Pevçûnên dijwar ku 13’ê Hezîranê di navbera Îsraîl û Îranê de dest pê kir, ji nişka ve pêk nehat; ev pêkhatina şerekî ku dihat payîn bû. Dema ku şer di navbera du hêzên hegemon de tê kirin, helbet divê bê nîqaşkirin û nivîsîn ku wê sûdê bide kî.
Ji dîrokê heta roja me ya îro, şerên rantê yên li ser dewlemendiyên ax û civakê yên Rojhilata Navîn dewam kirine, ti sûd nedaye gelan, berovajî zirarên mezin daye. Îsraîl-Filîstin-Xeze û hilweşîna desthilatdariya Esad li Sûriyeyê, qetilkirina civakên Elewî û Durzî û êrîşên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê îro bi şerê di navbera Îsraîl-Îranê re dewam dike. Divê were diyarkirin ku ev şerê ku ji bo rant û siyaseta xwe bajaran tar û mar dikin, nayên qebûlkirin. Di vê şerê de ji qetilkirina civakê heta guhertinên erdnîgarî zirarên mezin tên dîtin. Desthilatdarên ku hikm li hinekan dikin, divê hesasiyetên civakan li ber çavan bigirin. Em di siyaseta her du desthilatdaran de jî rûbirûyê rastiya komkujiyê ne. Gel û jin tên qetilkirin.
Gelek kesên ku têkoşîna azadiyê didin, ji bo ku nekarîn pariyek bibin mala xwe serî radikin û li hemberî polîtîkayên dogmatîk û hov serî radikin di sêdareyan de hatin qetilkirin. Jin ji ber ku xweparastina xwe kir, ne tecawîzkar lê jina hatî tecawîzkirin hat cezakirin, heta hat darvekirin. Divê pratîkên vê zîhniyetê werin gotin.
Zarok û ciwanên ku nifşên pêşerojê ne, di pişt perdeya siyaseta olî de ber bi fuhûş û girêdanbûnan ve dibin. Em çiqas bixwazin polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Îranê vebêjin jî wê kêm bimîne. Divê em der barê xeyalên bi sedan jin û ciwanên ku di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatin qetilkirin, çi bibêjin?
Îsraîl jî bi polîtîkayên xwe yên netewperest û siyonîst beralî gelê Filîstinê bûye. Divê ne tenê qala komkujiyên sedsala 21’an, divê qala yên berê jî bikin. Îsraîl di sala 1998’an de cihê xwe di komploya li dijî Rêber Apo de girt. Îsraîl di despêka hêzên ku bû sedem Rêber Apo 27 sal di bin tecrîdê de bê girtin de tê.
Di rastiyê de em ji bo her du desthilatdaran jî rûpeleke paqij nabînin. Di serî de jin, zarok, ciwan û kalepîr, hemû çand û baweriyên wekî Misilman, Êzidî, Yarsanî, Kakayî rûbirûyê zirarê ne.
Di vê şerê de zirarê herî mezin wê jin bibînin. Jin her tim wekî sermayeyê şeran hatine dîtin. Eşkere ye ku wê ev şer jî ti sûdê nede jinan. Sûd wê tenê bigihije hêzên hegemon û zîhniyetên kapîtalîst. Ev şer wê zirarên cidî bide guhertinên erdnîgariyê jî.
Berdêla azadiyê her tim giran bû. Gelê Rojhilat û Îranê ji dîrokê ve ji bo azadiya xwe berdêlên giran û berxwedanên bêemsal dane. Bi taybet helwesta berxwedêr a jinên Kurd rêya rast nîşanî civakê daye. Aqil, nêrîn û helwesta jinê her tim bûye alîgirê heq û edaletê. Jin çand û kevneşopiyên xwe parastiye û serî li hemberî ti polîtîkayên asîmîlasyonê netewandiye.
