Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da
Jin

YRJ’ê têkildarî salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da

YRJ’ê bi boneya salvegera 5’an a damezrandina xwe daxuyanî da û got, em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya salvegera 5’an a damezirandina xwe daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hate dayîn. Rojnamevanên jin ku cil û bergên xwe yên neteweyî bi cil û bergên xwe yên neteweyî amade bûn.

 

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Newroz Demhat bi zimanê kurdî û Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Îro salvegera 5’an a damezirandina Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) e ku wek pêwîstiyeke dîrokî û rêxistinî ji bo afirandina çapemeniya azad û demokratîk hatiye destpêkirin. Ku dozên jinan û civakê nîşan bide û li dijî zîhniyeta baviksalar a ku hebûna jinan bi dirêjahiya sedsalan paşguh kiriye, têdikoşe.

Damezirandina YRJ’ê ne tenê gaveke rêxistinî bû, lê encama daneheva têkoşîneke demdirêj a jinan di qada çapemeniyê de û fedakariyên mezin ên ku jinên rojnamevan di oxira gihandina rastiyê de dane, hat avakirin. Em bi vê boneyê hevrêyên xwe yên şehîd Cîhan Bîlgîn, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûhilat, Rohenda Efrîn, Dilovan Gever, Arîn Cûdî û hemû kesên di oxira avakirina ragihandineke jinan a berxwedêr de jiyana xwe feda kiriye, bi bîr tînin. Dengên wan bûn çira û rêya têkoşîna me ya berdewam ronî kir.

Em rojnamegeriyê wekî amûreke berxwedana fikrî û rêxistinî dibînin. Di dirêjahiya serdeman de saziyên rojnamegeriyê yên li gel zîhniyeta baviksalariyê hatine avakirin, vê zîhniyetê di civakê de xurt dikin û pirsgirêkên jinan di nêrîneke teng de dinirxînin.

Ji çarçoveya şikandina vê rêbaza desthilat û baviksalariyê ya ku li ser jinan hatiye ferzkirin, em dibînin ku damezirandina qadeke rojnamegeriya azad pêwîstiyeke bingehîn bû. Li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku azadiya jinan bingeha azadiya civakê ye, em bawer in ku dengê jinan di rojnamegeriyê de gaveke cewherî ya ber bi avakirina civakeke adil û azad ve ye.

Her çend tecrubeya YRJ’ê tenê 5 salan dom dike jî, ew li ser mîrateyeke xurt û berfireh ava dibe ku demeke dirêj e sazûmankirina baviksalariyê dixe ber pirsyariyê û hewl dide alternatîfên wê biafirîne. YRJ wek yek ji formên vê sazûmankirina alternatîf derketiye pêş.

Xebata me ji komeke jinan dest pê kir û di avakirina modeleke nimûne ya rojnamegerî û xebata çapemeniyê de bi hevkariya rêxistinên jinan ên hundirê saziyên çapemeniyê yên giştî, li kêleka bi dehan saziyên rojnamegeriyê û weşanê yên jinan, bi ser ket. Îro bi zêdetirî 500 rojnamevan û nûçegihanan, YRJ çalakiyên xwe di tevahî warên çapemeniyê de berdewam dike û cihê xwe wek dika altarnatîfa çareserkirina dozên civakî, jîngehî, aborî û siyasî xurt dike û girîngiyê dide pirsgirêkên jinan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên rojnameger roleke pêşeng di veguhastina rastiya şer û berxwedanê de ji cîhanê re lîst. Ew di gihandina dengê gel de bi rêya belgekirina her kêliyeke têkoşînê li dijî dagirkeriyê, talankirin û wêrankirina li dijî binesaziya civakî, bi ser ket.

Jinên rojnameger ketin eniyên pêş û bi israreke mezin li hember hewldanên bêdengkirinê û çewisandina rastiyê sekinîn. Rojnamevanan ev yek bi kamera, deng û pênûsan ku wek alavên berxwedan û aşkerakirina rastiyê kirin.

Ruxmî zêdebûna krîzên siyasî, aborî û mirovî li Rojhilata Navîn û cîhanê, em diyar dikin ku projeya me ya avakirina ragihandina demokratîk a azad nasekine. Em têkoşîna xwe ya ji bo ragihandineke rewşa jinan û têkoşîna gelan nîşan bide dewam dikin, ku hişmendiya civakê ber bi nirxên azadî, wekhevî û jiyana hevbeş ve bi pêş bixe.

Bi vê boneyê, em silavên xwe yên serbilindiyê ji her jineke di zeviya ragihandinê de dixebite û ji her jineke di avakirina dengê azad û serbixwe de dibe alîkar re dişînin. Em diyar dikin ku, em pabendî dewamkirina rêya me dest pê kiriye ne û em ê armancên YRJ’ê pêk bînin.

Bijî şehîdên ragihandina azad

Bijî têkoşîna jinan a di oxira rastiyê de

Bijî YRJ.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Sûriyeyê gefa radîkal a zêde dibe: Tûgayên Ensar el Sunne
Nûçeya Pişt re Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Şirnexê hatine qetilkirin, kom bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şerê Îsraîlê yê li ser Îranê di roja 4’emîn de ye: Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Bombardûmana ku bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê destpê kir, di roja 4'emîn de…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên Hikûmeta Demkî bombe li Dêr Hafirê barandin

QSD’ê ragihand ku çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di van kêliyan de bi çekên giran…

Ji aliyê Stêrk TV

Qirkirina siyasî: Li 16 bajaran herî kêm 58 kes hatin binçavkirin

Wezîrê Karên Hundir ya Tirk ragihand ku li 16 bajaran herî kêm 58 kes bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?