Pêncşem, 21 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 21’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: ‘Statuya Abdullah Ocalan, statuya gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê meclîs bikeve dewrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata rêveberiya xwecihî de mijara ‘aboriya komînal’: Modelên cuda pêkan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desthilatdarî li cihê xwe disekine, divê pêvajo bigihêje zemîneke yasayî!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sîpan Sîdar navê coş û moralê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Zeyneb Celaliyan nebaş bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî
Kurdistan

HPG’ê şehîd Arîn Marînos bi bîr anî

HPG'ê gerîla Arîn Marînos (Esma Tekîn) bi bîr anî ku Tebaxa 2022'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, "Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya wêrek û serketî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK’ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû.”

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke welê afirand ku di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin û têkneçûna îradya Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê da. Hevrêya me Arîn Marînos ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê li refên herî pêş cih girt, bersiv da dagirkeran, bi îradeyeke xurt şer kir û xeta PKK û PAJK’ê di asta herî bilind de temsîl kir, şehîd bû. Li herêma Zapê ku hesabên dagirkeran û hevkarên wan bi berxwedanê hate têkbirin hevrêya me Arîn gerîlatî kir û ruhê serketinê yê demê di şexsê xwe de temsîl kir. Meşa xwe ya azadiyê ku ji Bakurê Kurdistanê da destpêkirin, mezin kir, gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her qada ku lê ma kedeke bêhempa da. Bi dilxwaziya xwe ya têkoşînê û tevlîbûna xwe ya xurt ji hevrêyên xwe re bû mînak û li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî gelek karî bû. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna bi israr a li ser xeta Rêber Apo hemû berpirsyariyên xwe bi rengekî hêja bi cih anî.

Di serî de malbata wê ya hêja ku milîtaneke hêja ya weke hevrêya me Arîn tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em ê şopdarê xeyalên şehîdên xwe bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Arîn Marînos bi vî rengî ne:

Nasnav: Arîn Marînos
Nav paşnav: Esma Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Bedriye-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Tebaxa 2022 / Herêmên parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Arîn li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Colemêrgê, li nava malbateke me ya ji eşîra Marînosê ji dayik bû. Hevrêya me ku li nava malbat û derdoreke welatparêz ji dayik bû, bi dilsoziya bi cewher û çanda xwe mezin bû. Hevrêya me ku di temenekî zû de firsend dît ku têkoşîna me nas bike, sempatiya xwe ji bo partiya me çêbû. Li cihekî weke Colemêrgê ku refleksên xwe yên civakî yên li hemberî dijmin timî xurt e, hevrêya me zarokatiya xwe derbas kir û rastiya dijmin hîn di zarokatiyê de fêhm kir. Hevrêya me ku şahidî ji zext û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê re kir, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her roj mezin kir. Hevrêya me ku heta lîseyê xwend, bi taybetî di temenê xwe yê ciwantiyê de ji ber bûyerên li Kurdistanê diqewimîn kete nava lêgerînan. Hevrêya me ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst hesiya, di têkoşîna li Kurdistanê de her ku pêşengiya gerîlayên YJA Starê û keda wan a ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêberê me dît, bêhtir bû heyranê gerîla. Rêbazeke jiyanê ya klasîk a di çarçoveya sînorên koletiye de ti carî qebûl nekir û her tim kete nava lêgerînan. Hevrêya me Arîn rewşa jinên lin ava sîstemê û gerîlayên jinên ji bo azadiya gelê me yê li refên azadiyê têdikoşin anî hemberî hev û kete nava kûrbûnên mezin. Hevrêya me fêhm kir ku jiyana sîstemê jinê bê îrade dike û dike koleyeke modern. Lewma hewl da tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Hevrêya me li hemberî neheqiyê û şehadetan xwe berpirsyar dît û biryar da ku beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bibe.

