdarî bi dest xist û li ser avakirina Sûriyeya nû nîqaş da destpêkirin.

Lîderê HTŞ’ê Ebû Mûhammed el Colanî ku li ser pêvajoya derbasbûnê hate bicihkirin, hîn jî lîderekî komeke çekdar tê dîtin. Aktorên navneteweyî li bendê ne ku ew xwe biguherîne û di pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê de bibe fîgurekî siyasî. Lê belê di vê demê de li herêmên peravî yên welêt komkujiya Elewiyan kete rojevê û vê yekê li nava raya giştî ya navneteweyî deng veda. Li aliyê din, dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê koma cîhadîst HTŞ’ê ye û komên wê yên çete êrîşên xwe yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di êrîşên hewayî yên dema dawî de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

Parlamentera CUP a Parlamenta Katalonyayê Eulalia Reguant êrîşên li ser Rojava ji ANF’ê re nirxand.

‘MAFÊ JIYANÊ JI GELÊ KURD RE NAS NAKIN’

Parlamenter Eulalia Reguant êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava weke hewldaneke dagirkeriyê pênase kir û got, “Ji roja ku dewleta Tirk Rojava dagir kiriye û vir ve hem êrîşî herêmê dike, hem jî êrîşî gelê Kurd dike. Di vir de şerekî ji du aliyan nîne, bi rengekî eşkere hewldaneke dagirkeriyê heye. Dewleta Tirk bi şênberî êrîşî sivîlên li herêmê dike. Li gel ku ji Rojava gefek li ser Tirkiyeyê nîne, gelê herêmê timî dibe hedefa êrîşan. Armanca bingehîn a dewleta Tirk û milîsên wê ew e ku herêmê bi temamî kontrol bikin û mafê jiyanê nedin gelê Kurd.”

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIVÊ BÊDENG NEMÎNE’

Eulalia Reguant diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze li herêmê hegemonya Osmanî ji nû ve ava bike û destnîşan kir ku divê civkaka navneteweyî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne.

Eulalia Reguant got, “Dewleta Tirk bi êrîşên li ser binesaziya sivîlan, çavkaniyên enerjiyê û navendên avê şert û mercên jiyana sivîlan zehmet dike û wan neçar dihêle ku koç bike. Civaka navneteweyî divê bala xwe bide ser bûyerên li herêmê diqewime û dest ji wê helwestê berde ku bi Tirkiyeyê re hîn jî têkiliyeke normal dimeşîne. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li herêmê kûrkirina şer e. Ev polîtîka sivîlan dixe nava rîskeke mezin.”

‘PÊWÎSTÎ BI BALDARÎ Û HIŞYARBÛNÊ HEYE’

Eulalia Reguant anî ziman ku hilweşîna rejîma Esad girîng e, lê belê têkildarî rêveberiya HTŞ’ê ya ku ketiye şûna wê jî divê mirov hişyar û baldar bin û nirxandineke bi vî rengî kir: “Divê mirov bala xwe bidin ser rabirdû û reşwa niha ya HTŞ’ê û bi baldarî tevbigerin. Em zanin ku HTŞ xwedî rabirdûyeke Îslamî ya radîkal e. Me dît bê van komên cîhadîst çi li Rojava û Kobanê kirin. Dema ku paşeroja Sûriyeyê hate avakirin, tişta ku divê esas bê dîtin, feraseta rêveberiyeke demokratîk e.”

‘MODELA ROJAVA DIVÊ LI SERANSERÊ SÛRIYEYÊ BELAV BIBE’

Parlamentera Katalan diyar kir ku sîstema li Rojava ava bûye divê bê parastin û ji bo paşeroja Sûiryeyê weke modelekê bê nirxandin û got, “Sîstema demokratîk û civakî ya li Rojava girînge ji bo tevahiya Sûriyeyê weke model bê dîtin. Armanc ew e ku Sûriye bibe xwedî modeleke demokratîk, hemû komên olî û etnîkî entegreyî rêveberiyê bê kirin û demokrasiyeke rasteqîn bê garantîkirin. Avakirina rêveberiyeke berevajî vê yekê wê demokrasiyê nîne herêmê, wê nearamiyê hîn zêde bike. Modela Rojava ne tenê ji bo Sûriye û herêmê di dema dirêj de ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniyeke mezin a hêviyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroza 2025’an Azadîya Rêber Apo diqîre!
Nûçeya Pişt re Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Guherîna li Sûriyeyê tenê navê Esed û Colanî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevana Îtalî li Îranê hate girtin

Îtalyayê diyar kir ku ev hefteyek e Îran rojnamevan Cecilia Salayê di bin çavan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirker êrîşî gundên Efrînê dikin

Dewleta Tirk bombe li gundên Til Cîcan û Til Medîq ên Efrînê dibarînin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bangladeşê balafira leşkerî li ser dibistanê ket: 20 kes mirin

Li paytexta Bangladeş Dakkayê, balafira şer a perwerdehiyê li ser dibistanekê ket. Di encama bûyerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rûsyayê fuzeya bi nukleer test kir: Li gorî Putîn ‘di cîhanê de mîna wê tune’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îran neçar ma ku cezayê darvekirinê yê 5 girtiyên siyasî yên Kurd rake

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?