Kurdan, sînorên xwe ne bi nexşeyan bi nalên hespan xêz kirin, bi zêmarên piştî windahiyên xwe ew parastin. Li Kurdistanê hin nav hene ku ji hezkirinê wêdetir berxwedan, rûmet û şîna gelekî hildigirin. Derwêşê Evdî û Edûlê bes ne tenê navê evînekê ye; di bîra gelê Kurd de du rêçên dêrîn in ku bi gelbûn, mayîn û berxwedanê re hatine vestrandin.
Ev çîrok bes ne çîrokeke evînê ye û ne jî bes çîrokeke lehengiyê ye. Ev, di dawiya sedsala 18’emîn de li deşta Wêranşarê çîroka yekîtiya dîrokî ya eşîrên Kurd a ji bo parastina sînor û hebûna xwe ye. Konfederasyona Milan, wê serdemê di serî de eşîra Şemar a Ereban, yekîneyên Gêsiyên Tirkmen li hemberî hêzên ku gefan li xaka Kurdan dixwin, li ber xwe dida. Ev gefxwarin bes ne şerê ji bo zozan û sînoran bû; li hemberî hebûna Kurdan, jîngehên wan û îradeya yekîtiyê hewleke dorpêçê bû.
Di vê serdemê de êşîra Şerqî ya Êzidiyan jî bersiv da banga Milanan a berxwedanê. Fermandarê wan Derwêşê Evdî ji bo parastina xaka xwe zend û bend badan. Serekê eşîra Milan Zor Temir Paşa dema ku dibîhîze dijmin nêzîk dibe, di dîwaneke xwe de dibêje ku ew ê keça xwe Edûlê û konezînekî mezin bide kesê ku berpirsiyariya şerî bigire ser milên xwe. Ev hem bangek bû hem jî ezmûneke dijwar.
Edûlê, li gorî dab û nêrîtan di wê sehneya ku di tepsiya zêrîn de fîncana qehweyê tîne bes ne figureke seremonî ye. Fîncana di destê wê de, yek ji girîngtirîn banga di navbera Kurdan de ye. Edûlê di wê sehneyê de nîşan dide ku jinek bi bêdengiya xwe jî dikare çawa biryarê bide û nûnertiya rûmeta gelekî bike. Dema ku Derwêş qehweya di wê fîncanê de vedixwe, bes evîn qebûl nekiriye; di heman demê de berpirsiyariya parastina sînorên gelê xwe, rûmeta xwe û pêşeroja xwe jî girtiye ser milên xwe.
12 SIWAR: BÎRA BERXWEDANA PÊKVE DERKETIYE HOLÊ
Klîba ‘’Evîna Derwêş û Edûlê’’ ya ji aliyê Hunergeha Welat ve hatiye weşandin, bes ne vegotineke dîtbarî ye; di heman demê de hewla jinûvebibîrxistina yek ji vegotina dîroka Kurdî ya herî kûr e. Ev klîb bes ne aliyê estetîk ê destanê, bîra wê ya dîrokî û civakî jî nîşan dide. Yek ji sehneya klîbê ya herî balkêş jî ew 12 siwarî ne ku li gel Derwêşê Evdî berê xwe didin eniya şer.
12 siwariyên ku li gel Derwêş berê xwe didin eniya şer, bes ne detayeke vegotinê ne, aliyê destanê yê ragir e. Ev şervanên ku ji eşîr û baweriyên cuda, nûnertiya yekîneyên parastina Kurdan ên li hemberî eşîrên Ereb-Tirkmenan ên di dawiya sedsala 18’emîn dikin. Şerqîyên Êzidî, Soran, Zîlanî û eşîrên din bersiv dane banga Konfederasyona Milan û bes ne li hemberî dijminê derve di heman demê de li hemberî bêdengiyên ku civaka Kurdan dabeş dikin û maesafeyên hundirîn jî helwestek nîşan dane.
Bersiva Derwêş a ji vê bangê re, yek ji mînaka yekem ya biryara cihgirtina Êzidiyan ya li gel eşîreke Misilman a di hema eniyê de û hişmendiya neteweyî ya ji baweriyan wêdetir e. Ev meş ji parastina xakê wêdetir; yek ji îfadeya yekem birêxistinbûna fikra pêkvejiyan û têkoşîna hevpar e. Di klîba Hunergeha Welat de nîşandana vê sehneyê, ne bibîrxistina pêşerojê ye, weke bersivek û bangeke nû ya li hemberî avaniya civakî û siyasî ya perçebûyî ye. Ew 12 siwar bes tozê ranakin; rêyên bîra gelê Kurd yên hatine jibîrkirin û hewcehiya yekitiyê ji nû ve nîşan didin.
