Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Çewlîgê: Hiqûqa ku nasnameyan nas nake mecbûr e were guhertin
Rojane

Newroza Çewlîgê: Hiqûqa ku nasnameyan nas nake mecbûr e were guhertin

Ûçar di pîrozbahiyê de axivî û wiha got, “Hiqûqa ku gel û nasnameyên vî welatî nas nake mecbûr e biguhere.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya Çewligê li qada li rex Nexweşxaneya Dewletê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn, bi saetan li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Bi hatina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar re coşa welatiyan derket lûtkeyê. Girseyê bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. 

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji ewil Parlamenterê Çewligê Omer Faruk Hulaku axivî û got ku Newroza îsal Newroza aştî û azadiyê ye. Hulaku, bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelan e. Hulaku, got: “Ji bo berpirsyartiya xwe ya li hemberî bangê bicih bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

AGIRÊ NEWROZÊ LI GEL DIRÛŞMAN HAT VÊXISTIN 

 Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar agirê Newrozê vêxist. Girseya ku li dora agir kom bû, bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştre jî hunermend Ozlem Baglayan derket ser dikê. 

‘EV BANG JI BO ÎRADEYA HEVPAR A GELAN E’ 

Herî dawî jî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û Newroza gel pîroz kir. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha got: “Ev sed sal in xwestin li vê xakê yekperestî hebe. Lê bi vê zîhniyetê nekarin gelan bigihînin tu encaman. Di banga birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji bo dewlemendiyên vî welatî, ji bo dîrok û têkoşîna me bang heye. Di serî de ciwan, divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Bi banga birêz Ocalan re em dikevin serdemeke nû. Dema qeyûm dihatin tayînkirin, me tevî gelê xwe got; ‘Dê tenê qeyûman li şaredariyên Kurdan tayîn nekin. Lewma heke em bihêz li dijî bisekinin dê pêşî lê bigirin.’ Me got; ‘Em li dijî tecrîdê bisekinin.’ Îro şaredarê Stenbolê jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Êşa herî kûr li ku be, ku der biêşe û bêhiqûqiya herî mezin li ku be diviyabû me li wir dest pê bikira. Bêdengiya li hemberî Kurdistanê çêbûyî, tevahiya Tirkiyeyê bi heman zilmê re rû bi rû hişt. Hinek derdorên ku hewl didin pêvajoyê bi nediyariyê, bi bêdengiyê tune bikin hene. Çawa ku gelê Kurd ev 200 sal in li dijî van sekinî be dê li dijî bangê jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. Ev bang, ji bo îradeya hevpar a gelan e. Hemû kes Rojava dît. Hemû gel û baweriyên li wir bi hev re manîfestoya jiyanê nivîsandin. Ne şer ne jî polîtîkayên şerê taybet ên hûn li dijî Kurdan dimeşînin nas nekirin û nekarîn pêşî li gelê Kurd bigirin. Em îro Newrozê bi vê baweriyê pîroz dikin. 

 ‘PÊWÎSTÎ BI HIQÛQ Û SIYASETEKE KU HEMÛ GELAN HEMBÊZ DIKE HEYE’

 Em, agirê azadiyê ne ku li vê xakê tu caran venamire. Di demeke ku li ser meseleyeke ewqas dîrokî tê axaftin û li ser çareseriyê nîqaş tên kirin de hewceye alî wekhev bin. Li rexekî diyalog û li rexa din nabe ku hûn birêz Abdullah Ocalan di girtîgehê de ragirin. Ev yek, li dijî tebîeta xwezayê ye. Hiqûqa ku gel û nasnameyên vî welatî nas nake mecbûr e biguhere. Pêdivî bi hiqûq û siyaseteke ku hemû gelan hembêz dike heye. Divê ‘mafê hêviyê’ were cîbicîkirin. Divê îktîdar gavên wisa biavêje ku bikare gavên nû bihêz bike. Her gava ku gelê Kurd ji bo aştî û azadiyê diavêje, temînata herî xurt a pêvajoya nû ye. Pêşengtiya aştiyê ya tevî ewqas zilm, înkar û pişaftinê, mîna ruhê Newrozê ye. Di serî de birêz Ocalan, bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya tevahiya hevalên di zindanan de. Pêdiviya welêt bi siyaseta demokratîk û civaka demokratîk a di banga birêz Ocalan de cih digire heye. Newroza me pîroz be.” 

Pîrozbahî, bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÇEWLÎG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Mazlûm Ebdî û heyeta Şamê li hev civiya
Nûçeya Pişt re Polîsan êrîşî CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Hesekê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin

Cenazeyên sê şervanên ku li Dêr Hafir û Dêrazorê şehîd bûn, bi merasîmekî li gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

Têkoşîn û armancên fedaiyan

Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Zanîngeha Kobanê tevlî kampanyaya ji bo pêdiviya xwînê bû

Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Kobanê têkildarî kampanyaya pêdiviya xwînê ya ji bo Rojava hatî destpêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?