Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sirri Sureyya Onder bû ziman, bîr û wijdanê gelê Kurd
Rojane

Sirri Sureyya Onder bû ziman, bîr û wijdanê gelê Kurd

Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû "navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingale ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan jiyana xwe ji dest da.

Sirri Sureyya Onder yek ji kesayetên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû. Onder bi gotina “Wê rojekê aştî teqez were, em ê heta wê rojê dev ji têkoşînê bernedin” her tim baweriya xwe ya bi aştiyê dianî ziman. Onder alîgirê aştiyê û parêzvanê civatek demokratîk bû. Her wiha weke hostayê huner û mîzahê derket pêş. Onder li ser xeta ku huner û siyaset digihîştin hev disekinî, di pêvajoyên aştiyê de rolên sereke lîst û di her serdemê de bi helwesta xwe ya domdar, diyalog û aştîxwazî bal kişand ser xwe.

FÊRÎ ÎSLAMÊ BÛ Û DI SOSYALÎZMÊ DE BIRYAR DA

Onder di sala 1962’an de li Semsûrê ji malbateke Tirkmen a ku hema hema her kesê li dora wî Kurd bû ji dayik bû, dema ku heşt salî bû bavê xwe winda kir. Bavê Onder yek ji damezrînerên rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Semsûrê bû. Aliyê dayika wî girêdayî kevneşopiyeke cuda ya tevgera Nûrcûyan bû. Ev herdu kevneşopiyên dijber teşe da ramanên Onder. Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê de ev tişt anîzê ziman: “Aliyê bavê min sosyalîst bû, aliyê dayikan min Nûrcû bû; her du jî li derveyî pergalê bûn. Bi vî awayî, min herduyan jî nas kirin. Ez fêrî Îslamê bû, lê di dawiyê de min di sosyalîzmê de biryar da.”

DARBEYA 80’YÎ Û SALÊN GIRTÎGEHÊ

Onder di salên dibistana navîn de fikrên çepgir nas kir, di salên lîseyê de tevlî komên şoreşger û sosyalîst bû. Di sala 1978’an de, dema ku ew hîn xwendekarê lîseyê bû, ji ber protestokirina Komkujiya Mereşê hate girtin.

Piştî lîse qedand, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir. Li Enqereyê di nava “siyaseta şoreşgerî” de cih girt. Dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat, ew 18 salî bû. Piştî darbeyê, têkoşîna wî ya siyasî hîn tûjtir bû. Sala din, ew ji ber xebata xwe ya siyasî hate binçavkirin û girtin. Onder 7 salan li girtîgehên Mamak, Ûlûcanlar û Haymanayê hate girtin, rastî êşkenceyê hat û ket grevên birçîbûnê.

AJOKAR, SÎNEMAVAN, SIYASETMEDAR…

Onder piştî ji girtîgehê derket, li Stenbolê bi cih bû. Berî ku dest bi nivîsandina senaryoyan bike, di gelek karên weke ajokariya kamyonê hwd de xebit. Eleqeya Onder a sînema û  nivîsandina senaryoyê bi fîlma “Dûvar” dest pê kir. Onder wiha behsa wan rojan kir: “Ez di nav wî dîwarî de bûm, min fêm kir ku ez ne bi tenê me. Piştre min dest bi nivîsandinê kir.” Bi perwerdehiya ku wergirtî, fêrî estetîkkirina hêrsa xwe bû û bi vî awayî fîlma xwe ya yekem “Beynelmilel” nivîsand.

Fîlma Beynelmilel (2006) bla her kesî kişandibû ser xwe, paşê wek senarîst, derhêner û lîstikvan beşdarî berhemên wek O… Çocuklari, Dugun Dernek û Yeralti bû.

Onder di sala 2011’an de dest bi siyasetê kir û ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî parlamenterê Stenbolê hate hilbijartin. Ew yek ji damezrînerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2013’an de hate damezrandin bû û wekî alîkarê hevserokê wê xebitî.

