Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê, rapora xwe ya têkildarî 17 girtîgehên li Herêma Marmarayê ku binpêkirinên ji Çileyê heta Hezîranê digire nav xwe, aşkera kir. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hate aşkerakirin. Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Stenbolê Bedirhan Sarsilmaz ve hate xwendin.
Sarsilmaz, diyar kir ku rapora xwe li gorî hevdîtinên li girtîgehan kirin, nameyên ji komeleyê re hatine şandin û agahiyên bi rêya faksê ji malbatan re bo wan hatine şandin amade kirine.
TEHLIYE BI ‘KEYFÎ’ TÊN ASTENGKIRIN
Sarsilmaz, binpêkirinên mafan ên hatine tespîtkirin rêz kir û got ku li gel tecrîd, lêgerîna tazî, di dema tedawiyê de ferzkirina kelemçeyê û astengkirina mafê tenduristiyê, gelek binpêkirinên din tên kirin. Sarsilmaz, wiha domand: “Bihayê tiştên li kantînê zêde ye, xwarinên nebaş û kêm, astengkirina weşan û pirtûkan, bisînorkirina mafên werzîş, mafên civakî û çandî, astengkirina agahîgirtinê, pirsgirêkên hîjyenê û qutkirina avê, binpêkirina mehremiyetê ya bi rêya kamerayan, polîtîkayên îzolekirinê, cezayên disiplînê, astengkirina keyfî ya tehliyeyan, netedawîkirina girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û neberdana wan, bersivnedayîna serlêdanan, mercên xerab ên cihê razanê û fîzîkî çendek ji van binpêkirinan e.”
LI ÇORLUYÊ LÊGERÎNA TAZÎ, LI GEBZEYÊ ZEXTA KELEMÇEYÊ
Bi domdarî Sarsilmaz anî ziman ku girtî M.O., F.H., Ç.T. û L.B. ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Çorluyê tên ragirtin, di dema têketina girtîgehê de hatin derbkirin û lêgerîna tazî lê ahte ferzkirin. Sarsilmaz, wiha domand: “Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê li girtiyên ji bo tedawiya diranan çûne nexweşxaneyê, di dema tedawiyê de kelemçekirina destên wan hate ferzkirin. Ji ber ku ev sepan red kirin, bêyî bên tedawîkirin vegeriyan girtîgehê. Her wiha, di meha Nîsanê de li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Çorluyê tevî ku Y.C. sê-çar caran birin nexweşxaneyê jî, ji ber kelemçeya wî nehat derxistin, bêyî tedawî bibe paşve anîn girtîgehê.”
WEŞANÊN KURDÎ Û MUXALÎF QEDEXE NE
Sarsilmaz, destnîşan kir ku ji bo pirtûkên ji girtiyan re tên dayin sînor hatiye danîn û weşanên bi Kurdî û muxalîf nayên dayin. Sarsilmaz, wiha dom kir: “Daxwazên girtiyan bêyî hincetekê nîşan bidin tên redkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Bi taybet jî, weşanên weke Yenî Yaşam, Evrensel, Demokratîk Modernîte, Xwebûn û weşanên din ên muxalîf û bi Kurdî bêyî hincetek were nîşandan nadin girtiyan.”
LI GIRTÎGEHA MARMARAYÊ TEHLIYEYA 93 GIRTIYAN HAT ASTENGKIRIN
Sarsilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F a Kocaeliyê, girtî li odeyên ji hev dûr hatine bicihkirin, îzolasyona civakî hatiye zêdekirin, girtiyan nayînin cem hev. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, berdana girtiyên dema wan a tehliyeyê hatiye bi îdiayên razber ên weke ‘poşman nîne’ asteng dike. Weke mînak, demekî nêz berê berdana bişert a 34 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate astengkirin. Lijne, bi îdiayên bêbingeh û keyfî yên weke ‘poşman nîne, ji rêxistinê veneqetiyaye, pirtûk nexwendine û hwd’ van tehliyeyan asteng dikin. Ji ber vê nêzikatiyê jî tu girtî nikarin ji mafê berdana bişert sûd bigirin. Gihiştiye wê astê ku hinek girtiyên 7-8 caran derketin pêşberî lijneyê, bi van hincetan nayên berdan. Li Girtîgeha Tekîrdagê jî gelek girtî tevî dema berdana wan hatiye jî bi biryarên keyfî yên lijneyê nayên berdan. Her wiha Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi hiqûqa cezayê ya dijminane tevdigere, li girtiyên berdana wan a bişert nêz bûye bi zanebûn cezayên hucreyê dibcire û bi vê hincetê jî ‘nebaşhal’ dinirxîne û tehliyeya wan asteng dike. Girtî K.B. ê 85 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin û girtî E.A. ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û ampute bûye, tevî rapora ATK’ê ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayên berdan. Li girtîgehên Herêma Marmarayê herî kêm tehliyeya bişert a 93 girtiyan hatiye astengkirin.”
47 GIRTIYÊN NEXWEŞ
Sarsilmaz, bi domdarî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha pê de çû: “Hejmara girtiyan bi ser kapasîteya girtîgehan re ye. Di halê hazir de li girtîgehên Herêma Marmarayê bi sedan girtiyên nexweş hene. Ji van ên rewşa wan giran 2 jê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, 2 li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Çorluyê, 4 li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê, 3 jê li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê, 3 jê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, 2 jê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê, 4 li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, 4 li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kocaeliyê, 2 li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Kocaeliyê, 2 li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sakaryayê û 19 jê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê bi giştî 47 girtiyên nexweş hene.”
BANGA RÊBER APO
Sarsilmaz, bi domdarî banga Rêber Apo a “Aşî û Civaka Demokratîk” bi bîr xist û got ku bi gotina “naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî” israra xwe ya di çareseriyê de nîşan daye. Sarsilmaz, got ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye, her wiha ji bo aştî û pêşeroja demokatîk jî asetngiyeke mezin e. Sarsilmaz, xwest ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê were rakirin û mercên azad ên xebatê yên Rêber Apo bên avakirin.
Sarsilmaz, xwest ku li girtîgehan û di hemû saziyên dewletê de pêvajoyeke reformeke rêzê ji mafên mirovan re digire were destpêkirin. Sarsilmaz, xwest cihêkarî û sepanên keyfî yên li girtîgehan bi dawî bibin, berpirsyartiyên di qanûnan de bên cîbicîkirin û di serî de tecrîd, binpêkirinên li girtîgehan bên bidawîkirin.