Evîna Derwêş a li hemberî Edûlê, bes ne evîna du kesan e; vê evînê bi evîna welat re yekitiyek ava kiriye û veguheriye pêşengtiya gel. Hebûna Edûlê ji bo Drwêş bes ne evînek e, di heman demê de berpirsiyariya wî ya li hemberî axa wî, rûmeta wî û pêşeroja wî ji nû ve zindî kiriye. Vê evînê li şûna ku wêrektiyê bes weke hestekê nîşan bide, ew beralî kiriye, pîvana wê bilind kiriye û evînek veguherandiye îradeya gelekî. Meşa Derwêş ji ber vê yekê ne lehengiyeke şexsî ye, berpirsiyariya li hemberî gelekî ye ku bi evîneke mezin hatiye xemilandin.
Û evîna Edûlê jî bêyî vê meşa Derwêş nedibû. Ew fîncan, bes ne oxirkirinek e, tevî mirinê jî erêkirineke bêdeng a lehengekî ye ku gelê xwe diparêze. Wateya ku li şerê Derwêş tê kirin, bi hezkirina Edûlê ya bêdemg lê belê bibiryar tê temamkirin. Ji ber vê yekê evîn bes hezkirin nîne; berxwedan û şerê ji bo wê ye jî.
Klîba Hunergeha Welat bes vegotineke gel a nostaljîk nîşan nade. Tercîhên klîbê yên teşeyî û tematîk jî ji bo têkoşîna polîtîk a Kurdan ya îroyîn jî weke peyamekê ne. Huner li vir bes ne bibîrxistinek e; amûra hilberîna bîra siyasî ye jî.
Gelê Kurd, di roja îroyîn de jî li gelek eniyan bi nasnameyên cida re têkoşîna hebûnê didin meşandin. Klîb ne îfadeya parastina vê qelsiyê ye, îfadeya estetîk û dîrokî ya veguheranina hêzeke bi hev re ye.
Ji ber vê yekê klîb nayê temaşekirin; şahidiyê li mirovan dide kirin. Hemû rûyên ku xuya dikin, dengê şahidên gelê Kurd yên ji paşerojê heya roya îroyîn e. Kamera Hunergeha Welat bes ne çavekî estetîk e; arşîveke ku hişmendiya dîrokî radigihîne roja me .
BÎRANÎNA WEKE SONDEKÊ
Meşa Derwêş bes ne ber bi qada şerî ve ye; bangeke li hemberî bîrina Kurdan a ji ber perçebûyîna wan derketiye holê û pêşeroja ku tevî wê jî tê xwestin ku were avakirin. Fîncana ku Edûlê pêşkêş dike bes ne sembola evînê ye; sembola bîranîn, bibîrxistin û îradeya pêkvejiyanê ye.
Û wateya di wê fîêncanê de, piştî sedan salan di 3’yê Tebaxa 2014’an de dikeve quntarên çiyayên Şengalê. Ew roja tarî ya ku dixwestin gelê Êzidî tune bikin, çerxa dîrokê dubare tê şikandin. Lê belê wê rojê bes mirin nehatiye. Weke Derwêş yên bi rê ketine çêbûn: 12 gerîla, vê carê ne li ser hespan; weke ragirên hişmendî, bawerî û berpirsiyariyeke hatî jibîrkirin. Ev xeta ku ji 12 siwaran ber bi îroyîn ve dirêj dibe, di bîra Kurdan de hê jî zindî ye.
Dîroka Kurdan bi vî rengî ye: pireke di navbera zêmar û berxwedanê de, bîra ku li hemberî tişta ku tê xwestin were jibîrkirin, ji nû ve tê nivîsandin. Fîncana Edûlê di destê yekê din de jî be, wateya wê naguhere. Ew hê jî bi bîr dixe; Kurdiya evîn, windahî û berxwedanê jî.
Kurdbûna îroyîn bes ne nasnameyek e; bihîstina bangekê ye. Derwêş û Edûlê, du deng û awirên wê bangê ne. Yekê berê hespê xweda heya sînorên xaka xwe yekê jî bi bêbengiya xwe, sekinîna xwe, pêşkêşkirina zanîna xwe û bibîrxistinê şer da destpêkirin.
Û ew bang hê di rê de ye.
Kurd êdî bes şînê nagirin. Ew zêmar bes ne li dû kesên jiyana xwe ji dest ane; li ser zimanê kesên li ber xwe didin vediguherin biryardariya avakirina pêşerojê. Ev dram wê careke din dubare nebe. Ji ber Kurd êdî bes çîrokên xwe venabêjin; wan dinivîsin, diparêzin û temam dikin.
Û roja îroyîn fîncana Edûlê ji nû ve xwe nîşan dide; lê belê vê carê bes ne ji bo evînekê, ji bo pêşeroja Kurdan ya ku xwe careke din neçemînin, tê vexwarin.
Ji bo temeşekirina klîbê: