Serdozgeriya Komarê ya Kemalpaşayê bi îdîaya “nelirêtiya lêçûnên cemaweriyê” derbarê Şaredariya Kemalpaşa ya Îzmîrê ya CHP’ê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 5 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.
Alîkarê Şaredarê Kemalpaşa A.B, Midûrê Karên Çand û Civakî yê berê H.B, xebatkarên şaredariyê S.K û B.B û berpirsê şîrketa organîzasyonê S.P di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin.