Berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk di rûpelên dîrokê de wek berxwedana bênavber cihê xwe girt. Lewre gelê Efrînê ji sala 2018’an û vir ve li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bênavber li ber xwe dide.
Efrîn wek parçeyekî Rojavayê Kurdistanê xwedî cihêrengiyeke balkêş a çandî û etnîkî bû. Di nav de Kurd, Ereb û Tirkmen bi hev re dijiyan. Lê dagirkeriya Tirk bi hinceta parastina sînoran rastiya demografîk, etnîkî û siyasî ya li herêmê guhert.
DI DEMA ŞER DE GELÊ EFRÎNÊ TENÊ NEBÛ
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re pêşengiya berxwedanê kir. Li Efrînê di nav de sivîl, jin, mêr û ciwan her kes tevlî vê berxwedanê bûn. Bi hemû hêz û derfetên xwe bajarê xwe parastin û bi lehengî li dijî hêzên dagirker şer kirin.
Li gel ku dewleta Tirk a dagirker xwedî hêza hewayî jî bû û raya giştî ya cîhanî bêdeng bû, berxwedana Efrînê bi xurtî dewam kir. Dagîrkerî tenê bi êrîşa leşkerî ve bisînordar nebû. Di heman demê de hewlên koçberkirina gel û guhertina pêkhateya civakî ya bajêr jî didomiya. Dewleta Tirk a dagirker dixwest qirkirina çandî li herêmê pêk bîne.
Şerê Efrînê bû sembola berxwedana gel a li hemberî hêzên dagirker ên Tirk û nîşanî hemû cîhanê da ku gelê Efrînê li hemberî her dijwariyê wê parastina ax û çanda xwe bike. Her çendî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hatibe dagirkirin jî ruhê berxwedanê her tim di dilê gel de zindî ma.
Ev berxwedana ku hem sivîl û hem jî şervan bı hev re meşandin li herêmê û cîhanê bû îlhamekê mezin.
BINPÊKIRINÊN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊN LI DIJÎ JINAN
Jinên herêma Efrînê herî zêde rastî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û binpêkirinên mafên mirovan hatin. Bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî pergalî û berfireh jin hedef hatin girtin. Di nav van binpêkirinan de yên herî berçav jî bûyerên tundî yên zayendî bûn. Gelek bûyerên hatine belgekirin, raberkirin ku destavêtin û revandina jinan li herêmê wekî rêbazekî êşkenceya derûnî û fizîkî hat bikaranîn.
Hin jin ji malên xwe hatin revandin an jî dema dixwestin ji bombebaranê birevin, ji aliyê çeteyan ve hatin rewandin. Di hin rewşan de jî ji bo berdana wan fîdyeyên mezin hatin xwestin. Her wiha zewaca bi darê zorê jî yek ji van rêbazên bi kirêt ên çeteyan bû. Gelek jin bi darê zorê bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker re zewicandin.
Hin jin karîbûn ji van binpêkirinan birevin, lê yên ku hatin girtin rastî tundiyên dijwar hatin. Jinên Efrînê ji bo ku ji vê tundiyê birevin, ji cih û warên xwe bûn û koçberî bijartin.
BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ SIVÎLAN
Li Efrînê gelek kiryarên ku qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dikin, wek kuştinên bêserûber, îşkence kirin, girtinên keyfî û koçberkirina bi darê zorê hene. Her wiha bûyerên destavêtin û destdirêjiya jinan û jinên ciwan ji aliyê hin çeteyan ve hatine ragihandin. Ev kiryar jiyana gelê Efrînê dijwartir kir û gel hîna jî mexduriyetekê mezin dijî.
GUHERTINA DEMOGRAFÎK
Yek ji binpêkirinên herî diyar ên ku li Efrînê tê kirin, operasyona guhertina demografiyê ye. Tirkiye û komên çete, Kurd ji herêmê koçber kirin û li şûna wan malbatên Ereb danîn.
TALANKIRINA MAL Û MILKÊN GEL
Li Efrînê mal, dikan û milkên taybet ên sivîlan bi awayekî berfireh hatin talankirin. Hin komên çekdar dest danîn ser van milkan û firotin. Ev talan binpêkirina mafên milkê taybet e û rêgezên bingehîn ên mirovahî binpê dike.
CIHÊN PÎROZ KIRIN HEDEF
Binpêkirin tenê bi mirovan re sînordar nebû, li cihên pîroz jî belav bûbû. Dêr û cihên bawerî yên li Efrînê rastî kiryarên wêrankirin û talankirinê hatin. Ev yek nîşan dide ku bi temamî bêrêzî li hemberî mafên olî yên sivîlan hate kirin.
Di vê çarçoveyê de, rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser hêviyên koçberên Efrînê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser berdewamiya êşan û wiha got: “Ji dema derketina me heta îro me her tim banga vegera awareyan ji bo malên xwe kir, lê ev veger her tim bi metirs e. Di salên destpêkê yên dagirkeriya Tirkiyeyê de, hin karwan hewl didan vegerin Efrînê, lê ew karwan rastî zincîre tawan û binpêkirinên hovane hatin û ev jî bû sedem ku veger bi temamî raweste. Hêviyên vegera gelê Efrînê ji bo malên xwe bi rûxandina rejîma Baasê û bi serxistina rêveberiya karûbaran ji aliyê hikumeta HTŞ’ê ve hate destnîşan kirin. Lê neket meriyetê, tenê di gotin de ma.”
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku tevî van sozan jî çeteyan binpêkirinên xwe domandin û wiha axivî, “yên ku vedigerin Efrînê rastî binpêkirinên hovane tên. Ji ber ku bac li ser şêniyan tê ferzkirin, binçavkirinên keyfî pêk tên û sivîl her tim tên hedefgirtin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo berdewamkirina sûcên li dijî gelê bêguneh tên fînansekirin, dest ji kiryarên komkujî yên li dijî sivîlan bernadin. Koçber nikarin vegerin malên xwe, heya ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê garantiyên rastîn need gel nikare vegere cih û warên xwe. Lewre metirsiya binpêkirinan berdewam e.”
Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de li ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê ya Demkî de axivî û got, “Tevî lihevkirinan jî, rewş hîn jî pêkanîna rastî dûr e. Pêwîst e komîteyek pispor bê avakirin da ku bi awayek cidî rewşê binirxîne û ji bo parastina sîvîlan gavên berbiçav bavêje. Jixwe ji ber hikûmeta Şamê vê dawiyê got ew ê destûra bingehîn li ser ‘yek rengî, yek olî’ ava bikin, rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev yek red kir û carekê din pêwîstiya demokrasiyê anî ziman. Ji bo gelê Efrînê bi awayek ewle vegere cih û warên xwe demeke dirêj pêwîst e. Bûyerên niha li Sûriyê diqewimin ji bo gel metirsiyên mezin çêdike.”