Hevrêya me Arîn ku sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû, zanîbû ku bi tevlîbûna xwe re gaveke dîrokî avêtiye û armancên mezin danî pêşiya xwe. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Ji bo derbaskirina zor û zehmetiyên jiyana çiyê û gerîla zehmetî nekişand. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi moral a li perwerdeyê û meraqa xwe ya hînbûnê di demeke kurt de bi pêş ket. Bi perwerdeya wergirtî re di kesayetiya xwe de guhertin kir û sîstem hîn baştir analîz kir. Her ku di dersên dîroka partiyê û jineolojiyê de têkoşîn fêhm kir, daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê hîn mezin kir. Di nava refên têkoşînê de armanca xwe ya sereke ew bû ku hêjayî şehîdan be û her ku bedelên di dersên dîroka partiyê de xwend, bêhtir kûr bû û ji xwe re kir armanc ku li ser xeta Şehîd Zîlan û Şehîd Bêrîtan bi gavên ji xwe bawer bimeşe. Eleqeya wê ya ji bo branşên leşkerî kir ku di demeke kurt de encamên baş werbigire. Hevrêya me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û bû milîtaneke amade ku wezîfeyên şoreşgerî li qadên şerê giran pêk bîne. Pêşniyar kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê piştî karên pratîkî tevlî perwerdeya pisporbûyînê bibe. Di demekê de ku êrîşen dijmin giran bû, zanîbû ku tenê weke gerîlayeke pispor û ji aliyê îdeolojîk ve xurt, dikare bibe bersiv. Lewma îdîaya xwe mezin kir û beşdarî perwerdeya pisporiyê bû. Hevrêya me ku di branşên leşkerî de bû pispor, piştî ku perwerde bi serketî qedand, weke gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe  kir. Hevrêya me Arîn derfet dît ku hem di perwerdeyê de hem jî di pratîkê de tiştên hîn bûye xurt bike û di şarezabûna leşkerî ya gelek hevrêyên me de bû xwedî rol. Pêşniyar kir ku derbasî qadên ji şerê giran bibe. Hevrêya me li akademiya jinê ya xweser beşdarî dewreya perwerdeyê ya îdeolojîk bû, ji aliyê îdeolojîk ve xwe gelekî kûr kir. Hevrêya me ku nirxandinên artêşbûna jinê ya Rêberê me xwend, têgihişt ku weke jin a azadbûyî dikare çi bike.

Li gorî ruhê demê ji bo tevlî qadên şerê germ bibe pêşniyar kir û di encama israra vê yekê de derbasî qada Zapê bû û li hemberî dagirkeran li refên herî pêş cih girt. Li tunelên şer pratîkeke bi bandor meşand û pêşengî kir ku derbên giran li dijmin bê xistin. Li qada Zapê li tunelên şer cihê xwe di nava berxwedana dîrokî de girt, weke milîtaneke Apoyî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Di nava tîmên gerîla yên nîv tevger de cih girt û ji bo bicihanîna taktîkên gerîla yên dema nû ked da. Xeta berxwedanê û têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ji xwe re kir esas û heta kêliya şehîd bikeve bêteredût li ser vê xetê meşiya. Ji bo hêjayî şehîdên me bibe û barê hverêyên me yên di bin êrîşên çekên kîmyewî de li ber xwe didan sivik bike, hemû hewldanên ji destê wê hatin kir û di her çalakiyê de bi daxwaz û coşeke mezin amade bû. Hevrêya me Arîn weke gerîlayeke YJA Starê ya serketî û şervaneke wêrek cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt.

Hevrêya me Arîn ku Tebax 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû; bi şarezabûna xwe ya leşkerî, têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên kûr û kesayetiya xwe ya milîtan a pêşeng mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin. Em soz didin ku ala têkoşînê ya hevrêya me Arîn ji me re hişt bi ser bixînin û em ê xwedî li bîranîna şehîdên xwe hemûyan derkevin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî gerîlayên di agirbestê de ne
Nûçeya Pişt re Rageşiya Hindistan-Pakistan mezin dibe: Bi dehan mirî hene, 3 balafir ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hûrgiliyên dosyaya TAJÊ: Divê PDK bê darizandin

TAJÊ di salvegera fermanê de dosya amade kir û got: “Divê PDK bê darizandin.”

Ji aliyê Stêrk TV

FGBRS: Em evîndarê Şoreşa Rojava şehîd Ehmed bi rêzdarî bi bîr tînin

FGBRSˊê bi daxuyaniyekê gaziyê şer şehîd Ehmed Têkoşîn bi bîr anîn û got, "Em ê…

Ji aliyê Stêrk TV

ADGB: Werin em têkoşîna 33 Rêwiyên Hêviyê mezin bikin!

ADGB’ê got: ‘’Li gel perspektîfa şoreşa yekbûyî ji bo hesabpirsîna Pirsûsê em dicivin. Werin em…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 1025’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK: Guhertinên li herêmê wê bandor li Kurdistanê jî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bakirhan li Agiriyê serdana dikandaran kir, li daxwazên wan guhdarî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?