Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’
Jin

‘Em kesên ku ji bo hêza xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin hişyar dikin’

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê kesên ku beriya hilbijartinên herêmî bi hedefgirtina têkoşîna azadiya jinê re şerê taybet dimeşînin hişyar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê, têkildarî polîtîkayên şerê taybet ên beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li Kurdistanê li dijî têkoşîna azadiya jinê tên meşandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em kesên ku ji bo desthilatdariya xwe ya şexsî êrîşî xeta jinê dikin, hişyar dikin.”

Daxuyaniya Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê  wiha ye:

LI DIJÎ GELÊ ME ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN

“Em wek gel û tevger di qonaxeke pir krîtîk re derbas dibin. Berxwedan û têkoşîna gelê me yê qehreman li çar parçeyên Kurdistanê bi şîara ‘Bê Serok jiyan nabe’ di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Faşîzma ku li hemberî berxwedana me şikest, li dijî gelê me şerekî berfireh ê psîkolojîk û taybet, êrîşên qirkirina fizîkî jî dimeşîne. Di çarçoveya Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de giranî dane ser şerê taybet û psîkolojîk. Faşîzma ku bi êrîş, binçavkirin û zextan nikare vîna gelê me bişkîne, dixwaze bi dengdêrên sexte û şerê taybet û psîkolojîk encam bigire.

BI AWAYEKÎ EŞKERE ÊRÎŞÎ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIKIN

Nîqaşên li ser hilbijartinan tê meşandin de bi awayekî eşkere êrîşî xeta azadiya jinê ku hêza pêşeng a têkoşîna me ye, dikin. Ferasetên desthilatdarî ku siyaseta nûnertî û hilbijartinan kirin navenda têkoşîna me, ne tenê bûne bingehê şerê taybet ê faşîzmê, bi rêya medyaya dijîtal jî heman rêbazê li dijî têkoşîna me bi kar anîn. Bi taybetî êrîşên ku navenda wan li Êlihê pêk tên, li dijî paradîgmaya me û têkoşîna me ya azadiyê bûye êrîşeke vekirî.

HILBIJARTIN RÊBAZEK GIRÎNG A TÊKOŞÎNÊ YE

Bêguman hilbijartin ji bo rastiya gelên di bin êrîşên qirkirinê de ye, rêbazeke girîng a têkoşînê ye. Lê belê hin hişmendiyên serdest ên mêr ku hilbijartin û destkeftiyên wan vediguherînin bextê xwe yê şexsî û bi destxistina kursiyan, her cure provokasyon û manîpulasyonan dikin. Ev kesayetên ku ji hişmendiya azadiyê bêpar in, bi rastî daxwazên xwe dixin pêşiya gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinê û pirsgirêka hilbijartina xwe dikin mijara jiyan û mirinê, vediguherînin şerekî hişmendî yê şerê taybet.

Divê were zanîn ku em ê ti carî destûrê nedin ku nirxên têkoşîna me ji bo desthilatdarî û hezkirina desthilatdariyê were qirêj kirin. Divê gelê me yê welatparêz tu carî zemînê nede van desthilatdarên ku bingeha şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê didin meşandin. Têkoşîna me ya ku bi bedelên mezin tê meşandin pir mezin e ku ji bo hilbijartinek an jî kursiyekê were qirêj kirin. Em bang li her kesê ku bi nezanî piştgiriya şerê taybet dikin, dawî li vê helwestê bînin. Em hêmanên qirêj ên şerê taybet û psîkolojîk ê faşîzmê jî hişyar dikin. Zû yan dereng wê gelê me teqez hesab ji wan pirse.”

 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê YJA Star: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Apoyî komployê têk bibin
Nûçeya Pişt re Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîdê Şaredariya Tişrînê hate veşartin

Cenazeyê xebatkarê Şaredariya Tişrînê Mehmûd Mudîr Muslim, li Reqayê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Xelkê Kobanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiya û destnîşan kir ku aştî…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da Hadî Elçîçek hate veşartin

Girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar Hadî Elçîçek ê ku jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?