Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê, daxuyaniyek weşand.
YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de soza parastina Şengalê da û ragihand ku ewê têkoşîna ji bo avakirina rastiyek nû Ii ser bingeha azadî, edalet û îradeya azad ya gelê xwe bidomînin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Di salvegera 11’emîn a fermana li ser gelê me yê Êzidî li Şengalê pêk hatî de, em îro ne tenê ji bo bîranîna trajediyê radiwestin, lê di heman demê de soza xwe ya ji bo cangoriyên xwe nû dikin û piştrast dikin ku berxwedana ku ji bin xirbeyan derketiye holê hîn jî zindî ye, bi israre û li ser rêya azadî û rûmetê berdewam dike.
Wek tê zanîn, di 3’yê Tebaxa 2014’an de, em Êzidî rastî êrişeke hovane ya rêxistina terorîst a DAIŞ’ê hatin, bi armanca tunekirina hebûna me, perçiqandina çanda me, kolekirina jin û zarokên me, kuştina kal û pîrên me û veşartina îradeya me di bin axê de. Ev ne tenê komkujiyek bû, lê hewldanek tevahî ya jenosîdê û koka me qelandinê bû ku; bi xwînsarî, di nav bêdengiya cîhanê û hevkariya cîranên wê de hat kirin. Biqasî komkujiyê jî kirêt û bê eman xiyanetkirina hêzên ku divê me biparêzin bû, yên ku di kêliya ku gelê me herî zêde pêwîstiya wan bi parastinê hebû de çeperên xwe terikandin û civaka Êzidî bi awayekî bêbext dinava lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin.
Lê ji nav wê wêranbûnê, rastî jiya û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ji xwîna cangoriyan û qêrîna dayikan wekî pêwîstiyek jiyanî hate damezrandin, ne wekî vebijarek demkî. Em ne hêzek demkî ne, hêzeke parastinê ya rewa û mayînde ne, ku ji dilê êşa Êzidiyan û ji baweriya wan a kûr a ku kes wan naparêze heya ku ew bi îradeya xwe, çekên xwe û rêxistina xwe neyên parastin, çêbûye.
Projeya me projeyek xweparastinê ye ku rehên xwe di axa Şengalê de digire û li ser prensîbên rûmet û mafê jiyanê hatiye avakirin. Û ew kesên ku doh bû Êzidî neparastin û erkê xwe pêkneanîn û Êzidî kirin qurbaniya berjewendiyên xwe yên erzan, heman kesên ku îro ji hêzên Êzidiya dixwazin ku ew çekên xwe deynin. Lê divê gelê me bizanibe ev kes zemînê ji bo fermaneke nû amade dikin. Gelekî ku rastî qirkirinê hatiye, nikare bê bêçekkirin heta ku ji bo hebûna xwe, di warê siyasî, ewlehî û çandî de, garantiyên rastîn neyên dayîn. Çekên me xwîna cangoriyên me ye, dengê wan kesên ku ji dîlgirtinê venegeriyane, û mertalek ji bo axek ku hîn jî di bin gefê de ye.
Em nikarin vê salvegerê bêyî ku sipasî û dilsoziya xwe ya ji dil ji Rêber Abdullah Ocalan re diyar bikin, ku vîzyona wî ya rizgarîxwaz û mirovahiya wî ya şoreşger di hişmendî û berxwedana Êzidiyan de xalek werçerxê nîşan da, derbas bikin. Banga wî ya dîrokî ya ji bo parastina Şengalê û Êzidiya qêrîneke wijdanî bû ku bi hezaran kes rizgar kir û rê li ber avakirina avahiyeke berxwedanê ya rastîn vekir. Raman û helwesta wî, wê ji bo rêya me wekî referansek exlaqî, etîkî û nîşaneyek dilsoziyê li ser singa gelê me, her bimîne.
Her wiha, em rola qehremanî ya ku dostên civaka me Gerîlayên Kurdistanê û şervanên YPG û YPJ di rojên pêşîn ên qirkirinê de lîstin ji bîr nakin. Wan bê şert û merc û bê dudilî bersiva banga alîkariyê dan, rêyên ewlehî û korîdora mirovahî vekirin û mil bi mil bi me re li dijî çeteyan şer kirin. Bê guman bêyî hebûn û pêşengiya wana, hejmara qurbaniyan dê gelek qat zêdetir bûya.
Di heman demê de, bi vê boneyê, em bi serbilindî û spasdarî rêber û cangoriyên xwe yên ku destana berxwedanê afirandin, ji Mam Zekî, Egîd Civyan, Dilşêr, Seîd Hesen, Berfîn, Nûjîn, Bêrîvan, Zerdeşt, Dijwar, Şengal û hemû hevreyên xwe yên din ku nexşeya berxwedanê bi xwîna xwe nivîsandin bibîrtînin. Ew dê her bimînin sernavê rûmeta me û çiraya me ye li ser rêya azadî û berxwedanê.
Em carek din dubare dikin ku; hewldanên ji bo bêbandorkirina projeya xweparastinê li Şengalê û dorpêçkirina hêzên Êzidiya bi wateyên vala, berdewama fermanê a bi rêbazên nerme. Lê divê gelê me bi hêzên xwe bawer be û lê xwedî derkeve. Îradeya me ji her tehdîdê xurtire û rêxistina me ji her komployê mezintire. Û bi yêkitî û yekrêziya helwest û gotin emê tevahiya leyistokan vala derxin, weke ku çawa me di 3’yê Tebaxa 2014’an de mil bi mil pilana tinekirina hebûna me, vala derxist. Em bawerin û bi hêvî ne ku wê 11’emîn salvegera fermanê bibe wesîleya yêkitî û hevgirtina gel û civaka me.
Di dawiyê de, em soz didin gelê xwe, giyanê cangoriyên xwe û her dayikek ku hîn jî li benda xebera vegera zarokên xwe ye, ku emê pabendê soza berxwedanê bin. Emê Şengalê bi canê xwe biparêzin û em ê têkoşîna xwe ji bo avakirina rastiyek nû ya li ser bingeha azadî, edalet û îradeya azad a gelê xwe bidomînin.”