Yekşem, 1 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Holloway: ‘Azadiya Ocalan wê deriyê demokrasiyeke kûr veke’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Demir: Avêtina gavên zagonî xwedî girîngiyeke jiyanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Deriyê Sînor yê Hacî Omeran hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Tilezêr bang li hikûmeta Iraqê kir: Pêdiviya Êzidiyan bi ewlehiyê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan aqûbeta windayan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Vural jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa ‘Mafê Hêviyê’: Bang sererastkirinên qanûnî li hikumetê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    12 salan de 5 hezar û 659 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya TAJÊ eşkere bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Rûken Çilaxa bi merasîmekê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dema nû, destpêka nû: Komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Eren Keskîn: Girtiyên nexwe divê tavilê bêne berdan!
Rojane

Eren Keskîn: Girtiyên nexwe divê tavilê bêne berdan!

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê gaveke erênî ye, lê li aliyê din divê dewlet jî gavê biavêje û got, "Beriya her tiştî divê azadiya îfadeyê hebe û girtiyên nexweş bên berdan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn anî ziman ku biryara PKK’ê ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî bûyereke girîng e, lê belê divê dewlet êdî gavê biavêje.

‘PÊWENDIYA DESTPÊKIRINA PÊVAJOYÊ BI ROJAVA HEYE’

Eren Keskîn diyar kir ku weke parêzvanên mafên mirovan wan her tim xwestine, meseleya Kurd bi rengekî bêçek bê çareserkirin, lewma biryarên ku di kongreyê de hatine wergirtin bi rengekî erênî pêşwazî kirine. Eren Keskîn ragihand ku meseleya Kurd ne tenê Tirkiyeyê eleqedar dike û gelek heye ku di nava çar dewletan de hatiye parçekirin û pêşketina li yek ji parçeyên vê cografyayê bandorê li yê din dike.

Eren Keskîn anî ziman ku Rojava di vê pêvajoyê de hêmaneke bingehîn e û got, “Bi dîtina min eger dewletê hîs kir ku neçar e gaveke bi vî rengî biavêje, pêwendiya vê yekê bi Rojava re heye. Ev pêvajo ne bi rengê ‘Bila Kurd bên, em li hev bikin’ destpê kir. Bandora hebûna Kurdan a Rojava ya li vê derê, rewşa Îsraîlê ku li Rojhilata Navîn bûye hêzeke mezin a şer, rewşa Emerîkayê, divê ev hemû bi hev re bêne nirxandin. Yanî ji ber bûyerên li Rojhilata Navîn pêvajoyeke bi vî rengî destpê kir. Di vê çarçoveyê de PKK’ê bi ya Ocalan kir û eşkere kir ku çek daniye. Danîna çekan erênî ye, lê belê li aliyê din divê dewlet gavê biavêje.”

‘DIVÊ HIQÛQ BI CIH BÊ ANÎN’

Eren Keskîn destnîşan kir ku gava sereke ya ku divê bê avêtin bicihanîna hiqûqê ye. Eren Keskîn got, “Hiqûqa nivîskî û bicihanîna wê ji hev bi temamî cuda ye. Li gorî Desteya Bingehîn biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo hemû saziyan derbasdar e, lê belê dadgerî vê yekê jî bi cih nîne. Lewma dewleta ku hiqûqa xwe ya navxweyî jî pêk nîne, beriya her tiştî divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinî û îfadeyê rake û li gorî peymanên navneteweyî tevbigere. Divê ti kes ji ber fikrê xwe neyê darizandin û neyê girtin.

Ji bilî vê yekê weke gava herî lezgîn jî divê girtiyên nexwşe bêne berdan û hemû girtiyên siyasî bêne berdan. Her wiha Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê bi temamî bê rakirin ku pêkanîneke hiqûqa dijminatiyê ye. Di Qanûna Ceza ya Tirk de ji xwe xalên têkildarî sûcên rêxistinî hene. Yanî Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hiqûqa dijminatiyê ye. Lewma divê ev qanûn bê rakirin.

Wekî din, bi dîtina min, weke jinekê beriya her tiştî divê îmzeya li Peymana Stenbolê ya Konseya Eworpayê bê nûkirin, careke din peyman bê îmzekirin. Yanî divê dawî li gotinên nefretê bê anîn. Ev hemû divê bêne kirin. Lê belê mixabin em hîn gelekî dûrî van hemûyan e. Girtiyên nexweş hîn nehatine berdan. Jİ ber vê jî ya destpêkê divê ev bin.”

Têkildarî banga komîsyonê ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî jî Eren Keskîn got, avakirina komîsyoneke bi vî rengî li meclîsê wê bibe gaveke erênî, lê belê li gel komîsysona li meclîsê pêwîstî bi avakirina ‘Komîsyonên Rûbirûbûnê û Heqîqetê’ heye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê GULANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Gunerîna qanûna bingehîn ne armanca me ya sereke ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên dagirkeriyê li ser sînor hatin şermezarkirin: Em ê berxwedanê mezin bikin!

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di meşa li navçeya Pirsûsê ya li ser sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Xeteriya li ser jiyana rojnamevan Huseyîn Aykol didome

Rojnamevan-nivîskar piştî ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî, rakirin beşa çavdêriya taybet. Bijîjkan…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Em li gel gelên Îranê ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroz wê bi şîara ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ were pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên nexweş divê demildest bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Arakçi-Huseyîn civiyan: Îran wê baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Iraqê hedef bigire

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?