În, 1 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê ku li Siddik Akiş hatî birîn li Colemêrg û navçeyên wê hat şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê li ber biryara têkildarî doza Poyraz Esen rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Candan: Ji bo aştî, edalet û jiyana mirovan e em ê li qadên 1’ê Gulanê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Girîng e ku 1’ê Gulanê weke roja sosyalîzma demokratîk bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Pêvajo ji aliyê desthilatdariyê ve di pratîkê de hate rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak: Hem muzakerevanê sereke be hem jî dîlgirtî be; bi vî rengî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Perspektîfa ku Rêber Apo şand Kongreya 12’emîn di Serxwebûnê de hate weşandin
Rojane

Perspektîfa ku Rêber Apo şand Kongreya 12’emîn di Serxwebûnê de hate weşandin

Rojnameya Serxwebûnê temamiya perspektîfa Rêber Apo ku şandibû Kongreya 12'emîn a PKK'ê û belgeyên kongreyê hemû weşand. Serxwebûnê ragihand ku dawî li weşana xwe ya bênavber a 44 salan aniye û got, "Her tişt ji bo destpêkeke nû û hîn xurt e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Belgeyên Kongreya 12’emîn a PKK’ê hemû di hejmara Gulanê (521) a rojnameya Serxwebûnê de hatin weşandin. Perspektîfa ku Rêber Apo ji Îmraliyê şand kongreyê, cara yekemîn li rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Li gel perspektîfa ji peyamên dîrokî, metna giştî ya axaftinên destpêk û girtinê yên Kongreyê, biryarên hatin wergirtin û nêrînên delegeyan jî hatin weşandin.

Di hejmara Gulanê de her wiha nivîsên li ser jiyana têkoşînê ya rêveber û kadroyên damezrîner ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jî hene. Wekî din têkildarî Pelîn Zozan (Pelîn Yilmaz) a ku meha derbasbûyî şehadeta wê hate ragihandin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) û şoreşgerên Tirkiyeyî ‘Sê Şitil’ nivîs hatin weşandin.

‘HÊVÎ Û BAWERIYA MIN A JI BO SERKETINÊ MEZIN E’

Rêber Apo bi perspektîfa ji 20 rûpelî û nameya ji 4 xalan beşdarî Kongreya 12’emîn a PKK’ê bû. Rêber Apo di perspektîfa xwe de got, “Ev civînên me bi xwe jî dibe ku nîvê çareseriyê bin. Ji niha û pê ve jî wê pêwîstî bi hewldaneke cewherî û hêja hebe. Hêvî û baweriya min a ji bo serketinê mezin e.” Rêber Apo sernavên têkildarî serdema nû jî bi 7 xalan vedibêje. Sernavên xalên navborî bi vî rengî ne:

1- Xweza û wate

2- Xwezaya civakî û pirsgirêk

3- Di nava civaka dîrokî de dubendiya dewlet û komunîstbûyînê

4- Modernîte

5- Rastiya Kurd û Kurdistanê

6- PKK û fesixkirin

7- Perspektîfên dema nû

Rêber Apo dema ku perspektîfa dema nû pêşkêş dike, dibêje ‘Meseleya fesixkirinê ji bo me rojeveke nû nîne’. Destnîşan dike ku têkildarî fesixkirina PKK’ê; pirsgirêk bi tena serê xwe fesixkirin nîne, bi aliyên xwe yên erênî û neyînî bi mehan dibe ku pêwîstî bi nîqaşkirinê hebe û li ser sedema wê jî dibêje: ‘Ji ber ku em qala avaniyeke bi tenê nakin. Em qala guhertina mejî û kesayetiyê ya bingehîn dikin. Jinûve avabûn herî zêde bi vî rengî dibe. Ji bo pêvajo bi rengekî çêker bi rê ve biçe û bigihêje encamê divê mirov ecele neke.”

BERPIRSYARIYA AFIRANDINA ÇARÇOVEYA TÊGÎNÎ Û TEORÎK

Rêber Apo bi van gotinan, wezîfeyan bi bîr dixîne: ‘Perspektîfa me ya serdema nû li ser bingeha neteweya demokratîk, eko-aborî û komunalîzmê jinûve avakirina civakê ye. Ji bo bingeha felsefî ya vê avakirinê bê danîn, aliyên wê yên îdeolojîk û bi civaka berfireh bibe xwedî beden, berpirsyariya me heye ku em çarçoveya teorîk û têgînî biafirînin’. Her wiha rêgeha ku meş lê bê kirin jî bi vî rengî vedibêje:

“Bêguman nêta aliyan dibe ku cuda bin. Lê belê gava tê avêtin, yan jî banga hate kirin ji aliyê cewherî ve rast e… Em hêmanên îdeolojîk, bernameya pratîkî û aliyên taktîk stratejîk ên paşerojê ava dikin. Civaka demokratîk bernameya siyasî ya vê demê ye. Dewletê ji xwe re nake armanc. Siyaseta civaka demokratîk siyaseta demokratîk e. Komun bi xwe jî komuna demokratîk e. Rast nîne ku ji hev cuda bin. Civaka komun demokratîk e. Ji civaka rojane re divê mirov civaka demokratîk bibêje. Sosyalîzma demokratîk jî tê wateya civakîbûna demokratîk. Dîrokeke çawa ya dewletê hebe dîrokeke komunê jî heye… Jiyana azad a gelan bi komunê dibe. Çawa ku netewe dewlet çeka kapîtalîzmê be çek û pîvana damezrîner a gelan jî komun e. Ev civaka komun li ser şaredariyan dikare bê birêxistinkirin. Ji aliyê teorîk û pratîkî ve dikare bê kirin. Lê belê bi hesasiyet û têkoşîneke antî kapîtalîst a rasteqîn ev yek dikare pêk were.”

