Lêpirsîna derheqê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemir de bi dawî bû. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna ku bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ dabû destpêkirin, bi dawî kir û di îdîanameya xwe de ji bo Epozdemîr cezayê hepsê yê di navbera 7 sal û 6 mehan û 15 salan de dixwaze.
Di îdîanameya derheqê Firat Epozdemîr ê ku ev sê meh in di bin çavan de ye ev yek jî hatiye gotin: ‘’Li gorî agahiyên têkildarî kesê gumanbar, hatiye tespîtkirin ku kesê gumanbar girêdayî fermana Abdullah Ocalan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê di nava Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de bi armanca birêxistinkirinên çepgir û kanalîzekirina hêza siyasîya ya komên marjînal û potansiyelê ya ji rêxistinkirinê re weke Serokê navçeya Bagcilar a Stenbolê kar kiriye.’’
Îdîaname ji 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re hate pêşkêşkirin û 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê wê piştî lêkolînên hewce biryara êrêkirina îdîanameyê bide.