Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya. Di bûyerê de 15 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyan, mînîbus li kolana Sumbul a taxa Leventê li bendên li qiraxa rê ket û piştre wergeriya. Di qezayê de ajokarê wesayitê û 14 karkerên çandiniyê birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr û hat gotin, rewşa tenduristiya birîndaran xetere nîne.