Bi taybet dayikên me li dijî tarîtiyê bi baweriya ronahiyê pêşengiyê kirine û vê ji pêşerojê re mîras hiştine. Serhildanên ku di sala 2022’an de bi Şîler Resûlî û piştre bi Jîna Emînî dest pê kir û bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” mezin bû, hemû cîhanê xist bin bandora xwe. Serhildana jinê ku bi pêşengiya hemû beşên civakê yên Îranê gihişt bi milyonan kesan, cîhanê hejand. Me dît ku bi vê rastiya serhildanê re paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo hat pejirandin û xwedîderketin. Gel di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de ne tenê li hemberî qetilkirina jinekî ciwan, li hemerî qetilkirina jiyanê jî serî rakirin. Di serî de jin civak carekî din serî li hemerî dewleta Îranê netewand.
Dewlet careke din hêza rêxistinkirî ya jinan dît. Vê yekê ne tenê Îranê hemû cîhanê dît; civakên azadîxwaz û demokratîk bi xwedîderketina xurt bersivê dane yekîtiya jinan. Niha dem hatiye ku em rêxistinbûna xwe ya jinê mezin bikin û jiyanî bikin.
Jin li dijî şerê di navbera Îran-Îsraîlê de, baş dizanin ku wê di çarçoveya paradîgmaya azadîxwaz a Rêber Apo de çawa xwe birêxistin bikin. Jinên ku rêya rêxistinbûnê dizanin, wê nebin qurbanê şerê heyî; ji ber vê yekê vê hesas nêz bibin. Jinên Rojhilat bi helwestên xwe yên berxwedêr wê li hemberî tundiyê rabin û bi felsefeta “Jin, Jiyan, Azadî” pêşengiya civakê bikin.
Gava herî girîng a vê têkoşînê divê di çarçoveta xwerêxistinkirin û xweparastinê de pêk were. Çawa ku di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de jin û civakên wekî Fars, Kurd, Azerî, Belûc, Mazanî, Gilek û Ereb bêyî cudahiya ol û bawerî yekîtiya têkoşînê ya heqîqetê afirandin, em bawer dikin ku îro jî wê jinên Îranî û Rojhilaltî wê xwe birêxistin bikin.
Jin wê tiştên diqewimin re nebêjin qeder û bêdeng nemînin. Şer ti car ne qeder e; ev encama polîtîka û siyasetên qirêj ên hêzên hegemon in. Ev şer bi qasî ku qirêj e di aliyê erdnîgarî, dîrokî, civakî û derûnî de jî wê hilweşandin û zirarên cidî bide.
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn şerê dîzayna mêrê hegemon e. Dem hatiye ku bi zanebûna rastiya şer a desthilatdarên li pey rantê, wekî eniya jinê azadîxwaz û demokratîk tevbigerin.
Jin bi awayekî xurt xwedî li ax, dîrok û çanda xwe derbikevin. Ez dixwazim carekî din destnîşan bikim; em carekî din rûbirûyê şerekî qirêj in ku wê tu sûdê nede jinan.
Ez dixwazim Fermana Şengalê ya di dîroka nêz de hat jiyîn, mînak nîşan bidim. Ji bo ku îro jinên Rojhilatî heman êşê nekêşîn careke din bang dikim ku bi perspektîf û modela neteweya demokratîk birêxistin bibin.
Li Rojava, Şengal, Xeze û Filîstînî û di gelek xakên berhemdar de zirarê herî mezin jin, zarok û ciwan dîtine.
Dema ku Rêber Apo paradîgmaya xweparastinê daniye pêşiya me, divê em vê rast fêm bikin û derbasî jiyanê bikin.
Em bang li hemû jinên Îranî dikin; Werin em bi tifaq û helwesta hevpar a jinê têkoşîna neteweya demokratîk mezin bikin. Li dijî zîhniyeta serweriya mêr ku dixwaze tiştê aîdê we bi zorê bigre, dema rêxistinbûna civaka konfederal hatiye. Em ji bo yekkirina jin û civakê banga têkoşîna hevpar dikin. Bi nasnameya jina Rojhilata Navîn ji bo Îranekî demokratîk hêza xwe bikin yek.