Ji bo Onder pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurd bû. Di nava wê de mêtingerî, zordarî, zilma dewletê, têgihîştina yekperestiyê, nêzîkatiya wêdekirinê û zîhniyeta newekhev a li vî welatî hebû.

ONDER PEYAMÊN RÊBER APO RAGIHAND GELAN

Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtinên aştiyê (pêvajoya çareseriyê) de ku di navbera salên 2013 û 2015’an de dom kir, yek ji aktorên herî girîng ên Şandeya Îmraliyê bû. Ew beşdarî hevdîtinên Rêber Apo yên li Îmraliyê bû û di teşedayîna pêvajoyê û bidestxistina piştgiriya raya giştî de roleke girîng lîst.

Onder di Newroza 2013’an de li Amed banga Rêber Apo ya “Çekan bêdeng bikin” xwend.

Onder di xwepêşandanên Parka Gezî ya 2013’an de li ber maşîneyên înşaetê rawestiya û nehişt ku darên li parkê bên birîn daran parast û got “Ez jî nûnerê daran im” û bû yek ji navên sembolîk ên berxwedanê.

Onder di pîrozbahiyên Newrozê yên 2014 û 2015’an de jî peyamên Rêber Apo ji raya giştî re ragihand.

Di hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” yên didomiyan de, di 28’ê Sibata 2015’an de metna Lihevkirina Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk dihat û di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û şandeya HDPê de hatibê îmzekirin, xwend. Ev lihevkirin gava herî berbiçav a pêvajoya çareseriyê bû. Lê piştî ku HDP di 7’ê Hezîrana 2015’an de benda hilbijartinê derbas kir û AKP piraniya xwe winda kir, pêvajo rawestiya. Ji ber ku Erdogan, Lihevkirina Dolmabahçeyê qebûl nekir, pêvajo bi dawî bû.

Bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê re, şer û pevçûn ji nû ve dest pê kir. Di qada siyasî de, armanc ew bû ku HDP bêbandor bikin û zext û girtinên li ser endamên HDP’ê zêde bûn. Di encama vê zextê de, di sala 2016’an de parêzbendiya gelek parlamenterên HDP’ê hate rakirin. Ji ber rakirina parêzbendiya wan, bi sedan kes, di nav de parlamenter û siyasetmedarên HDP’ê jî hebûn, hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin de Onder ê ku yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê bû, hebû.

TEVÎ BERDELÊN GIRAN JÎ TIŞTÊN JÛ BAWER DIKIR ANÎ ZIMAN

Onder di sala 2016’an de hate girtin. Onder di têketina Girtîgeha Kandirayê de ji rojnamevanan re got, “Her çend bûyer xemgîn xuya bikin jî, bi rastî ji bo tevahiya welêt rojaên xweş nêzîk in. Her gotina ku em dibêjin, her hewldana ku em dikin rûmeta me ye.”

Onder di sala 2019an de piştî biryara Dadgeha Destûrî ya ku “azadiya wî ya îfadekirinê hatiye binpêkirin” hate berdan.

Onder dema ku hate berdan bi gotina; “Di rewşên wiha de divê mirov keyfxweş bibe lê parçeyek me hîn jî di hundir de maye. Dema ku welat gavên ber bi demokratîkbûn û aştiya tevahî ve bavêje wê demê em ê keyfxweş bibin. Me gotina xwe got û me her gav gotiye. Ti tişt nikare gotina me asteng bike, ji ber ku me tiştê ku em bawer dikin got” nîşan da ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne.

Onder di tevahiya jiyana xwe de bedel da, lê wî qet tiştê ku jê bawer nedikir, nekir. Ew hem di hunera xwe de û hem jî di siyaseta xwe de domdar bû. Ew xwe deyndarê axa ku lê dijiya hîs dikir û ji ber vê sedemê ne dev ji siyasetê û ne jî çîrokbêjiyê berneda.

