Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê: Li Îranê jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di talûkeyê de ye
Kurdistan

Rêxistinên mafên mirovan ên Îranê: Li Îranê jiyana bi hezaran girtiyên siyasî di talûkeyê de ye

Li Îranê piştî ku du girtiyên siyasî ji nişka ve hatin darvekirin rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê dan zanîn ku ew ji darvekirinên bi komî yên li welêt bi fikar in.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fikarên têkildarî ku dewleta Îranê xwe amade dike komkujiya di sala 1988’an de dubare bike ku Îranê wê salê bi hezaran girtiyên siyasî darve kiribûn. Mafparêz û çavkaniyên muxalîf didin zanîn ku darvekirin zêde bûne û dewlet bi zextên sîstematîk ji bo  komkujiyan zemîneke nû amade dike.

Roja Yekşemê serê sibehê darvekiririna ji nişka ve ya girtiyên siyasî ya Mehdî Hassaniyê 48 salî û Behrouz Ehsaniyê 70 salî, rê li ber zêdebûna van endîşeyan vekir. Piştî darvekirinan ku bi tu awayî malbat nehatine agahdarkirin, hate ragihandin ku cenaze nehatine teslîmkirin û hewl dane ku bi awayekî veşartî wan veşêrin.

Mehdî Hassanî beriya wê di peyameke xwe ya bideng de zextên rejîmê şermezar kiribûn. Behrouz Ehsanî jî anîbû ziman ku ew amade ye jiyana xwe bexşî têkoşîna azadiya gelê Îranê bike.

Tê ragihandin ku di mehên dawîn de bi fermana rasterast ya Serokê Payebilind ê Îranê Ali Hamaney darvekirin bi awayekî eşkere tên kirin û ji bo raya giştî veguherîne amûreke gefê ya eşkere.

Aktîvîstê mafên mirovan Saeed Masourî ku ev 25 sal in girtî ye, di nameya xwe de da zanîn ku rejîm êdî wî û girtiyên din li şûna ‘’komîteyên mirinê’’ bi fermana ‘’guleberdana bi kêfî’’ hedef digire.

Nûnerê Îngilîstanê yê Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI) Dowlat Nowrouzî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên rejîma Îranê yên li dijî mirovahiyê rexne kir û got: ‘’Ev bêcezatî, cesaretê dide rejîmê ku komkujiyên nû pêk bîne.’’

Ajansa Nûçeyan Farisan vê mehê bi awayekî eşkere dubarekirina komkujiyên di sala 1988’an de parast ku ev yek cidîteya talûkeyê dubere nîşan dide. Di sala 1988’an de nêzîkî 30 hezar girtiyên siyasî hatibûn darvekirin.

Li gorî daneyên fermî rejîma Îranê sala borî zêdetirî 1000 welatî îdam kirine ku li sernaserê cîhanê ew welat e ku herî zêde darvekirin pêk anîye. Aktîvîst bi fikar in ku di sala 2025’an de ev hejmar hê jî zêde bibe.

Mafparêz diya dikin ku rejîma Îranê xwe ji bo pêkanîna komkujiyên nû xwe amade dike û divê civaka navneteweyî vê carê li hemberî vê yekê bê deng nemîne.

BERTEKA RÊXISTINA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya piştî davekirinên bi awayekî veşartî yên welatiyên bi navê Behrouz Ehsanî û Mehdi Hassanî de bal kişand ser  zexta li welêt zêde dibe û pêlên darvekirinê û banga tavilê sekinandina hemû darvekirinan kir.

Alîkara Dîrektorê Herêmê ya Rojhilata Navînû Efrîqaya Bakur Kristine Beckerle jî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku mafê darizandina adil a her du girtiyên siyasî hatiye binpêkirin û diyar kir ku bêyî malbat werin agahdarkirin ew bi awayekî veşartî hatine darvekirin. Ehsanî û Hassanî nêzîkî du salan nekarîne bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin  û bi dadgehe pênc deqeyî mafê wan ê parastinê hatiye binpêkirin.

Beckerler di daxuyaniya xwe de got: ‘’Ev înfaz bi awayekî nîşan didin ku rayedarên Îranê cezayê darvekirinê çawa weke amûreke zextê  bi kar tînin.’’

TIRSEKE NÛ YA SALA 1988’AN

Tê zanîn ku di sala 1988’an de li Îranê bi hezaran girtiyên siyasî bi awayekîveşartî hatin darvekirin.

Rêxistinê da zanîn ku li Îranê piştî rageşiya li gel Îsraîlê zext zêde bûne, gelek kes hatine girtin, dadgeh hatine lezandin  û pêşnûmeyeke ku cezayên darvekirinê hêsan bike ji erêkirina Meclîsê re hatiye pêşkêşkirin.

GIRTIYÊN DIN ÊN DI BIN TALÛKEYÊ DE

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî herî kêm navê 19 kesên ku ji ber sedemên siyasî bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ne eşkere kir. Di nava van kesan de akademisyenê welatiyê Îran û Swêdê yê piştî êrîşên Îsraîlê winda bûyî Ahmadreza Djalali û sê mafparêzên jin; Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerife Muhammedî jî hene.

Her wiha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku 28 welatiyên din bi rîska darvekirinê rû bi rû ne û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî vê yekê bê deng nemîne. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Migenda: Têkoşîna Ocalan a azadiyê bo me hemûyan e
Nûçeya Pişt re Li Girtîgeha Merîwanê gef li girtiyên siyasî tê xwarin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li wesayîta malbateke Ereb xist: Birîndar hene

Dewleta Tirk a dagirker li Duhokê êrîşî wesayîta malbateke Ereb kir. Hat diyarkirin ku birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeyeke ji Desteya Eşîran a Şengalê serdana TEV-DEM’ê kir

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê şandeyekê serdana TEV-DEM`ê kir. Di serdanê de şandeyê ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE: Ti planek ji bo nû ve nirxandina hebûna hêzên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîn in

Rayedarekî amerîkî got Washington plan nake ku hebûna leşkerên xwe ya li Bakur û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Rojnamevan Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê 21 kesên ku di Newroza 1992’an de hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?