Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê Abdullah Ocalan bikare bi rengekî azad bijî û bixebite’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê: Me dest ji têkoşînê berneda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nedîm Seven: Divê dewleta Tirk gav bavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 16 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tugçe Tatarî: PKK’ê tiştê dikeve ser milê xwe kir, dora dewletê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya tewanên Şengalê di destê tewanbaran de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî seredana sersaxiya Bahar Bîlge hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xelkê Tirbespiyê şehîdekî xwe spart axê
Rojava

Xelkê Tirbespiyê şehîdekî xwe spart axê

Endamê Erka Xweparastinê Ebdulrezaq Mihemed ku ji ber nexweşiyekê şehîd bû, li Tirbespiyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê îro ji bo tevlî merasîma oxirkirina şervanê Erka Xweparastinê Ebdulrezaq Mihemed ku di 3’ê Nîsanê de ji ber nexweşiya giran şehîd bû bibin, ber bi mezara şehîd Dilşîr a gundê Digirê ve ketin rê. Di merasîmê de nasnameya  şervanê QSD`ê Şêro Tirbespiyê (Emced El Hebîb) û Ayid Tirbespiyê (Omer El Hebîb) ku di 2’ê Çile de di berxwedana li Bendava Tişrînê de şehîd bûn hate eşkerekirin.

Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û got, “Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bimeşin û destkeftiyên wan biparêzin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser hevserokê Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hikmet El Hebîb axaftinek kir û tekez kir ku fedakariyên mezin ên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo parastina ewlekarî, aştiya sivîl û yekîtiya xaka Sûriyeyê encam dane.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Ela El Dîn Mihemed axivî û destnîşan kir ku şehadet yek ji destkeftiyên herî mezin ên jiyanê ye, rêya ku kur û keçên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina malbat û welatê xwe hilbijartiye ye.

Endamê Meclisa Pêwendiyên Leşkerî li Qamişlo Mihemed Zêdan tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk girêdayî soza xwe ya parastina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e. her wiha got, “Ji ber vê yekê îro em dibînin ku xwîna hemû pêkhateyên dinava van hêzan de tevlî hev bûye.”

Li ser navê malbatên her du şehîdan pismamê wan Ferûq El Hebîb axivî û diyar kir ku ew ê li ser rêya şehîdên xwe berdewam bin heta ku jiyanek azad û bi rûmet ji bo hemû gelê Sûriyeyê pêk were.

Piştî xwendina belgenameyên şehîdan cenazeyê şehîd Ebdulrezaq Mihemed bi tilîlî û dirûşmeyan li goristana şehîd Dilşêr spartin axê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN TIRBESPIYÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Nûçeya Pişt re Bi sedan şervanên din jî ji Eşrefiye û Şêxmeqsûd derketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê di meşa 25’ê Mijdarê de desteserkirin hat protestokirin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a ku beşdarî meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bû…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan car din edalet xwestin

Dayikên Şemiyê li Stenbolê, li Colemêrgê xizmên windayan aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Deriyên Îmraliyê vekin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreya li Dîlokê de bal kişand ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê cenazeyê kesekî ku li zeviyên zeytûnan hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Senatoya Fransî: Pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên Sûriyeyê li pêşiya aramiyê astengî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê meşa ‘parastina navê Kobanê’: Em ê dev ji nasnameya xwe bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?