SÊ LINGÊN MODERNÎTEYÊ

Rêber Apo rexnekirina kapîtalîzmê û alternatîfa wê jî bi vî rengî kurteber dike: “Ji bo derbasbûna ji modernîteyê û sosyalîzma reel a ku xizmetê jê re dike, me hewl dan analîzeke nû, teoriyeke sosyalîst a alternatîf biafirînin. Navê wê jî kir Modernîteya Demokratîk. Neteweya demokratîk xist şûna netewe dewletê, komun-komunalîste xist şûna kapîtalîzmê û eko-aborî xist şûna endustralîzmê û analîzên vê yekê afirand. Me pergala xwe ya civaka azadîparêz a li ser têkiliya bi hev re ya van analîzên li ser sê hêmanan weke Modernîteya Demokratîk pênase kir, kir nivîs û me dît ku di asteke girîng de ji civakê bersivê werdigire.

Bêguman sernavên jêrîn ên van sê qadan hene. Mînak, parçeyekî girîng ê komunalîteyê azadiya jinê ye. Her wiha polîtîka, exlaq û hwd. dikarin bêne vegotin. Em ê van hemûyan bi berfirehî binirxînin. Têrker e ku temamiya vê pergalê weke Modernîteya Demokratîk bê pênasekirin. Pênaseyên mehşerê yên di ol de tê kirin, ne tenê ji bo cîhana din, her wiha ji bo vê cîhanê jî derbasdar e. Xeteriya ku pirtûkên pîroz balê dikişînin ser, dibe ku ev be. Modernîteya kapîtalîst mehşerê li mirovahiyê ferz dike.”

KONFEDERALÎZMA HERÊMÊ

Rêber Apo destnîşan dike ku eger armancên serdema nû bi ser bikevin wê “Ne tenê ji bo Kurdan û Kurdistanê, her wiha ji bo herêmê jî serketinên girîng bi xwe re bîne. Serketina di vir de wê bandorê li Sûriye, Îran û Iraqê jî bike. Komara Tirkiyeyê wê bibe xwedî wê şensê ku hem xwe nû bike, bi demokrasiyê tacîdar bike hem jî pêşengiyê ji herêmê re bike.” Rêber Apo her wiha balê dikişîne ser wezîfeya dijber û aliyên pêvajoyê:

“Dikarim bibêjim ku ti qîmeta dijberên pêvajoyê nîne. Wê têk biçin. Lê belê ji bo pêkhatina vê jî berpirsyarî dikeve ser milê aliyan. Li gel encamên herêmî yên vê pêvajoyê, wê encamên xwe yên enternasyonal jî hebin. Konfederalîzma Herêmê weke pêwîstiyeke mutleq xwe dide pêş… Lê belê ev çareserî di heman demê de enternasyonaleke nû jî ferz dik…”

SOSYALÎZMA CIVAKA DEMOKRATÎK

Rêber Apo bi vî rengî dest bi nameya xwe ya dîrokî ya 27’ê Nîsanê dike:

“Hevrêyên Hêja!

Piştî 52 sal, mehek û hefteyek ji dîroka me ya têkoşînê, em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke din a şênber, em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Çawa ku dawî û destpêka her tiştî heye.” Di dewama nameyê de çar xalên bingehîn ên divê li paş bêne hiştin û hincetên wê vedibêje.

‘JI BO DESTPÊKEKE NÛ’

Rojnameya Serxwebûnê ragihand ku hejmara wê ya Gulanê hejmara dawî ya weşana wê ya bê navber a 44 salan e. Serxwebûnê di hejmara dawî de ku bi manşeta ‘Israra di mirovahiyê de israra di sosyalîzmê de ye’ hate weşandin, bi sernavê ‘Ji bo destpêkeke nû’ xatir ji xwendevanên xwe xwest:

“Serxwebûn ku bû dengê Berxwedana Kurdan a Hemdem, leheng û qehremanên Kurdan, Kurd ên azad, Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku mohra xwe li sedsala 21’ê xist, bi vê hejmarê re dawî li weşana xwe tîne. Eşkere ye ku bidawîkirina weşana Serxwebûnê bidawîbûnek nîne, lê belê hewldanek ji bo avakirina zemîna destpêkên nû ye. Ji bo organên nû yên weşanê ku li gorî rastiya îdeolojîk û teorîk a şaristaniya demokratîk weşanê bikin, ev hewldan pêşîvekirin e. Lewma mîrtaya Serxwebûnê ku mohra xwe li demeke dîrokî xist, wê di dema nû de di nava organên nû yên weşanê de bi rola xwe rabe. Bû dengê bilind ê berxwedana dema lehengiyê ya gelê Kurd. Bû dibistana rasteqîn ku şoreşger û welatparêzên Rêber Apo perwerde kir.

Her tişt ji bo destpêkên nû û hîn xurt!..

Ruh û hişmendiya Serxwebûnê wê her hebe!..”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Li gundê ku rîska aşûtê lê heye, dixwazin daran bibirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Heqê kesî nîne ku herêmên me bikin qada şer û êrişan’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi vêxistina agirê azadiyê şopa xwe hişt

Şehîd Rojîn Efrîn ruheke şoreşgerî ya ku agirê têkoşînê di dilê xwe de dihewand, bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevserokên DEM Partiyê êrişa Îsraîlê ya li Beyrûdê şermezar kirin

Hevserokên DEM Partiyê êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li başûrê Beyrûdê şermezar kirin û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KNK: Bi coşa Newrozê beşdarî 1’ê Gulanê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di nobeta li Mexmûrê de banga ‘xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin’ hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Ewropayê gefa hewaya qirêj: Ji ber ozonê 63 hezar kes jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Duhokê di 17 mehan de 62 karker jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?