Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Mekanîzma divê bi lez were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Trump da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Guven: Heta statuya Abdullah Ocalan neyê nasîn, çareseriyek mayînde pêkan nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji HPG’ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir
Kurdistan

Ji HPG’ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 9790 carî ji hewayî û bejahî ve êrîş kir. Hate ragihandin ku di êrîşên dagirkeriyê de 4 gerîla şehîd bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviya paşeroja azad a gelê me ye, bi banga Rêber Apo re ji 1’ê Adara 2025’an û pê ve kete pozîsyona agirbestê û ji bo di pratîkê de bersivê bide vê banga dîrokî bi hesasiyeteke mezin nêzî pêvajoyê bûn. Di pêvajoya 2 mehan a piştî daxuyaniya Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de hêzên me hemû di çarçoveya biryara agirbestê de tevgeriyan. Lewma Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê pêwîstiyên vê pêvajoya hesas bi sebir û fedakariyeke mezin bi cih anîn.

Artêşa Tirk a dagirker mehên Adar û Nîsanê, vê rewşa agirbestê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji xwe re weke girsendekê dît û giranî da ser rêbazên li derveyî exlaqê û di konsepta îmhayê de israr kir. Li gel ku hêza xwe bi temamî seferber kir jî nekarî berxwedana gerîla ya dîrokî bişikîne û li herêma rojavayê Zapê ku navenda Zapê ye li pêşberî gerîla şikest. Artêşa Tirk a dagirker piştî vê şikestinê êrîşên xwe yên li ser çeper û tunelên li qadên berxwedanê zêde kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan û destûr nedan pêşveçûna dagirkeran. Dagirkerên ku nekarî ji vê berxwedana bi heybet derbas bibin, careke din li derveyî pîvanên şer li hemberî hêzên me çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û bombeyên fosforê yên qedexekirî bi kar anî.

BÛN ÇAVKANIYA RÛMETÊ YA GELÊ ME

Dagirker ku li her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li milîtanên Apoyî rast hatin, li gel ku bi teknîkeke ku kare bajaran tine bike êrîşî qadên berxwedanê yên gerîla kirin jî nekarîn bigihêjin armanca xwe. Hevrêyên me Besê û Mîtra ku di encama êrîşa kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn û hevrêyên me Xebat, Goran û Egîd ên ku li gel birîndariya xwe heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran şer kirin û bersiv dan, weke nûnerên îradeya xurt a Apoyî ala serketinê ya PKK û PAJK’ê li ba dan û bûn çavkaniya rûmetê ya gelê me.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bakurê Kurdistanê jî Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi serketî xistin pratîkê û bi dehan operasyonên dagirkeran ên bi hezaran dagirker û teknîka şer hatin kirin, pûç kirin. Tîmên me yên gerîla yên profesyonel ku rê û rêbazên afirîner ên serdema nû xistin meriyetê, li Bakurê Kurdistanê ti windahî nedan.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku tespîta ‘Teknîka herî mezin mirov bi xwe ye’ ji xwe re kirin esas, di nava şert û mercên zehmet û giran de li ezmanên Kurdistanê jî li ber dagirkeran rabûn û derbên mezin li teknîka dagirkeran xistin ku pesnê xwe pê didan. Bi vî rengî hem li bejahî hem jî li hewayî rê nedan dagirkeran.

DAGIRKERAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BOMBEYÊN FOSFORÊ Û TEQEMENIYÊN QEDEXEKIRÎ ÊRÎŞ KIRIN

Meha Nîsanê artêşa Tirk a dagirker careke din li hemberî hêzên me sûcê şer kir û 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexekirî bi kar anî, bi kepçeyan hewl da tunelên me yên berxwedanê hilweşîne û 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê, 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî, 9693 caran bi çekên giran, top û obusan êrîş kir.

17 CARAN DEST LI DAGIRKERAN HATE WERDAN

Hêzên me yên li ser bingeha parastina rewa tevgeriyan, 17 caran dest li dagirkeran werdan ku di pozîsyona êrîşê de bûn. Di encama vê destwerdanê de dagirkerek hate cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn. Her wiha hêzên me tankek, 2 wesayitên zirxî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, obusek, 2 drone, jammerek îmhakirin, derb li wesayiteke zirxî, konteynirek û çerekê xistin, droneyek jî desteser kirin.

4 hevrêyên me ku xaka Kurdistanê ya pîroz li dijî dagirkeran bi fedakariyeke mezin parastin, bi fedaîtî şer kirin, bûn rûmeta gelê me û ala têkoşînê ji me hevrêyên xwe re hiştin, di meha Nîsanê de şehîd bûn. Em şehîdên xwe yên nemir ku doh, îro û siberoja me ne careke din bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.

Agahiyên berfireh ên bîlançoya şer a meha Nîsanê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Êrîşa bi balafirên şer: 76
Êrîşa bi helîkopterên êrîşê: 12
Êrîşa bi çekên kîmyewî (Fosfor): 3
Êrîşa bi droneyên bombebarkirî: 2
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî: 
Êrîşa bi çekên giran, top û obusan: 9693

DESTWERDANA GERÎLA YA LI ÊRÎŞAN

Destwerdana li êrîşan: 17

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KCK’ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek
Nûçeya Pişt re KJK: Ji ber koça dawî ya Sirri Sûreyya Onder em gelek xemgîn in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YJK-Hollanda hat îlankirin

Jinên Kurd ên li Hollandayê dijîn, bi beşdariya 100 delegeyan kongreya xwe ya Yekîtiya Jinên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelên Kantona Cizîrê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser piyan e

Li Kantona Cizîrê bi hezaran kes ji bo piştgiriya bi berxwedana li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Ereb di roja sêyemîn de ye

'Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Cîhana Ereb' ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Kurdistanê tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?