Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hakî Karer: Navê hevrêtiya destpêkê û têkoşîna azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tifaqa Piştevaniya Rojava ji bo YPJ’ê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Firatê: Avakirina Sûriyeyê bêyî jinê ne gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî
Çand û Hûner

Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

Li Mala Çandên Neteweyî ya li bajarê Krasnodarê ji aliyê kesayetên çandî û hunerî yên Krasnodar û herêma Stavropolê ve têkildarî avakirina saziyeke çand û hunerê civînek hate lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Mala Çandên Neteweyî ya li bajarê Krasnodarê bi înîsiyatîfa hunermendên ji herêmên Krasnodar û Stavropolê civîna hunermendan hate lidarxistin. Armanca civînê ya sereke di demên pêş de di bin banê otonomiya Kurdên li Rûsyayê de amedekariya avakirina saziyeke çandê bû. Hunermendên ji herêmê ji ber sedemên weke lawazketin û teşegirtina şêweyên stranbêjî û folklorî ya di bin bandora neteweyên herêmî de ku sal bi sal ji çanda Kurdên Qefqasyayê dûr dikeve, civîneke bi vî rengî li dar xistin. Çanda ku bi hezar salan e weke perê bilindahiya neteweyî dihat dîtin, xitimandina wê û rewşa wê ya di van demên dawî de rê li ber lêgerîneke bi vî rengî  vekir.

Civîna hunermendan bi bibîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre Serokê Otonomiya Kurdên Krasnodarê Arif Ezmanî bixêrhatina hunermend û mêvanan kir û têkildarî mijarê axaftineke berfireh kir. Arif Ezmanî bal kişand ser girîngiya rola çand, huner û hunera kevnar û ya heta roja me ya îroyîn û keda hunermendên nemir. Arîf Ezmanî diyar kir ku weke otonomiya Kurdan ew ê bi hemû hêz û hebûna xwe piştgiriyê bidin van hewldanên hunermendan. 

Piştre Hevserokê Otononomiya Kurdên Rûsyayê Ferhat Patiev li ser rol û mîsyonertiya huner û hunermendan axaftineke dirêj û berfireh  kir. Patiev bal kişand ser hin mînakên nêzîkatiya hin Kurdên li qadên Sovyeta berê yên li hemberî çand û hunera Kurdî  û ew nêzîkatî rexne kirin. Ferhat Patiev diyar kir ku ev nêzîkatî, kêmbûn û lawaziya hunermendên civaka Kurd ber bi helandinê ve dibe û dixe bin bandora çandên biyanî. Patiev di dewama axaftina xwe de girêdayî mijarê cudatiya stran û awazên Kurdên Qefqasyayê yên li ser Radyoya Êrîvanê dihatin weşandin û yên niha tên weşandin bi berfirehî da ber hev ew berawird kirin.

Hunermend Ahmed Ahmêdov jî axaftinek kir û diyar kir ku stran û awaz ne bi tenê ji ruhê Kurdayetiyê dûr dikevin di heman demê de tên veguherandin û di dawiyê de dibin nirxên neteweyên din. Ahmed Ahmêdov weke hunermendekî kêmasiya xwe û yên hunermendên din, ya nepêşvebirin û neafirandina xwendekaran rexne kir  û anî ziman ku hunermendan ji ber vê yekê hewceyî bi avakirina saziyeke hunerê dît. Ahmed  Ahmêdov piştre destnîşan kir ku hemû hunermend û civaka Kurdên li Sovyeta berê ji hunermendên Hunerkomê bi bandor bûne, bi stranên wan rabûne û Kurdayetiya xwe pêş xistine.

Piştre hunermend Arif Sadîkov axivî û diyar kir ku ne bi profesyonelî be jî hin hunermendan piştî hilweşîna Sovyetê di dewlemendkirina çand hunera Kurdî de roleke girîng lîstin, lê belê di van salên dawîn de çanda heyî ji ruh û hestê Kurdeyetiyê dûr dikeve û ev yek di nava civakê de dibe sedema guherîneke neyînî û got: ‘’Ji ber wê em nikarin li dû xwe xwendekaran biafirînin. Heta zarokên me bi xwe jî ku gelekî di bin bandora weşanên biyanî de ne, ji fêrbûna stranên Kurdî û amûrên awazsaziyê direvin. Ev yek xeteriyeke mezin e. Ji ber wê me jî pêwist dît ku em li herêma xwe saziyeke çandê ava bikin. Divê hemû qad jî barekî wiha hilgire ser xwe. Ne wisa be, e mê bi helandinê re rû bi rû bimînin, ya rast êdî em rû bi rû ne.’’

Piştre hunermendên Kurd yên ji Radyoya Êrîvanê tên naskirin Dîlbera, Şemam û Temama Wekîl bi dorê axaftin kirin. Her sê xwişkên hunermend û welatparêz, dîroka avabûna çanda hunerê ya di dema wan de anîn ziman, wan hunera wê demê bi rewşa îro re  beralî kirin û kêmasiyên heyî weke guneheke mezin pênase kirin. Dîlbera Wekîl da zanîn ku hêjî ne dereng e ku mirov saziyeke çandê ava bike û têkoşîneke çandî bimeşîne. Dîlbera Wekîl piştre jî bi boneya salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinaci)  helbestek xwend.

Hunermend Bazoyê Hesen ku ji malbeta hunermendan e, pirsgirêkên hunermendan yên ji pêşketinan re dibin asteng anîn ziman, ew rexne kirin û ji bo pêşxistin û sererastkirina hunerê ji Otonomiya Kurd alîkarî xwest. Bozoyê Hesen diyar kir ku ji aliyê wî ve çi bikeve berê wî ew amade ye ku bike.

Herî dawiyê jî hunermend Guhare Hesen axivî û bal kişand ser rola jinên hunermend ên têkoşer ya di bilindkirina pêlên hunerê de. Guhare Hesen anî ziman ku wê bi saya wan hunermendên jin berê xwe daye hunerê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KRASNODAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TEV ÇAND’ê ragihand ku Agir Serîhildan şehîd bûye
Nûçeya Pişt re Pentagon: Bernameya nukleerî ya Îranê salek an jî du salan hate derengxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bexda: Şefê DAÎŞ’ê yê Iraqê hate kuştin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihand ku şefê çeteyên DAÎŞ’ê yê herêmî di operasyonekê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star piştgirî da jinên ji Ekvadorê

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da jinên Abya Yalayî ku li dijî hikumeta Ekvadorê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir ku di dem û cihên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?