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ JI BO AŞTÎ Û DIYALOGÊ XEBITÎ

Onder piştî ji girtîgehê derket bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma lê ji têkoşînê paşve gav neavêt. Di hilbijartinên giştî yên 2023’yan de ji DEM Partiyê wekî Parlamenterê Stenbolê yê serdema 28’an hate hilbijartin û hewldanên xwe yên aştî û diyalogê domand.

Sirri Sureyya Onder di pêvajoya ku piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Parlamentoyê di 22’yê Cotmeha 2024’an de dest pê kir, bi gotina “Aştî tenê bi diyalogê dikare pêk were” cihê xwe di nava Şandeya Îmraliyê de girt.

Onder tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî di pêvajoya aştiyê de roleke dîrokî lîst. Tevî hişyariyên bijîşkên wî yên ji bo bêhnvedan û kêmkirina bernameya xwe, bi gotina “Ev welat hewceyê aştiyê ye; beza ji bo aştiyê terapiya herî baş e” xebata xwe ya ji bo aştiyê domand.

Onder êvara Sêşema 15’ê Nîsanê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê. Onder, ku piştî teşhîskirina jêbûna rehên aortayê bi lez hate emeliyatkirin. Emeliyata Onder 12 saetan dom kir 

Sirri Sureyya dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin di 21’ê Nîsanê de peyamek ji Rêber Apo hat. Peyama ku bi rêya endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Parêzer Ozgur Erol hatiye dayîn de, Rêber Apo wiha behsa Onder kir:

RÊBER APO: RÊYA GIRÊDANA VÊ HEWLDANA WÎ YÊN AŞTIYÊ TÊXIN PRATÎKÊ

“Min bi Sirri Sureya Onder re 12 sal mesayî derbas kir. Girîngiya wî hilgirtiye ev e: Ji Semsûrê ye. Ji koka Tirkmenan e. Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike. Hewldana aştiya mezin teyisand civakê, di şexsê xwe de pêşdaraza civakê şikand. Wî ev yek kir. Pêşdaraziyên civakê şikand, li Meclisê şikand, li kolanan şikand. 

Ya ku di şexsê wî de jîndar bûye, em jê re dibêjin gen û çanda Anatoliyê. Tişta ku em jê re dibêjin aştî, genên Anatoliyê û kevneşopiyên Tirkmenan jîndarkirin e. Onder kesayetekî wisa ye û ev jî cewhera rastîn a Tirkmentiyê ye: Nasnameya herî baş a aştiyê û nasnameya herî baş a çandê ye. Li dijî feraseta ‘Bi israr bikim dijmin û bi vê şêwazê siyasetê bikim’ tevgerandin e.

Çanda Onder a têkoşîna li dijî neyîniyan û li gel neyîniyan meşandin gelek girîng e. Neyîniyên ku derketin holê beyî wan kûr bike ew vegerandin aliyê erênî. Ez dibînim ku her kes diçin nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re eşkere dikin. Rêya vê girêdanê de hewldanên wî yên aştiyê jî têxin pratîkê. Careke din ez ji bo wî, malbata wî û heskirinên wî dibêjim derbasî be. Ez hêvî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”

Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû “navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû. Ew ji bo siyaseta Tirkiye û gelê Kurd bû ziman, bîr û wijdan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li girtîgehan hê jî rojnamevan hene’
Nûçeya Pişt re DEM Partî hemû bernameyên xwe betal kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, li bajarên Qamişlo û Girkê Legê 2 çalakî hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Kurkçu: Beriya her tiştî biryarên Konseya Ewropayê bi cih bînin

Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku biryara PKK'ê hêviya ji bo çareseriyê mezin kir û têkildarî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kongoya Demokratîk şewba Ebolayê: Hejmara miriyan ji 3 hezarî derbas kir

Li Komara Kongoya Demokratîk (KDC) hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Spanyayê ji ber karesata trênê sê roj şîn hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?